Cenazeyê 3 şervanên 'Cenga Mezin' li Girê Spî hatin veşartin

Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê 3 şervanên QSD'ê ku di 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Teimê veşartin.

Welatiyên bajarê Girê Spî li çerxerêya El-İlim a bajêr kom bûn û beşdarî merasîma cenazeyên şervanên QSD'ê Yasir Hesen, Himêdan El-Ferec û Ebû Hesem ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn. Girseya gel cenazeyê şervanan girtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Mehmud Teimê ya bajêr.

Girseya gel alên QSD, YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hindirin a Reqayê, Hêzên Parastina Cewherî û PYD'ê hildan û dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' qêriyan.

 Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid û Zelîxe Ebdî, Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, koordînatorê Têkiliyên TEV-DEM`ê Omer Elûş, Rêveberê TEV-DEM`ê Selahedîn Firat  û bi sedan şêniyên Girê Spî, Eyn Îsa, Hemam El-Tirkmen, bajarokê Silok û herêma El-Hîşe,  tevlî merasîma cenazeyan bûn.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdilah axivî û sersaxî ji malbatan re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Piştre Rêveberê PYD`ê Xalid Kotî da zanîn ku cangorî di oxira neteweya demokratîk û jiyana hevbeş de şehîd ketine û wiha got:”Em sersaxî ji malbatên şehîdan û şîfayê ji birîndaran re dixwazin  û li hember dayikan bejna xwe ditewînin.”

Li ser navê Tevgera Jina Ereb a Azad, Kurdiyê Xelîl jî axivî û  destnîşan kir ku erka wan şopandina rêya şehîdan e heta ku Sûriyeya demokratîk were avakirin.

Di dawiyê de, Endama Saziya Malbatên Şehîdan Mune Eswed nasnameya her sê şervanan xwend û radestî malbatên wan kir.

Piştre jî bi dirûşme û tilîliyan cenazeyên şervanan li goristanê hatin veşartin.