Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê bi merasîmekê spartin axê
Welatiyên herêma Dêrikê, navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa bi merasîmekê cenazeyê 2 şervanên azadiyê spartin axê.
Welatiyên herêma Dêrikê, navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa bi merasîmekê cenazeyê 2 şervanên azadiyê spartin axê.
Cenazeyên şervanê YPGʹê Mihemed Cûma (Herekol Til Koçer) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû û Endamê Hêzên Asayîşa Til Koçer Hisên Xelîfê ku di encama krîza dil de şehîd bûbû ji nexweşxaneya bajarê Dêrikê ji aliyê hezaran kesan ve hate girtin û birin goristan bajarokê Til Koçer.
Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê YPGʹê Şengal Til Koçer axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û soza şopandina riya wan da.
Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Koçer Nafiz Ebdulezîz jî diyar kir ku tevgera azadiyê bi saya fedekariya têkoşeran bi ser dikeve û wiha domand, ʺMihemed û Hisên şehîdên biratiya gelan in.ʺ
Ebdulezîz soza şopandina rêya şehîdan da û sersaxî ji malbatên wan re xwest.
Piştî axaftinan, nasnameyên herdu cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Piştre nasnameya gerîlayê HPGʹê Gabar Dêrik (Qehreman Kafî) hat eşkerekirin ê ku di 28ʹê Gulana sala 2017ʹan li herêma Garê şehîd bûbû.
Di dawiyê de cenazeyên Mihemed Cûma û Hisên Xelîfê li goristanê bi dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ hate veşartin.