Cenazeyê 2 şehîdên Bagera Cizîrê û Reqayê hatin veşartin

Bi sedan welatiyên Til Temir cenazeyê 2 şervanên Pêngava Bagera Cizîrê û Rizgarkirina Reqayê bi merasîmekê li goristanê veşartin.

Şêniyên herêma Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG`ê Mihemed Mihemed (Ceger Kobanê) ku di Pêngava  Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji nexweşxaneya Wetenî ya Serêkaniyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Til Temir ve, ketin rê.

Her wiha şêniyên herêma Til Temir û gundên wê jî  cenazeyê şervanê Hêzên Asayîşê Basil Şêx Salih ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê wergirtin û ber bi goristana şehîdan a  Til Temir ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hêzên Asayîşê, YPJ/YPG`ê merasîmeke leşkerî li dar xistin.

Di berdewamiya merasîmê de, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Cizîrê Îdan Xelef,li ser navê Fermandariya Giştî yê Hêzên Asayişê Fermandar Merwan Ebdû, li ser  navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Cizîrê Hisên Elî û malbatên herdu şehîdan, axaftin hate kirin.

Îdan Xelef axivî û got ku hemû pêkhateyên civakê ji destpêkê de parastina axa xwe dikin, şehîdên ku azadî, rûmet û şaristaniyê ku bapîrên wan dane avakirin, diparêzin.

Yek ji Fermandariya Hêzên Asayişa Rojava Merwan Ebdû di merasîmê de axivî û got: “Şehîd Basil yê ku canê xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kir, ew yek ji wan kesan e ku di destpêkê de tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûye.”

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Cizîrê Hisên Elî axivî û sersaxî ji malbata herdu şehîdan re xwest.

Bi navê malbata şehîd Basil apê wî Ehmed Salih axivî û sersaxî ji malbatên hemû şehîdan re xwest û soza şopandina rêya hemû cangoriyan da.

Di dawiyê de wesîqeta şehadeta herdu şehîdan ji aliyê Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan ya bajarê Til Temirê Abdulbaqî Kûtî hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Piştre Hêzên Asayişê û şervanên YPG`ê cenazeyê herdu şehîdan rakirin ser milan û di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristanê veşartin.