Cenazeyê 2 şehîdan li Dêrikê hatin veşartin
Welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Hemûd (Rêzan Qamişlo) û Kajîn Yasînzat (Birûsk Rojhilat) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Hemûd (Rêzan Qamişlo) û Kajîn Yasînzat (Birûsk Rojhilat) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Bi sedan welatiyên herêma Dêrikê cenazeyên şervanên YPG′ê Ehmed Hemûd (Rêzan Qamişlo) û Kajîn Yasînzat (Birûsk Rojhilat) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, ji Nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrik. Welatiyan dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ berz kirin.
Li goristanê ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparstinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Ebûd Hesen axivî û da zanîn ku şehîd nasname û rûmeta welat in. Hesen wiha got: ″Şehîdan ji bo parastina welat, nasname û rûmeta me canê xwe feda kirin. Em soza tolhildana wan û parastina destkeftiyên wan nû dikin. Em ê ji bo tevahî gelên bindest têbikoşin, jiyanê ji mirin û şehadetê biafirînin.”
Hesen di dawiya axaftina xwe de berxwedana şervanên azadiyê ya di Pêngava Rizgarkirina Reqa û Bagera Cizirê de cih girtine, silav kir.
Piştre jî Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm berxwedana lehengan silav kir û wiha axivî: ″Di vê pêvajoya dîrokî û hestyar de, em xwediyên projeya demokratîk a rizgarkirina gelan a ji zulmê ne.″
Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatên şehîdan jî diyar kirin ku ew bi şehadeta zarokên xwe serbilind in û soza domandina têkoşîna wan dan.
Di dawiyê de cenazeyên şervanên azadiyê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hatin veşartin.