Birayên şehîd El Tebxan hatin oxirkirin

Cenazeyên du şervanên QSD'ê yên bira Mihemed Îyade El Tebxan (Hemze) û Ehmed Îyade El Tebxan (Heyder) ku di pêngava "Gurzê Gelan" ya bersivdayîna êrîşên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyan cenazeyên şerevanên QSD'ê yên bira Mihemed Îyade El Tebxan (Hemze) û Ehmed Îyade El Tebxan (Heyder) ên bersivdayîna êrîşên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa de şehîd bûbûn, ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwaneke girseyî ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre yek ji Fermandarên QSD’ê Sayil El Zoba axivî û da zanîn ku pêwîstî bi berdewamkirina şerê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û aliyên hewl didin xaka Sûriyê dagir bikin, heye.

El Zoba wiha got: "Em ji cîhanê re dibêjin em yek gel û yek dest in û li dijî tevahî komployên li dijî me disekinin. Em soz didin malbatên şehîdan ku em ê heta têkbirina tevahî komployên li dijî herêmê li ser rêça şehîdan bimeşin."

Hevseroka Nivîsgeha Ewqafê ya Şedadê Ehmed El Esed jî ev tişt got: "QSD’ê şêniyên Hesekê parast û bi saya berxwedana wan a lehengane nehişt terorîst ji girtîgehê derkevin."

El Esed bang li civata navneteweyî kir ku li kêlek QSD’ê bisekinin û bi erka xwe ya li hember çeteyên DAIŞ’ê û çi hewldana şikandina vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabe.

Di dawiyê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm nasnameya her du şehîdan xwendin û radest malbata wan kirin.

Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.