Bombardûmana dagirkeran a li ser Rojava bênavber dewam dike -NÛ DIBE
Sivîl û binesaziya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têne bombekirin. Dewleta Tirk a dagirker bênavber bombardûmanê li ser dehan gund û bajaran dike.
Sivîl û binesaziya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têne bombekirin. Dewleta Tirk a dagirker bênavber bombardûmanê li ser dehan gund û bajaran dike.
Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19'ê Mijdarê de gihîşt asteke nû. Êrîş bi dehan balafirên şer, topbarana giran û balafirên bêmirov ên bombebarkirî tê kirin. Bombardûman bi taybetî jî li ser sivîlan û binesaziyê tê kirin. Her saet sûcên şer ên dewleta Tirk girantir dibin.
LI ZIRGANÊ 2 GUNDÎ BIRÎNDAR BÛN
Li gundê Zêdiyê yê navçeya Zirganê ya Kantoan Hesekê bi dema herêmî saet di 13:30'î de bi balafira bêmirov a bombebarkirî êrîş hate kirin. Di encamê de 2 gundî birîndar bûn.
LI ÇILAXAYÊ BOMBE LI STASYONA PETROLÊ HATE BARANDIN: 2 ENDEZYAR BIRÎNDAR BÛN
Li gundê Girholê yê li rojhilatê Çilaxayê ku ser bi Kantona Qamişloyê ve ye, bombe li stasyona petrolê ya Dîcleyê hate barandin.
Di encama êrişê de endezyar Yasir Setam û Ebdulkerîm Ebdo birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Girkê Legê û Qamişloyê.
STASYONÊN PETROLÊ YÊN LI QAMIŞLOYÊ HATIN BOMBEKIRIN
Li nêzî gundê Mela Ebas ê li Qamişloyê, stasyonoa petrolê ya Zerabeyê hate bombekirin.
Bi ehman rengî stasyona petrolê ya Seîde ya li gundê Girdîmê yê bi 10 kîlometreyan li bakurê Tirbespiyê ye hate bombekirin.
Herdu stasyon weke depoya petrolê dihatin bikaranîn.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, li pêş çavên hêzên Rûsya û DYE'yê, qatên petrolê yên li Tirbespiyê hatin bombekirin.
Stasyona Seîde di heman demê de stasyona herî mezin a petrolê ya li Kantona Qamişloyê ye.
ÊRÎŞ LI WESAYITEKE SIVÎL HATE KIRIN
Li Qamişloyê her wiha bi balafira bêmirov a bombebarkirî êrîş li ser wesayiteke sivîl hate kirin. Hate ragihandin ku di encamê de 3 kes birîndar bûn. Li ser rewşa tenduristiyê ya birîndaran agahî bi dest neketin.
BI ŞEV BOMBARDÛMAN LI DÊRIKÊ HATE KIRIN
Gundên Siwidikê û Alîaxa yên Dêrikê bi şev ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.
LI TIL TEMIRÊ NUQTEYA HEVPAR A RÛS-QSD'Ê HATE BOMBEKIRIN
Li Til Temirê, nuqteyeke hevpar a QSD û Rûsyayê bi balafira keşfê ya bombebarkirî hate bombekirin. Tê gotin ku di encama êrîşê de şehîd û birîndar hene. Li heman nuqteyê, dema ku hewl hate dayin birîndar ji cihê êrîşê bên derxistin, careke din êrîş hate kirin. Di encamê de 2 şervanên din ên QSD'ê birîndar bûn.
NAVENDA QAMIŞLOYÊ HATE BOMBEKIRIN, BIRÎNDAR HENE
Binesaziya navenda bajarê Qamişloyê hate bombekirin, tê gotin ku birîndar hene.
Gundê Himo yê li rojavayê Qamişloyê û gundê Til Zîwan ê li rojhilatê bajêr bi dema herêmî saet di 12:30'î de hatinb ombekirin. Her wiha li ser bajarokê Rimêlanê jî liv û tevgera leşkerî hebû.
LI TIRBESPIYÊ ÊRÎŞ LI XIZMETÊN SIVÎL HATE KIRIN
Balafirên şer ên Tirk navenda genim a li rojhilatê Tirbespiyê û gundê Şelhomiyê yê li bakurê navçeyê bombe kirin. Bi dema herêmê saet di 12:20'î de li tev û tevgera hewayî ya li herêmê dewam dikir.
ÊRÎŞ LI SER KARKERAN HATE KIRIN: 4 KES BIRÎNDAR BÛN
Balafirên şer li başûrê Tirbespiyê bombe li wesayiteke karkeran barandin. Di êrîşê de Ebdurehman El Ehmed (22), Îbrahîm El Mihemed (43), Ebdulmunim Xelîfe (28) û Ziyad El Hebîb (35) birîndar bûn. Karkerên birîndar rakirin Navenda Heyva Sor a Kurd.
Li rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişoyê qada petrolê ya Ewdayê careke din hate bombekirin. Serê sibehê qada petrolê herî kêm sê caran hate bombekirin.
BOMBARDÛMANA LI SER AMÛDÊ
Gundê Til Hemdûn ê li rojavayê Amûdê, gundikê Ezedîn Çolî bi dema herêmî saet di 12:00 de hatin bombekirin.
LI TIL KOÇERÊ ÊRIŞA HEWAYÎ: BIRÎNDA HENE
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Elî Axa yê Til Koçerê 4 caran bombe kirin. Hate ragihandin ku ji ber êrîşê birîndar hene.
BOMBE LI STASYONA PETROLÊ YA ÇILAXAYÊ HATE BARANDIN
Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî bombe li Stasyona Petrolê ya Dîcle ya li gundê Girhokê yê li başûrê Çilaxayê barand. Ambûlansan berê xwe dan cihê êrîşê.
LI EFRÎNÊ HERÎ KÊM 1300 BOMBE DI NAVA 24 SAETÊN DAWÎ DE HATIN AVÊTIN
Di nava 24 saetên dawî de zêdeyî hezar û 300 top, obus û tank li herêma Efrînê ketin.
Dagirkeran li Kantona Şehbayê êrîş birin ser 14 herêman, li Şerayê 7 herêm û li Şêrawayê jî 5 herêm hatin bombekirin.
Deverên ku hatine bombekirin:
Kantona Şehbayê: Semûqa, Til Medîq, Til Cîcan, Medûnê, Til Enab, Şêx Îsa, Balafirgeha Minixê, Bendava Şehbayê, Bêlûniyê, Til Rifet, Werdiyê, Sealê, Kefer Naya û Eyn Deqnê.
Şera: Gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Til Ecar, Elqemiyê, Îrşadiyê û Tat Maraşê.
Şêrawa: Gundên Meyasê, Bênê, Aqîbê û Bir Qas û daristana Soxanekê.
Di encama van êrîşan de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 2 leşker jî birîndar bûn. Ji ber bombardûmanê xisara madî li herêmê bû.
ÊRÎŞÊN LI SER ŞEHBAYÊ DEWAM DIKIN
Sibeha Çarşemê jî êrîşan dewam kirin. Bi dema herêmî saet di 08:40'î de dewleta Tirk a dagirker gundên Til Medîq û Til Cîcan ên Kantona Şehbayê û Bendava Şehbayê bombardûman kir. Nêzî 30 topên obusê li gundan ketin.
Bi dema herêmî saet di 12:30'î de gundên Xirnêta, Hesecê û Samuqa yên Şehbayê careke din hatin bombekirin.
TIL RIFET TÊ BOMBEKIRIN
Bi dema herêmî saet di 10:30'î de li ser Til Rifetê ya Kantona Şehbayê êrîş hate destpêkirin. Bi taybetî êrîş li dijî taxa Sînaayê hate kirin.
TOPBARANA GIRAN A LI SER KOBANÊ
Di heman demê de gundê Xirab Eto yê Kobanê bi rengekî giran tê bombekirin.