Bulbul: Em ê li dijî darbeya sivîl li ber xwe bidin

Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul diyar kir, desteserkirina şaredariyên HDP'î darbeya sivîl e û got, "Em ê mafên xwe yên rewa hemûyan bi kar bînin û li dijî darbeya sivîl li ber xwe bidin."

Nerazîbûna li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î didomin. Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, polîtîkayên qeyûman ên AKP'ê nirxandin.

'QEYÛM DERBEYA SIVÎL E'

Bulbul, desteserkirina şaredariyên Wan, Mêrdîn û Amed ên bi qeyûman wekî derbeya sivîl nirxand, anî ziman ku hikûmeta AKP’ê vê helwesta înkarkirin û nîjadî ji aqlê dewletê wergirtiye û ev jî plana Şark Ishalatê ye. Bulbul bilêv kir ku çawa ku ji bo Dersimê Mufettîşê taybet hat tayînkirin îro jî tayînkirina qeyûman hatiye rojane kirin û wiha axivî: “Em tayîn kirina qeyûman bi ti awayî qebûl nakin, em ê weke HDP’ê hemû mafên xwe yên rewa bi kar bînin û li dijî vê derbeya sivîl têbikoşin. Piştevaniyên li dijî qeyûm gelek girîng e, berî çend rojan li Antalya sazî û dezgehên sivîl li dijî qeyûm form amadekirin û li dijî qeyûm wê cihê xwe li gel xelkê Amed, Wan û Mêrdînê bigirin. Tenê gotina, em li dijî qeyûm in û qebûl nakin, têr nake û divê li her qadê bertekên li dijî qeyûman bilind bibe. Çalakiyên li dijî qeyûman rewa û demokratîk e.”

'SOYLÛ Û ERDOGAN SÛC DIKIN, DIVÊ DOZGER BIKEVIN DEWRÊ'

Bulbul destnîşan kir ku Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû û Erdogan li dijî demokrasi û vîna gelên Amed, Mêrdîn û Wanê sûcê hiqûqî dike. Bulbul bang li dozgeran kir ku li dijî binpêkirina hiqûqê bikevin dewrê û wiha pêde çû: “AKP li dijî zagonên xwe derdikeve û li gorî zagonên wan bi xwe jî Hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û ev di qanûna de jî wiha derbaz dibe. Ti hincet tineye ku hevşaredarên me ji peywîrê hatine girtin û bi zimanê siyasetê jî ev yek derbe ye. Ez vê yekê bi tundî şermezar dikim û teqez em ê mafê xwe bi dest bixin.”

'TIŞTA REWA Û SEREKE BERXWEDAN E'

Bulbul da xuyakirin ku di Destûra Bingehîn a 12’ê Îlona 1982’an de jî qanûnê weke vê serdemê tinebûn û got: “Ji ber ku AKP’ê ti hincet nedît ku li pêş hevşaredarên me bigrin, bi hincetên hundirê wan vala hevşaredarên me ji peywîrê girtin. Dewlet ji bo têkoşîna gelê Kurd tine bike her cûre polîtîkayê pêk tîne. Birêz Ocalan ji bo aştiya civakî bang dike. Lê mixabin niha aqlê dewletê ne di asta vê yekê de ye û loma tiştên wiha dike. Qeyûman tayîn dike. Li hemberî vê tişta divê bê kirin, tişta herî sereke berxwedaneke rewa, bikaranîna mafê demokratîk e."