Cenazeyê 2 şehîdan li Minbicê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin.
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Hemed Hisên Ebû Ehmed Şemal û Mihemed Qeraca (Ebû Ebdullah) ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana şehîdan a bajarê Minbicê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endama Saziya Malbatên Şehîdan Kefaa Elî axivî, diyar kir ku têkoşerên azadiyê bi xwîna xwe destaneyên lehengiyê nivîsandin û li sînga hemû kesên azadîxwaz bûn stêrk.
Piştre Fermandarê Tabûrên Şems El-Şemal Ebû Adil jî anî ziman ku cangoriyên azadiyê ji bo rizgarkirina welat canê xwe feda kirin û got: ″Şehîd Mihemed yek ji şervanên ku li gel Feysel Ebû Leyla û Ebû Emced, beşdarî hemû pêngavan bûye″.
Her wiha Hevserokê Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê Sûhêl Walî jî axivî, sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwest û wiha anî ziman: ″Dîrok bi destê şehîdan û lehengan tê nivîsandin″.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ve hatin veşartin.