Cenazeyê 2 şervanên QSD’ê spartin axê

Welatiyên herêma Kerama û gundewarên wê cenazeyên 2 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Sêvdar bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan welatiyên herêma Kerama û gundewarên wê ji bo merasîma cenazeyên şervanên QSD‘ê Mûsa El-Esker û Besam El-Hesen ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li deriyê ketina herêmê kom bûn. Girseya ku cenazeyên herdu têkoşeran wergirtin bi kerwanekê wesayîtan ku bi wêneyê şehîdan û alên QSD‘ê hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Sêvdar ve bi rê ketin, di rê de bê navberê dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin qîrkirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve hate destpêkirin. Piştre li navê QSD‘ê Abdullah El-Celxîf axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. El-Celxîf soza şopandina xeta şehîdan da û got ku ew ê tola şehîdan rakirin û terora li herêmê bi dawî bikin.

Piştî ku nasnameya şehîdan hate xwendin û rasdetî malbatên wan hatin kirin û şûnde cenazeyên şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayika ve sparin axê.