Bombardûmana li ser Zirganê: Jinek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe bombe li Zirganê barand. Di encamê de Ayşar Hisên El Kemorî birîndar bû.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber dewam dikin. Doh li navçeyên Zirgan û Til Temirê yên Kantona Hesekê bombardûman hate kirin. Di encamê de jinek bi rîndar bû, xisareke mezin a madî li herêmê bû.

Dewleta Tirk a dagirker doh bombardûmaneke giran li navenda navçeya Zirganê û herêmên bakur, başûr û rojavayê navçeyê kir. Dewleta Tirk bombe li gundên Dirdara û Eboş ên Til Temirê bombe kir.

Li gundê Metmorayê di êrişê de Ayşar Hisên El Kemorî ya 23 salî birîndar bû.

Roja Duşemê di êrîşa dewleta Tirk de ya li ser Zirgan û Til Temirê 4 kes birîndar bûn.