Cenazeyê 3 şehîdên HRE yên Berxwedana Serdemê spartin axê
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê 3 şehîdên Hêzên Rizgariya Efrîn a di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke heybet spartin axê.
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê 3 şehîdên Hêzên Rizgariya Efrîn a di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke heybet spartin axê.
Bi sedan şênî li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a Kantona Şehbayê kom bûn û bi merasîmekê cenazeyê şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Eseed Mihemed (Dilpak Efrîn), Nîhad Mihemed (Nemir Efrîn) û Omer Osman (Bakur Efrîn) ên di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûn, li Goristana Şehîdan spartin axê.
Piştî ku şêniyan cenazeyên şehîdan wergirtin, bi karwanekî berê xwe da goristana şehîdan a li navçeya Ehres a kantona Şehbayê. Li goristanê piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.
Sureya her wiha îşaret bi yekgirtina gelên herêmên li dijî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk ên derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de, kir û destnîşan kir ku dayikên şehîdan bi xwe zarokên xwe dispêrin axê, ji ber ku ew gelekî berxwedêr û azadîxwaz in.
Li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Zozan Xelîl û got: "Li dijî çete û dagirkeran, şehîdên me li ber xwe da. Tenê daxwaza wan parastina vî gelî ye, ji ber vê yekê ew canê xwe feda dikin."
Piştre endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zeyneb Ebdo û Ronahî Oso nasnameya her sê şehîdan xwendin û radestî malbatan kirin.
Piştre cenazeyên şehîdan di nava dirûşm û tilîliyên dayikan de spartin axê.