Cebhet El Ekrad nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El Ekrad nasnameya şervanekî xwe eşkere kir ku li bajarokê Erîma yê Babê şehîd bû.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El Ekrad nasnameya şervanekî xwe eşkere kir ku li bajarokê Erîma yê Babê şehîd bû.
Têkildarî mijarê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El-Ekrad daxuyaniyek da û nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hevrê Ehmed Mistefa Dawûd ku endamekî hêzên me yê Lîwa Şoreşgerên Idlibê ya girêdayî Cebhet El-Ekrad li bajarokê Erîma gihaşt asta şehadetê. Dema şervanê me li ser erka xwe ya parastina xak û welatê xwe bû, di 6’ê Tîrmehê şehîd bû.
Navê tevgerî: Ebû Fewaz
Nav û paşnav: Ehmed Dawûd
Navê bav: Mistefa
Navê dayikê: Wetif
Cih û dîroja jidayikbûnê: Idlib, 1999
Cih û dîroka tevlêbûnê: Erîma, 2019
Cih û dîroka şehadetê: Erîma, 06.07.2022
Em Hêzên Cebhet El-Ekrad û Lîwa Şoreşgerên Idlibê sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û bejna xwe li hember fedakariyên şehîdên me ku canê xwe di oxira parastina welat û gelê xwe de daye, ditewînin.
Em ê heta ewlehî û aştî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were, li ser rêça şehîdan bin."