Cenazeyê 2 şervanên Erka Xweparastinê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazayê 2 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê li Goristana şehîd Mehmûd Temê bi merasîmekê hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazayê 2 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê li Goristana şehîd Mehmûd Temê bi merasîmekê hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Salih Xelef û Xelîl Mehmûd bi merasîmekê li Goristana şehîd Mehmûd Temê veşartin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî destpê kir, piştre jî Fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Aras Girê Spî û endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Sozan Bircis axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Di axaftinan de hate gotin bi saya şehîdan herêm di nava şatî û biratiyê de dijîn.
Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîdna hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.