Cenazeyê 2 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Welatiyên navçeya Eyn Îsa û bajarê Reqayê cenazeyên 2 şervanên QSD′ê Musem Îbrahîm û Emar Reqa ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li goristana Şehîdan a Reqayê veşartin.
Welatiyên navçeya Eyn Îsa û bajarê Reqayê cenazeyên 2 şervanên QSD′ê Musem Îbrahîm û Emar Reqa ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li goristana Şehîdan a Reqayê veşartin.
Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û bajarê Reqayê li qada Şaredariya Gel a bajarê Reqayê kom bûn, cenazeyên 2 şervanên Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) Musem Îbrahîm û Emar Reqa yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Reqayê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD′ê ve destpê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mûstefa û Endamê Buroya Têkîliyên Dîplomatîk a QSD′ê Hisên Îbrahîm axivîn û bal kişandin ser lehengiya gelê Reqayê û Bakurê Sûriyê.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşma ″Şehîd namirin” û tîlîliyên dayikan ve hatin veşartin.