Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê, cenazeyên Şervanên YPG‘ê Elî Xelîl (Zagros Hesekê), Elî El-Ebdo (Mistefa) û Yûsif Hesekê ( Lewend Hesekê) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê bi rê ketin.
Karwanê cenazeyê şehîdan li gundê Dawidiyê ji aliyê bi sedan welatiyên gund ve hate pêşwazîkirin. Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin û merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.
Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê endamê meclîsê Ehmed Esed axivî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got; “Bi saya keda şehîdan em bi aramî li ser xaka xwe dijîn.”
Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm jî diyar kir ku şehîdan, efsaneyên qehremanî di rûpelên dîrokî de rêsandin. Salim Îbrahîm soza şopandina xeta şehîdan nû kir.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Her wiha nasnameya endamekî Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed El-Mihemed ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, hate ragihandin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hate veşartin.