Cenazeyê 2 şervanan li Sirînê hatin veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Seyîd Ehmed Mustefa li gel endamê HPC’ê Mûhîb HEmasî li Sirînê bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Seyîd Ehmed Mustefa li gel endamê HPC’ê Mûhîb HEmasî li Sirînê bi merasîmekê hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên bajaroka Sirînê ya dikeve başûrê Kantona Kobanê cenazeyên şervanê QSD′ê Seyid Ehmed Mustefa (Ebû Teleqa) û Endamê HPC′ê Muhîb Hemaşî (Muhîb Cirniye) ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristanên bajarokên Cirniye û Sirînê veşartin.
Merasîma oxirkirinê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajaroka Sirînê bi beşdariya şervanên YPG/YPJ/HPC′ê û Hevserokatiya Meclîsa TEV-DEM′ê Hedle Hesen û Ehmed Şêxo, hat lidarxistin. Merasîm li gel deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.
Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mûstefa Mislim û Hevserok Meclîsa TEV-DEM′ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêxo axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û serkeftinên ku li Reqayê bi saya hevgirtina gelê Bakurê Sûriyê û fedekariyên ciwanên herêmê têne bidestxistin, pîroz kirin. Her wiha bang li gelê herêmê kirin ku piştgiriya hêzên QSD′ê bikin û hêviyên şehîdan pêk bînin.
Birayê şehîd Seyid Ehmed, Receb Mûstefa jî axivî û got ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilind in û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê da.
Piştre nasnameyên şervanan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Seyid Ehmed li Goristana bajaroka Sirînê û cenazeyê şehîd Muhîb Hemaşî li Goristana bajaroka Cirniye, hatin veşartin.