Cenazeyê 3 şervanên YPG’ê li Hesekê spartin axê

Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 3 şervanên YPG’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê. Di merasîmê de nasnameya şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê hate eşkerekirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanê YPG’ê Tariq Şiwêx (Tariq Dêra Zor), Silêman Biro (Rûstem Cûdî) û Mutesim Mihemed (Mutesim Hesekê) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber goristana Şehîd Dijwar ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û şervanên YPG’ê merasîmeke leşkerî li dar xist. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Nesrîn Mirî Îzet axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û got, ″Bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê em jiyaneke bi ewle dijîn.″

Fermandarê YPG′ê Şiyar Delîl jî diyar kir ku bi saya lehengiya şehîdan, herêmên Sûriyeyê ji terorê hatin rizgarkirin û wiha domand, ″Şehîd bûn sembola berxwedana gelên herêmê. Em soza şopandina riya wan didin.″

Her wiha Endamê Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Ehmed Milhim jî bal kişand ser têkoşîna şehîdan a ji bo jiyana azad û wiha got, ″Cangoriyên azadiyê têkoşîna xwe li ser esasê felsefeya Rêbertiyê dane meşandin û jiyana hevbeş ava kirin. Şehîd di dilê me de tu carî namirin.″

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre dayîka şehîd Mutesim axivî û da zanîn ku wê kurê xwe fedeyî welat kir û wê her sê  zarokên xwe yên din jî feda bike, ji bo şopdarên rêya birayê xwe bin.

Di berdewama merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê Erka Xweparastinê Enes Mele eşkere kir yê ku 15′ê Mijdara sala 2017′an di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye.

Di dawiyê de cenazeyên her sê têkoşeran di nava tîlîliyên dayîkan û bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″  li goristanê hatin veşartin.