Bîranînên kesayetên Başûr li gel Ocalan: Pêncewînî

Bi wesîleya 21’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê bîranînên kesayetên ji Başûrê Kurdistanê ligel Ocalan parve bikin. Yek ji van jî siyasetmedar Mihemed Emîn Pencewîn e.

Dawiya sala 1989’an heta dawiya salên 1994’an komek ji siyasetmedar, hunermend, çalakvanên siyasî, nivîskar û rewşenbîr yên Başûrê Kurdistanê serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û ji ANF’ê re qala bîranînên xwe yên bi Ocalan re dikin. Yek ji van jî siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncewînî ye.

Pêncewînî wiha qala bîranînên xwe yên li gel Ocalan dike û wiha vedibêje:

“Navê min Mihemed Emîn Pêncewînî ye, sala 1944’an li Pêncwênê li dayîk bûme. Min xwendina xwe ya seretayî li Pêncwên qedandiye û ji bo xwendina navendî jî hatime bajarê Silêmanî. Ji destpêka ciwantiya xwe de ji ber ku birayên min ên mezin di nava Partiya Komunîst a Iraqê de bûn lewma bi hizir û wêjeya siyasî ve mijûl bûme û bi rêya wan ketim nava xebatê siyasetê. Dema hatim bajarê Silêmanî derbasî Desteya Xwendekarên Partiya Şûî (Komunîst) ya Silêmanî bûm.

Naskirina min a bi kadroyên PKK û Rêber Apo piştî raperîna Başûrê Kurdistanê çêbû. Dema Kadroyên PKK’ê hatine nav bajar, wê çaxê ez li Hewlêr dijiyam. Tê bîra min ku wê demê 2 Kadroyên PKK’ê hatibûn li gel dukandareke bajêr belge kopya dikirin; wê demê bû ku êdî min bi wan re nîqaş kir û got Hûn ji bo çi hatine û çi dikin? wan jî gotin ku em şoreş dikin û pertiyek in ji bo her çar beşên Kurdistanê. Yek ji wan hevalan ku danustandinê min pê re hebû hevalê Azad Haco bû ku ji Rojavayê Kurdistanê bû. Ji berku min bi başî Kurmancî nedizanî lewma bi zimanê erebî bi wî hevalê re nîqaş dikir.

Heval Azad Haco li Çiya bi navê Hesen Haco dihat naskirin. Piştre ku têkiliyên me bi hevre geştir bû wê serdana mala min dikirin, hevalên brîndar dianîn malê da ku doktor wana tedavî bike. Min ji heval Haco re got ku pirtûkê Rêbertî yên bi zimanê Erebî yan jî zaraveya Soranî dixwazim. Lê belê wergera pirtûkan baş nehatibû çêkirin, min pirtûkên Rêbertî yên wergerê Erebî hatibûn kirin dixwend. Êdî min pêyvendiyeke bihêz bi hevalan re çêkir, mala me li Hewlêrê ji bo hemû hevalan û yên birîndar weke navendekê lêhatibû û hevalan berdewam serdana mala me dikirin. Min heval Azad Haco û doktor Weysî li Silêmanî, Derbendîxan, Helebce, Hewlêr û Germiyan gerand û gelek kesayetên çepgir û Şûî (Komunîst) bi wan da nasîn ku kesayetên paqij bûn û gel rêz dida wan.

HIZIR WIHA BÛ KU EM WÊ ALA KETÎ YA ŞOREŞA ÇEP BILIND DIKIN

Wê demê sala 1991’an ji hêla Osman Ocalan nameyek ji wan re hat ku têde hatibû gotin li Zagrosê konferansa PAK (Partiya Azaiya Kurdistan) heye. Rehmetî doktor Sîrwan wê derê ji min re ragihand ku tu jî ji bo konferansê hatî wexwandin û min jî pejirand. Konferans li çiyayê Zagros lidarket. Dîwana konferansê Mahîr Emîn bû. Wê ji min re got ku madem tu gihiştî vê derê tu yê bikarî bigihîjî hemû cihî û êdî piştre nebêjî ez nikarim û temenê min mezin e. Di konferansa damezrandina Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) 100 kes beşdar bûbûn. Ez weke mêhvan hatibûm wexwendin û sê rojan tevlî konferansê bûm. Wana qal dikirin ku tevgerên çep li cîhanê rûxiyane û hemû blokên soviyetê hilweşîne û pir kesên ku baweriya wan bi şoreşa proleterya hebû û li ser bingehê şoreşa Cotmehê xebat dikirin, dev jê berdane û ji ber wê rûxiya û ji hev belav bûye. Nîqaşên li ser wê mjarê dirêj kir, hemû heval xwedî nêrîn bûn û ji ber wê nêzî 12 saet’an dewam kir. Hizir wiha bû ku em wê ala ketî ya şoreşa çep bilind dikin û Tevgera Komunîst li çiyayên Kurdistanê dadimezrînin. Li wê derê min jî mafê axaftinê xwest û got şoreşa PKK’ê şoreşa azadiya Kurdistanê ye, avakirina pergala sosyalîstî li gorî vê aboriya çandinî ya li Kurdistanê pêkane lewre em şoreşa proleterya pêktînin û ji niha ve di qonaxa azadkirina niştîmanin, ji ber wê jî pêwîste li ser vê esasê bernameyekî diyar bikin. Beriya niha ku çûbûm gel Rêber Apo jî hizir wiha bû ku em destpêkê Kurdistanê azad bikin piştre li ser wê bisekînin ku gel pergalekî çawa dixwaze, min jî bersiv da ku em nikarin wê tevgera çep ya hilweşiyayî li vê derê kom bikin, ji ber vê jî pêwîste li gorî qonaxa azadkirina niştîmanî planekî çêbikin. Eger me karî em beşekî Kurdistan azad bikin ew tê wateya ku me kariye beşekî mirovatiyê azad bikin. Ew yek derbasê rapora kongreyê bû ku destpêkê pêwîste em ji bo qonaxa rizgarkirina niştîman amade bin.

Kongre nêzî 12 rojan pê çû. Piştre ez wegeriyam bajarê Kerkûkê, dema wegerê de li navçeya Sîdekanê çûme mala Kerîmxan (Biradostî) ku berê em bihevre di Encûmena Teşrîî de bûn. Kerîmxan ji min re got ku xêre tu jî bûyî PKK’yî. Ger ku Turk dev ji me berdin ez bi xwe jî alîkariyê didim. Piştre derbasî Hewlêrê bûm, li wê derê çûme serdana Velîd Topalşa ku pêyekî wê protez bû. Min nameyekî ku heval Mahîr ji bo wî rêkiribû da wî. Beriya ku wegerim heval Sîrwan bi taybet ji min re got ku bi me re kar bike û min jî got ku ez û dostên xwe emê alîkariyê bidin, lê ezê nekaribim xebatê rêxistinî bikim ji ber ku temenê min mezine û hêza min têra wan karan nake. Dema ku wegeriyam bajêr du hevalê ku hatibûn di nava PAK’ê de cih bigirin lê endamê kongreyê nebûn ji min xwestin ku gel bi wan bidim naskirin. Ez jî bi wesayîtek ku bi wan re hebû li deştên Kerkûkê ve destpêkir û hemû Şûî yên ku mirovên baş û paqij bûn bi hevalan re da naskirin û pêyvendiya di navbera wan û hevalan de çêkir.

Rojekî wana ji min re ragihand ku tu ji bo biçî Akademiya Mehsûm Korkmaz ya li Kampa Beqa’yê a li Lubnanê bû hatî vexwendin. Her wiha gotin ku emê bi xwe bi rêya xwe te derbasî Rojava bikin. Ji min pirsîn ku ka kê pêşniyar dikî, min jî Tas Heyder, Tariq Cambaz û Çalak Sofî ku kurê xizmekî min û jêhatî bû gazî kir. A niha li welatê Swêdê dimîne. Her wiha min gazî ew ciwanê dukandar yê fotokopiyê kir yê ku heval diçûne gel wî û karê çap û belavkirinê li gel wê çêdikirin. Navê wî Hekîm bû, bi xwe ji Silêmanî bû ku li Hewlêrê dukana fotokopiyê wekiribû lê niha li Elmanyayê dimîne û dukana xwe li wê derê wekiriye. Em bi rêketin, şevekî li bajarê Zaxo man û piştre jî bi pê em çûn çiyayê Bêxêr. Li wê derê jî komek heval hebûn û em derbasî milê din yê avê bûn. Em derbasî Rojava bûn û bi qasî tê bîra min li gundekî bi navê Rêyhanok man. Piştre wesayîtek anîn û em derbasî Şamê bûn. Wê çaxê li taxa Mezrae ya Şamê çend malê hevalan hebû, Rêbertî jî li wê derê bû. Wê derê em ji bo çend rojan li mêvanxaneyekî de man, piştre me birin Kampa Beqayê. Dema em nêzîk bûn çiyayek hebû, xwediyê wesayîtê ji me re got ku ezê we heta cadeya qîr diqede bibim û êdî em bi pêyan ber bi gelî ve çûn. Li wê derê me çend komên din dît ku ew jî dihatin Kampa Beqayê. Em li Akademiyê derbasî gel Rêbertî bûn û nêzî 10 roj li wê derê man. Rêbertî her roj semînarek dida ciwanên ku dibûne gerîla. Carekî Rêbertî pirsî ka kê gotinê wê/î heye, wê demê min û yên din çend gotin kirin lê ji ber ku demekî dirêj di nav tevgera siyasî de mame axaftina min kirî dirêjtir bû. Gotinên min hatibûn qeydkirin ku piştre hevalekî kaseta axaftinên min tê de qeydkirî bû ji min re anî û min jî ew da dostên xwe da ku ji min re kopyayekî bigirin lê ew jî reş bû û nemaye.

Rojekî Rêbertî hat û got hûn ên ji Başûr hemû meşrûbê (wexwarina bi elkol) diwexwon, lê li gel me wexwarin qedexeye, min jî bersiv da û got birêz ez ne tenê diwexwom berku şerabê jî çêdikim. Kesek bi navê Kurmanc li wê derê bû ku ew jî piştre rewî, çû PDK’ê û ew bi Ezîz Weysî re kirin general. Ezîz Weysî hefteyek beriya me ji nav partiyê(PKK) rewî bû. Wê derê ji ber ku Kurmanc ji Duhokê bû û baştir fêhm dikir lewma ewî ji me re axaftin werger dikir. Lê piştre derket Haşim ku bi navê Kurmanc dihat nasîn hemû ji aliyê PDK’ê ve hatine şandin. Haşim Siktî ku bi navê Kurmanc dihat naskirin yek ji wan fermandarên pêşmerge bû ku (di dema êrîşa DAÎŞ’ê de) Şengal terikandin.

EZÊ BI HEMÛ HÊZA XWE XIZMETÎ TEVGERÊ BIKIM

Piştre em birin Helebê mala Omer Muxtar ku di navbera Tirkiye û Sûriyê de kasibkarî dikir, Omer Muxtar dostê Rêbertî bû. Piştî çend rojan em wegeriyan Başûrê Kurdistanê. Bi rastî jî ez pir bûbûm heyranê hevalan. Dema min wana dît bi hezaran keç û xurt wê derê bûn ku pir bi dîsîplîn bûn, min qet bêdîsîplînî û alozî di nava wan de nedît. Jiyankirina wan pir rêkûpêk bû. Serê sibehê bi durûşmên netewî dimeşiyan û Rêbertî jî dihate nava wan. Min hemû pirtûkên ku wergerê Erebî hatibûn kirin xwend. Di dawiyê de moralek ji me re çêkirin û min di wê moralê de soz da Rêbertî ku ez nikarim tevlî bibim lê ezê bi hemû hêza xwe xizmetî tevgerê bikim. Hevdîtina min a duyemîn ya bi Rêbertî re di merasîma 15’ê Tebaxê ya 1992’an çêbû. Wê carê pir nerihet bûm, Doktor Reûf Osman ku niha di rêveberiya Tevgera Goran de cih digire li gel min bû. Di rêya ku em ber bi pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ve diçûn de ji bilî bajarê Kobanê ku dûr bû em li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê geriyan. Min di debarê rewşa Başûrê Kurdistanê axaftinek berfireh pêşkêş kir.

Dema wegeriyam Başûr, YNK û PDK’ê biriyarê destgîrkirina min girtibûn. Dostekî min yê bi navê Mulazim Omer ku di polît buroyê de cih digirt min agahdar kir. Ez jî çûm mala dostekî xwe yê bi navê Dara Hecî Îsmaîl ku 60-70 çekdarên wî yên alîgirê YNK’ê bûn, hebû û bi qasî 3 mehan li mala wî de min xwe weşart. Min agahî da hevalan û heval Azad Haco hat gel min. Wê çaxê dest bi girtin û lêdanên hevalan kiribûn. Ez hatim Silêmanî û li wê derê dest bi çalakiyê kir. Min komekî hunerî ji Rojava anî û malek ji bo wan dabîn kir. Li wê derê hevalan çalakiyên xwe pêktînan. Navê berpirsê wê koma mûzîkê Çiya bû ku xebatê siyasî dikir. Dema agahiya destgîrkirina hevalan ya ji aliyê YNK û PDK’ê ve hat, hevala Şîlan ku berpirs bû ji min re got biçe û hevalên ku mane û nehatine girtin bîne wê derê ango mala Dara. Nêzîk 12 heval hatin û me dest bi belavkirina belavokan li mizgeftan kir. Me belavok bi rêya pêşmergeyên Dara ve dişand, pêşmergeyan jî Dara guhdar dikirin. Piştî ku belavok hatin belavkirin wê carê jî dest bi destgîrkirina kesên ku têkiliya wan bi PKK’ê re heye yan jî derbarê PKK’ê de tiştek nivîsîbe, kirin.

Şerê navxweyî ya sala 1992’an destpêkir, Nevşîrwan Mistefa ji Mam Celal pir aciz bûbû. Ez bi rêya Mulazim Omer çûme gel Nevşîrwan Mistefa, Cefer û Mehmûd Sengavî û Heme Hacî Xalî jî li wê derê bûn. Piştî ku Nevşîrwan henek kir, min jê pirsî tu alîgirê vê şerê nînî û wî jî bersiv da û got raste ez alîgirê vê şerê nînim. Piştre min ji wî re got tu cêgirê Mam Celalî û Mulazim Omer jî polîtburo ye ango hûn du cêviyên sereke yên di nav YNK’ê de ne û werin em bi hewre vê şerî ragirin. Li ser pirsa wê ya ku got em çi bikin min got ku em şandeyek ji kesayetên bi navbang yên bajarê Silêmanî çêbikin da ku bizanin ka rastî jî weke dibêjin gelo xeletiya PKK’ê ye an ne. Nevşîrwan got ku çawa dibe û min jî got ku emê biçin Xakûrkê û li PKK bi Osman Ocalan re dicivin û li wê derê jî bi mebesta çareserkirina vê rewşê bi Kampa Beqayê re pêywendî çêdikin. Nevşîrwan got ku pir xetere ku em kesayetiyên siyasî, mamosteyên ayînî, wêjevan û rewşenbîran kom bikin, ji ber ku eger ew yek belav bibe wê Tirkiye pêşiya me bigire. Wî rast digot, Mulazim Omer jî derbarê rewşa şer bi berdewamî min hişyar dikir. Wê demê min hevala Şîlan agahdar dikir da ku agahî bide hevalên li çiya. Cîhazek me hebû, YNK bi vê cîhazê hesiya, bi texmîna min ew kesê ku cîhaz pê re bû xwe radestkiribû.

Piştre min karî ku Nevşîrwan îqna bikim û wî jî got başe ezê werim. Ji bo ku dilê wî rehet bibe min got ku eger te bikujin wê min jî bikujin. Em bi du wesayîtan ku di nav yekê de Şêx Cafer, Mam Rustem, Hamidê Hacî Xalî, doktor Weysî û heval Azad jî hebûn û di nav ya din de parêzvan jî hebûn. Dema em gihiştin navçeya Soran li wê derê Weysî ma û hevalek anî ku şarezayê herêma Xakûrkê bû. Em bi wesayîtê heta çiyayê Şekîf çûn û ji wê derê pêvetir jî ji berku wesayît nekarî biçe, em êvarê bi pêyan meşiyan. Di rê de em ji çend xalên kontrolê yên PKK’ê re bihorîn. Nevşîrwan Mistefa ji ber rewşa xwe ya tendurûstiyê li mala Kerîmxan mabû. Di meşê de me henekê xwe bi hev dikir û digot ku em fêrî jiyana bajêr bûne û êdî nikarin li çiya bijîn… Mam Rustem û Hamidê Hacî Xalî li xaleke kontrolê ya hevalan rawestan û ji hevalan xwestin ku êdî em nikarin bimeşin, kê berpirsiyare bila bê em pê re nîqaş bikin.

Gundê Lêlîkan ku xalê kontrolê ya herî dawî ya hevalan bû û li beramberî wê de pêşmerge hebûn, Nevşîrwan got ku bila bêne Lêlîkan da ku li ser agirbestê lihevbikin. Em êvarê birê ketin û sibehê gihiştin, me Osman Ocalan dît û ji me pirsî ka hûn çi dixwazin. Beriya ku ez bihatibam li Hewlêrê min Mam Celal dîtibû û ji min re gotibû ku ez li ser navê Mesûd Barzanî jî diaxifim, min ji wî pirsî ka hûn çi dixwazin û ez çi ji hevalan re bêjim, ji min re got ku ji wan re bêje bila li ser sînorê Tirkiye û Başûrê Kurdsitanê şer nekin û herêma Xakûrkê û gund û navçeyên wê derê biterikînin da ku televîzyonên Tirkiyê bên û temaşe bikin ku hûn li wê derê nemane. Mam Celal di berdewama axaftina xwe de got ku li şûna wê dikarin bêne nav bajêr û çalakiyên siyasî yên aram û bêçek bikin. Min ew gotinên Mam Celal ji Osman re ragihand, Osman jî pirsî ku Nevşîrwan li kû derê ye? Min bersiv da ku ew ji ber rewşa xwe ya tendurûstiyê nekarî bê lê du rêveberê YNK’ê li xalekî kontrolê ya hevalan de ne. Osman Ocalan got ku ji ber firokeyên Tirkiyê ezê bi şev werim û wana bibînim. Roja paştir Osman çû dîtina Mam Rustem û Hamid û ji wan jî pirsî ka Nevşîrwan? Wana jî gotin ku ji ber rewşa xwe ya tendurûstiyê nekariye bê. Ji ber ku car û bar Nevşîrwan dixeyidî lewma Osman got ku min bihîstiye Nevşîrwan rûniştiye û xebatê nake. Wana jî gotin ku Nevşîrwan çûye Hewlêr da ku li ser vê mijarê bi Mam Celal û Mesûd Barzanî re bicive. Osman jî got temam eger pirsgirêk ew çiyaye be emê biterikînin, çiyayên din pir in. Di dema me nîqaş dikir bi carekî de şer destpêkir.

JI BO KU XWÎN JI CERGÊ MIN Û YA HEZARANÊ DIN NERIJE, EM HEWLBIDIN KU WÊ ŞERÊ RAGIRIN

Dengê hemû cûre çekan dihat. Osman bi cîhazê pêywendî çêkir û pirsa rewşê kir û ji me re got dibêjin dijmin bi pêş ve tê û planê me yê ku em biçin Lêlîkanê da ku bi Nevşîrwan re lihevbikin têk çû. Osman ji me re got ku hûn biçin û bizanin ka çiye. Em di nava şerê her du aliyan de diçûn, ji her alî ve guleyên havan û doçka dihat. Wexta ku em gihiştin Lêlîkanê hevalekê gazî me kir û got were li ser cîhazê Osman dixwaze bi te re biaxife. Ji min re got ka bizane niyeta wane şer e yan aşitî ye. Em wegeriyane gel Nevşîrwan û me dît gelek kon hatine vedan ku hemû hêzên YNK û PDK’ê yên ji navçeyên Xaneqîn, Kelar û Germiyan û gelek aliyan hêz anîbûn. Şêwirmendên her du partiyan hatibûn û wana jî çekdar bi xwe re anîbûn. Li wê derê de min Elî Nebîl naskir ku di raperîna Başûrê Kurdistanê de xwedî roleke sereke bû. Min jê pirs kir ku ew çiye, wê jî got ku ji me re telîmat hatiye û gotine ku eger îşev te nekujin emê sibe te ji wê derê biqewitînin. Piştî ku min got Nevşîrwan li pişta min e wana dubare ji min re gotin ku guhdar bike, eger îşev te nekujin ezê te li wê derê biqewitînim.

Wê demê gaz nebû, nan nebû û êdî her kesê ku diaxifî digot ku PKK 110 hezar warîl gaz heye û her kesek dikare ji xwe re warîlekî gaz bibe û her kesek dikare torbeyekî ar yên ku li şkevtan de hene ji xwe re bigire. Her wiha digotin ku keçên xweşik di nava PKK’ê de hene hûn dikarin yekê ji bo xwe birevînin. Ez çûm gel Nevşîrwan û min jê re got ku qey te şoreş ji bo vê tiştî kir, ji ber wê yekê ye ku ez li dijî vê şerî me. Ez û Nevşîrwan derbasî cihekî vala bûn û min got em hatin ku vê şerî ragirin, ez bi Rêber Apo re jî axifîm û wî ji min re got ku ger Pêncwînî û Nevşîrwan di nava wê lihevkirinê de hebin û bi şertê ku şer çênebe, ez razî me, li Xakûrkê jî Osman, Mahîr û Cûma jî bi nêrînên Rêbertî re bûn. Min ji Nevşîrwan re got ku ez li ser şerfa te hatim û waye şer qewimî. Nevşîrwan aciz bû û cixare li pey hev dikêşa, got ku gazî Ebdula Axa Hemîd û Osmanê Qele Minewer wan ku PDK’yî bûn bike. Nevşîrwan axifî û got navê min weke qehremanê şerê nawxeyî derket û ez wê şerê naxwazim ji ber ku ev şere dibe şerê Başûr û Bakur, dibe şerê Soran û Behdînan her wiha dibe şerê Tirk û Îran. Ji ber vê yekê hewlbidin ku ev şere çênebe, Ebdulayê Reş got ku Kak Nevşîrwan em pêşmerge ne û rêveber çi bêjin em wê dikin. Nevşîrwan jî bersiv da û got ez dizanim ku hun tenê telîmatan pêktînin, min nameyek ji bo Mam Celal rêkiriye û hun jî nameyekî ji bo rêveberên xwe bişînin û bêjin ku encamê şer wiha ye û Nevşîrwan jî wê yekê dibêje. Kesek li wê derê ji min re got tu li vê derê çi dikî biçe helbestên xwe binivîse, min jî got ez wê bi erkê xwe dizanim, wî carekî din bersiv dan û gotin ew Kurdê Bakurin te xêre, min jî bi şêveyekî helbestî jê re got ku weke helbestvanek eger kesek ji wan bê kuştin wê dilopek xwîna min birijê, pêşmergeyek ji we bê kuştin jî wê du dilop xwîn ji cergê min birije ji berku ez bi xwe ji Başurim û ji bo ku xwîn ji cergê min û ya hezaranê din nerijê em hewlbidin ku wê şerê ragirin. Roja din sibe zû Mamoste Çeto û Mamoste Bekir ji Hewlêrê hatin. Mamoste Bekir berpirsê hêzên şerker yên YNK’ê bû. Ji herêmê nameyek ji bo Nevşîrwan anîn. Elî Nebî bihîstibû ku hindek kesan derbarê min de gotine ku PKK bi rêya min ve hatine Başûr û ez çûme Kampa Beqayê û pirtûkên PKK belav dikim. Wê demê jî li wan deveran MÎT’ê Tirkan pir zêde bûn ku bi cil û bergên Kurdî digeriyan. Me nan dixwar ku nameyekî din ji bo Nevşîrwan hat, piştî ku wî name xwend rûyê wê tal bû û da min ku bixwenîm. Name ji aliyê Mesûd Barzanî ve hatibû ku tê de digot tu û şandeya xwe wegerin, ji ber îro saet yek’an li polîtburoyê civîna her du polîtburoya PDK û YNK bi parlementoyê re heye da ku biryar bidin ka em biryarê bidin ka em bi wan serkêş û bêmejiyan çi bikin. Min nameya Mam Celal nedît ka çi tê de hatibû nivîsandin lê bawerim heman tişt bû. Nevşîrwan min bi xwe re bir polîtburoya YNK û tu derveran neçe heta ku ez bi xwe têm. Ji çend pêşmergeyan re got ku li min hişyar bin. Ji Şêx Cafer û kureke Hewlêrî yê bi navê Omer ku fermandeyekî pêşmerge bû jî got ku li Heme Emîn miqate bin.

PKK Û KURD HATIN FIROTIN

Dema wana çûn min ji çend kesan re telefon wekir ku yek ji wan Çalak bû. Min rewş ji Çalak pirsî û wî jî got ku pir xirabe û ez jî nawêrim ku derkevim derve. Yê ku bêhna PKK lê bê digirin û yên ku tu jî dixwazî li vê derê nemane, mebesta wî heval bûn. Lê belê hevalek bi navê Mehmûd Endor ku xwe kiribû rojnamevan hate cem min û ji min pirsî, lê diyar bû ku dixwest agahiyan werbigire, min xwe pê de aciz kir û got ku dibe tu MÎT bî lê piştre min zanî ku ew bi hevalan re bû. Piştre ku Nevşîrwan ji civînê derket pir aciz bûbû û got em biçin Silêmanî, min jê pirs kir ka xêr e, wî jî bersiv da û got ku çi xêr e, em hatin firotin. Li ser pirsa min a kê hat firotin wî got PKK û Kurd hatin firotin. Wê demê (Nevşîrwan) bi xwe jî parlemanter bû û ew parlemanto terikand. Ez vê dibêjim ku bikeve dîrokê, parlemenotyê hemû bi giştî ji bo li PKK bidin dengê erê bikar anîn. Tenê yek kesî deng neda ku ew jî Ebdulxaliq Zengene bû ku li ser kotaya Hizbê Zehmetkêşan di nav parlemetoyê de bû. Min pir baş ew nasdikir ji ber ku di Partiya Şûî de em di yek şaneyê de bûn. Tariq’ê ku bi me re hatibû Kampa Beqayê jî ji aliyê Franso ve rê jê re nehat dayîn ku li ser lîsta YNK’ê biçe parlementoyê heta ku nameyekî ya poşmantiyê belav bike. Piştî wî nameya poşmantiyê belavkir û devdirêjiya PKK’ê kir.

Di nava YNK’ê de tenê Nevşîrwan û Mulazim Omer li dijî wê şerê bûn. Di nava PDK’ê de jî Felakedîn dijî şer bû. Sedema bingehîn a xwe ji polîtburoyê kêşandina Nevşîrwan, ev şere bû. Nevşîrwan di nameyekî ya ji bo Mam Celal de dibêje ku we dixwest şerê li dijî Partiya Şûî bi min bidin kirin, wê demê Nevşîrwan fermandeyê giştî hêzên YNK’ê bû lê belê wî red kir ku şer bike û devrê Kosret kir. Got ku a niha jî dixwazin ku ez li dijî PKK’ê şer bikim, ez li dijî Kurd şer nakim û dest ji kar berdidim. Di nava PDK’ê de jî Felakedîn gotibû ku ew dibe şerê Kurd ya bi Kurd lewma divê nekin. Bi berdewamî ji aliyê YNK û PDK’ê we derbarê ka wê li herêma şer çi biqewime de agahî dihatin ber destê min. Dema ku serokê demê yê Sûriyê Hafiz Esed dît ku ev şere di berjevendiya Tirkiyê de ye lewma zext xiste ser Mam Celal ku vê şerî rawestîne. Wê demê baregeha Mam Celal li Şamê bû. Piştre Kosret jî bi rêya cîhazê peyamek ji bo Mesûd Barzanî şand û got ku ji me re telîmatê Mam Celal hatiye ku vê şerê rawestînin, hûn şer nesekinînin emê bi xwe ji aliyê xwe ve rawestînin. Piştre ku çûme gel Osman Ocalan ji min re got ku ez û Kosret li ser cîhazê derbarê rawestandina şer de axifîn. Li ser telîmatê Kosret hêzên YNK’ê hêdî hêdî ji herêma şer paşve kêşan. Min bi dûrbîn temaşe dikir. Dema YNK’ê ji ber zextên Hafiz Esed şer ragirt PDK jî neçar ma ku şer rawestîne.

Piştî ku şer rawestiya min xwe li mala Dara weşartibû, şevekî Mam Rustem û Şêx Cafer wan hatin û meşrûb diwexwarin, piştre ku Mulazim Omer jî hat êdî Dara hat ji min re got ku were derve û êdî xwe neweşêre ji ber ku şer qediya. Her tiştê ku me behs dikir piştî du saetan PKK jî agahdar dibû. Di dema şer de ku cîhaz ji min girtin êdî pêywendiyê min ya bi hevalan re nema. Min bi dostekî xwe yê kevin yê Partiya Şûî kir ku navê wî Heme Şiwan bû, wê demê berpirsê Partiya Şûî ya Silêmanî bû. Dema min telefon ji wî re vekir, min ji wî re got ku vê jinek bê gel te ku bi Îngîlîzî diaxife, dema hat bizane ka çi dixwaze. Jina ku min qala vê dikir navê wê hevala Dîlan bû ku Kurdê Awustraliyayê bû. Wê jinê ji bo BBC kar dikir. Çend carên din jî bi min re hedîtin pêkanî, min dizanî ku alîgirê PKK’ê ye, her çi qasî Îngîlîziya min baş nebû jî lê min karî têbigihînim ku pêywendiya min bi hevalan re qut bûye. Min remzek (şîfre) da wê ku bikare bi hevalê Xakûrkê biaxive. Ew rojnamevane telefona sureya pê re hebû, hevala Dîlan got ku eger bixwazî hejmara telefona Kampa Beqayê jî li gel min heye. Wê demê ku şer hê jî ranewestiya bû, min jê re got ku li ser rewşa niha agahî bide. Piştre Dîlan çû gel Heme Şiwan ku cîhaza wan a mezin hebû, min got ku li ser cîhazê tiştên ku ji te re dibêjim ji Xakûrkê re ragihîne, şîfreyê Mahîr li gel min mabû. Her wiha min jê re got ku ji Şamê re jî ku Rêbertî li wê derê dima telefon bike û li ser navê min wan tiştane bêje. Heta ku aşitî çêbû ew bi şev saet 12’an dihat mala Dara û min jî bi wê rengî agahî dida hevalan. Hevala Dîlan raporek di derbarê gotubêjên heyî yên li ser rawestandina şerê di navbera PKK û Başûr de li BBC belavkir.

Piştî ku şer qediya bi çend hevalên ciwan re ez çûm gel Nûrî Şavês ku wê demê wezîrê kar û barê hundur bû, carekê jî min Hesen Haco bir gel Nûrî Şavês û ew pê da naskirin. Piştre çalakî destpêkirin, min li Kampa Beqayê ciwanek bi navê Arî naskir ku xizmê Mesûd Barzanî bû. Wê demê berpirsê giştî yê PAK’ê bû, niha jî li saziya îstîxbaratê ya PDK ango Parastinê de ye, diyar bû ku ew ji aliyê PDK’ê ve hatibû şandin. Min heval Haco bi Arî da nasandin û dubare me dest bi xebat kir. Me navenda xwe vekir û di bin navê huner de me çend çalakî pêkanîn.

Cara duyem ku destûra girtina min derket, min nameyek ji Mam Celal re şand û tê de got ku ez dixwazim biçim Kampa Beqayê, îcazetekê bidin min ku bikarim derbasî milê avê yê dîtir bibim. Ji berku wê demê tenê mirov dikaribû bi îcazeta YNK yan jî PDK’ê ve derbas bibe. Piştre Mulazim Omer hat û got Mam Celal dibêje ez bi wan re axifîme tu biçe xwe weşêre, PDK te bibîne vê te bikuje. Eger em jî te bigirin emê te bigirin lêpirsînê. Heta Zaxo hevalek bi min re hat. Li wê derê yek hebû ku navê wî Leşkerî bû, ew fermanedeyê hêzên YNK yên Duhok û Zaxo bû ku pir ji PKK hez dikir, her wiha dost û nasê Mulazim Omer bû. Ji ber vê jî Mulazim Omer navê wî da min û got her tiştek çêbû wî aghdar bike. Min jî li Zaxo taksiyek girt û çûme mala fermande Leşkerî. Wî ji min re got ku ez dikarim heya ser sînor te bibim lê ji bo derbasî milê avê yê dîtir bibî pêwîste îcazeta te hebe. Ew yek di destê min de nîne berku di destê Asayîş û Zainyarî de ye.

Piştî çend caran ku ez diçûm û nedihiştin derbas bibim lewre dihatim mala Leşkerî dimam. Rojekî min dît ku berpirsê wê derê Bekir Fetah e û tenê ew dikare îcazeta derbasbûnê bide min. Fetah got ku Mam Celal ji min re agahî da ku tu yê bê lê tu diyar nebûyî û me got dibe ku hatibî girtin yan jî kuştin. Piştre wî îcazetek ji min re amade kir. Li wê derê çawê min bi Şehîd Hesen Kuwêstanî û Cewher Kirmanc dît ku helbestên min dixwendin û ji min re gotin ku emê bi xwe bi te re bên û derbas bikin. Ji ber ku PDK’ê çavdêriya wan deran dikir lewma yek ji wana telîmat dane erkdaran ku min derbasî milê din bikin. Li milê din leşkerên Sûriyeyê hebûn, ewan ji min pirsî ku tu yê biçî kû derê min jî yekser got diçim Kampa Beqayê cem Abdulah Ocalan, wana pirskir ku tu Ocalan nas dikî, min bersiv da û got belê nas dikim. Piştre gazî berpirsê xwe kirin û piştî ku lêgerîn kirin rê dan min ku biçim. Min taksiyek girt û ez çûm mala Husnî Haco ku doktorek bû û nexweşxaneya xwe ji bo PKK’ê dabîn kiribû. Hemû birîndarên me ji bo tedaviyê diçûn wê nexweşxaneyê, çend caran Tirk’an nexweşxane şewitandin û fîşek lê direşandin lê wî serî neditevand. Bi xwe niha li Ewropayê ye.

LI EWROPAYÊ JÎ ÇI JI DESTÊ MIN BÊ EZ Ê JI BO RÊXISTINÊ BIKIM

Piştî çend rojan ku li Kampa Beqayê mam (meha Adarê ya 1993’an bû) hevalan min birin gel Rêbertî. Nêzî 15 rojan li gel Rêbertî mam û heval Cûma jî li wê derê bû. Pişta xwe emeliyat kiribû. Ji ber emeliyatê dirêjkirî bû. Heval dihatin gel wî û wî ji wan re qala dîroka partiyê dikir. Dema hevalên Rojavayî dihatin ji berku bi Kurdî ji bo wan behs dikir lewma min jî guhdar dikir. Ji bo yên ji Bakur bi Tirkî wedigot. Rojekê Rêbertî hat û ji min pirsî ku çi dixwazî, min jî bersiv da û got ku eger bikarin min bişînin Ewropayê ji berku çend nexweşiyên min hene û dixwazim tedavî bibim, li Ewropayê jî çi ji destê min bê ez ê ji bo rêxistinê bikim. Rêbertî pirsî tu çi dikarî bikî û min jî bersiv da û got ez dikarim xebatê siyasî û dîplomasî bikim. Rêbertî dîsa pirsî tu biçî Ewropa tu yê li wê derê jî meşrûb vexwoyî, min jî ji Rêbertî re bersiv da û got ez naxwazim derewan bikim lewma ez ê vexwom. Rêbertî got êdî tu dizanî. Nêzî 20 rojan li cihê ku heval Cûma lê bû mam ku bi berdevamî aliyan serdana wî dikirin, Mam Celal jî hate serdana heval Cûma.

Piştre Rêbertî gazî hevalekî kir û jê re got ku pêwîstiyê rê amade bikin. Piştire çûm balafirxanê û ji wê derê jî derbasî Elmanya bûm. Li wê derê hevalek hat pêşwaziya min û li gel wî em çûn malekê. Ji Şamê telefon ji bo min hat û ji min pirsîn ka gihişî? Min jî got belê ez gihiştim. Piştî çend rojan ku li wê malê mam hevalek min ji malê girt û bir mala ku heval Kanî û heval Mustefa Qeresû lê diman. Piştre min xwe radestê hukûmeta wê welatî kir. Li gel min baca sendîkaya rojnamevanî ya cîhanî û Kurdistanê hebû, wana min ji gelê wê derê cuda kir û ji min re gotin ku biçe wê navnîşanê. Li gorî wê ez jî çûm bajarê Oldham ya Elmanyayê ku kampek xwe hebû.

Rojekê dema çûn dadgehê, min got ku ez endamê Encûmena Niştîmanî ya Iraqê bûm. Gotin ku belgeyek ya wê îspat bike bi te re heye. Min jî got ezê di navbera mehekê de belgeyên pêwîst bînim. Piştî 20 rojan pasaporta min hat û mafê penabertiyê ya siyasî û cihekî taybet li wê bajarê dan min. Weke dîplomatkarekî nêzî min dibûn. Piştî min pasaporta Elmanya wergirt hevalan min birin bajarê Bonê. Li wê derê navendek hebû ku jê re digotin navenda Rewşen ku xebatê rewşenbîrî dikir û kovarek jî bi navê Rewşen ku bi zimanê Kurmancî bû dihat derxistin. Min li vê derê dest bi kar kir. Her wiha rêxistinek bi navê Yekêtiya Rewşenbîrên Welatparêzê Kurdistanê hebû ku nêzî 120 endamên xwe hebûn. Li wê derê ango li bajarê Bonê min got ku em konferansekî lidarbixin, me di nava 20 rojan de konferansek lidarxist.

Wê demê dizanibûn ku ez li gel Rêbertî hatime, pêşengtiya konferansê min dikir û got ku kê Kurdî dizane bixwîne û binivîsîne, nêzî 40 kesan gotin ku em Kurdî dizanin û ji bo rojnameya Welat a Bakur jî dinivîsin. Piştre min pirsa yên ku Kurdî nizanin û di heman demê de nivîskare bila ew li aliyekî bimînin. Emê kovarekî derxînin, wê derê Yekêtiya Rewşenbîrên Kurdistan e ango emê bi Kurdî binivîsin, êdî divê hemû heval binivîsin, yên ku Kurdî jî nizanin dikarin ji bo kovarên Berxwedan, Ozgur Polîtîka, Serxwebûn û çend kovarekî din re binivîsin û xizmet bikin. Bi rastî jî me karî rêxistina rewşenbîrî ava bikin. Piştre min ji bo yên ku ji nivîsandinê wêjeyî yan jî siyasî hez dikin peyda bikim, dest bi gera li bajaran kir. Me li hindek bajaran ji bo wan navend wekirin, piştre me kovareke din ya bi navê Lêkolîn jî derxist ku bi zimanê Kurdî jî tê de dihat nivîsandin. Her wiha me ji bo Kurdê Soran kovareke din ya bi navê Serhildan jî derxist. Wê demê rewşenbîr, çalakvanê siyasî û dîplomasiyê Kurd li herêmê tenê ez bûm. Rêbwar jî li Stokholm û Swêdê karê nivîsandin, wêje û çalakiyên din dikir.

MEŞA DIRÊJ A 15 ROJAN…

Yekemîn Enstîtûya Kurdî avabikin, her wiha bi pêşniyarê min me ji parlemana Elamnya ya li Bon’ê heta Brûkselê meşek pêkanî. Wê çaxê Berlîn paytext nebû. Di wê demê de Fayiq Çîçek ku jê re dihat gotin Ebû Qumbule ku ji bo hevalan bombe çêdikir bû berpirsê Tevgera Rewşenbîrî. Piştî wî jî Dilbixwîn hat, bi awayeke berdewam pêywendiya min bi Şamê re hebû. Me serê salê biryara xwe ya meşê di hevayê sar ango 10 derece di bin sifrê de bû, pêkanî. Piştî 15 rojan em gihiştin Brûkselê, di meşê de em rojê 25-30 kîlometre dimeşiyan. Li her gund û bajarê ku em digihştinê de malên Kurdan yan jî navendên Tevgerên Çep lê hebûn. Wana xwarin û cihê bêhndanê ji me re dabîn dikirin, piştre em dubare diketin ser rê û dimeşiyan. Hevalan 2 wesayît hebûn ku tê de tije pêlav bû ku yê pêlavê wê/î biqetiya cotek pêlav didanê. Li her bajarê ku em diçûnê, me bi zimanên welatên Ewropa belavokên derbarê fikirê Tevgera Azadiyê û armanca meşê belav dikir.

Li her bajarê me serdana serokê şaredarî û yê zanîngehan dikir. Me ji wan re behs dikir ku em çi dikin. Ji ber ku çalakiya me li her cihê Ewropayê deng vedabû lewre li her bajarê serok şaredarî û birêveberê polîs pêşwaziya me dikir. Dema me dest bi meşê kiribû hejmara me 120 kes bû, wexta ku gihîştin Brûkselê hejmara me bû 800 ku ew jî tenê rewşenbîr û nivîskar bûn. Eger rêxistina me ya gel xurt bûya wê hejmara me ya meşvanan bigîhiştiba bi hezaran kesî. Çend Profesorê Elmanî û çend nivîskarê Hollndî jî tevlî meşê bûbûn. Polîsê Hollandayê bi awayeke pir rêkupêk bi me re meşiyan heta ku em ji bajar derdiketin.

TIRKÊN FAŞÎST BI DEMANCE, KÊR Û SATURE ÊRÎŞ ANÎN SER ME

Dema em gihîştin ber deriyê parlemana Ewropayê ya li Brûkselê bûbû êvar. Hevalan ji bo me meşale amade kiribûn. Şeva yekşemiyê bû ku em gihiştin. Gotin ku em şandeyekî çêbikin da ku sibe biçin gel serokê parlementoyê, wê êvarê hevalan ji bo ku em bêhna xwe wedin salonek amadekiribûn. Wê şevê me du şandeyê 5 kesî çêkir da ku tekmîlê wê rojê bigirin û bizanin ka çi rexne û pêşniyar hene. Me hemû şevê ji ber ku yên di meşê de cih girtibûn hemû rewşenbîr û nivîskar bûn lewma me helbest û axaftin pêşkêş dikir.

Ciwanek li wê derê bû ku di nava şer de çaveke wî kor bûbû, ciwaneke pir rewşenbîr bû û berdewam dihat gel min debarê şano û helbest ji min pirsiyar dikir. Carna wî ciwanî di meşê de dihat û alîkariya min dikir. Wî bi xwe hez nedikir ku kes alîkarî bidetê û bawerî bi hêza xwe danî. Wê şeva dawî min helbestek li ser wî ciwanî amade kiribû û dixwend. Li ser çawatiya şoreşgerbûna ciwanekê wiha bû. Dema min helbest qedand ji nişka ve heval hatin hudir û gotin ku xwe kom bikin, ji ber ku Tirkên faşîst bi demance, kêr û sature êrîş anîn ser me, du sê heval birîndar bûn. Hevalan jî bersiva êrîşan da û du kes ji faşîstan birîndar û radestî polîsan kirin.

Yek ji wan êrîşkaran ku me radestî polîsan kir bû sedem ku rewşa di navbera Tirkiye û Belçîka aloztir bibe. Serok şaredariyê ji me gazinc kir û digot hûn aramiya bajarê me têkdidin, me jî ji wî re got ku êrîşî me kirine waye me wana jî destgîr kiriye. Me nasnameyên wan dan polîsên ku li gel serokê şaredariyê hatibûn. Ew polîsane nasnameyên dîplomasiya Tirkan hebûn. Piştre artêş hat, ji berku fîşek teqandin li Ewropa mijarekî pir metirsîdar e. Artêşê me bi wesayîteke leşkerî weguhehstin kampeke mezin ku li derveyî bajar bû. Hejmara me 300-400 kes dibû.

Li kampê, hevalan gotin ku em bikevin greva birsîbûnê û em hemû ketin grevê. Piştre Rêxistina Mafê Mirov, Heyva Sor û çendîn rêxistinên sivîl hatin gel me û bi mebesta piştgiriyê bidin me durûşim berzkiribûn. Piştî du rojan hatin gel me û ji me pirsîn ku hun çima ketine grevê, me we anî vê derê ku Tirk nekaribin zirarê bidin we û şer neqewime. Me jî got em hatine ku bi serokê parlemana Ewropayê û serokê YE (Yekîtiya Ewropa)’yê hevdîtinê bikin. Wana gotin ku temam ji xwe em li ser navê hukûmeta Belçîkayê hatine da ku guh bidin daxwazên we û pêkbînin, lewma hun wê grevê bisekînin û destpêkê şandeyekî ji bo gotûbêjkirinê amade bikin.

Ji bo şandeyê ez, Ismet Şerîf, Huseyn Ketal (nivîskar e) û ciwaneke ji Kerkûkê yê bi navê doktor Serbest Kerkûkî bû hatin pêşniyarkirin. Doktor Kerkûkî li Belçîkayê dijiya. Destpêkê bi xwe hat gel me û got ez zimanê Flamenî û Belçîkî baş dizanim, eger pêwîstiya we bi werger hebe agahî bidin min. Piştre me zanî ku doktor Serbest li Belçîkayê dostê hevalan bû. Me jî daxwaznameyek pêşkêş kir û xwest ku bi serokê parlemana Ewropa, Wezîrên wê welatî û wezîrê navxweyî hevdîtinê bikin. Piştre çapemenî hatin û wêneyên me belavbûn, seranserê Belçîkayê hejiya. Sibe dema hatin me bibin wezîrê kar û barê hundirîn jî bi wan re hatibû.

DIVÊ HEMÛ WELATÊN EWROPAYÊ HEWLBIDIN KU KURD MAFÊN XWE BIDEST BIXE

Em birêketin û çûne gel serokê parlemana Ewropayê ku pêşwaziyekî baş li me kirin. Lê ji bo hevdîtina bi serokê yekîtiya Ewropayê tenê rê dane min û Ismet Şerîf ku hevdîtinê bikin. Me tişta pêwîst ji wî re got. Min wek nûnerê Rêber Ocalan nameya wî da serokê yekîtiya Ewropayê û me got ku em daxwaz dikin li Tirkiyê di navbera Kurd û dewleta Tirk de aşitî pêk bê. Roja din em çûn gel wezîrê kar û barê hundirîn yê Belçîkayê, wî ji Ismet re got ku min bihîstiye ew nûnerê Ocalan e, wî jî got ku belê raste. Wezîrî kar û barê hundirîn ji min re got ku gotinekî min heye ji Ocalan re ragihîne. Got ku bêje pir gazinc ji me re tên li ser wê yekê ku PKK bi zorê pere ji gel distîne, bila wê karê ragirin da ku em jî pêkanînên yasayî pêk neyînin.

Roja din desthilatdarên Belçîkayê ji me re ragihandin ku ji bo merasîma rêzgirtinê ya ji aliyê serokê parlemana Belçîkayê ve vê pêk bê, 15 kesan amade bikin da ku tevlî merasîmê bibin. Ez û Fayîq me navê 18 kesan nivîsî lê Fayîq bi xwe nehat. Ew 18 kes pêkhatibûn ji doktor, nivîskar û rewşenbîrên Tirkiyê. Ji min re jî gotin ku tu jî bêje ez nûnerê Ocalan im û ev jî nameya wî ye. Hemû parleman kom bû û deste gulek dane min û Ismet, serokê parleman jî derbarê Kurdan de axaftineke baş pêşkêş kir û got ku divê hemû welatên Ewropayê hewlbidin ku Kurd mafên xwe bidest bixe. Ez û Ismet jî axifîn, Ismet axaftinên min wergerê Fransî dikir.

WEKE KURDEKE BAŞÛR DIXWAZIM TEVLÎ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURDÊN BAKUR BIBIM

Di roja dawî de wezîrê kar û barê derve daxwaza hevdîtina bi me re kir. Ez, Ismet Şerîf, Huseyn Ketal, Selîm Ferhad û doktor Serbest bi hevare xwe amade kir û me hevdîtin qebûl kir. Doktor Serbest gotinên me werger dikir. Me bi zimanê wan sipaiya wan kir, bi rastî jî bi zimanê Belçîkî axaftin kirin bandora xwe hebû. Wezîrê kar û barê derve kesekî wekirî bû, li gel me du car sîparîşa qehveyê kir, ev yek di çanda Ewropa de wateya xwe pir girîng heye. Nîv saet ji me re hatibû diyarkirin lê bi qasî yek saet û nîv me bihevre nîqaş kir. Ismet bi zimanê Fransî qala doza Kurd kir û min da naskirin û got ev jî helbestvan û nivîskareke Kurdê Başûrê Kurdistanê ye ku ji aliyê Rêberê şoreşa Kurd ve hatiye (wê demê ji me re gotibû ku li şûna navê PKK, şoreşa Kurd bikarbînin).

Wezîrê karê derve ji min pirsî tu Kurdekî Başûrî çi karê te bi yên Bakur heye. Min jî bersiv da û got ku Kurd yek e û ez jî weke Kurdeke Başûr dixwazim tevlî çareserkirina pirsgirêka Kurdên Bakur bibim. Pêşniyareke min heye; di dîrokê de qala soza wezîrê karê derve yê Bêrîtaniya Belford tê kirin ku soz daye Cihûyan da ku dewletekî ji bo wan damezrîne. Wî jî got ku ezê jî hewlbidim da hûn jî bibin dewlet, bi rastî jî hewldan kir. Min jê re got ku li parlemana Ewropayê tu keseke bibandorî, eger bikarî weke Belfor hewldanekê bideyî û li parlemana Ewropayê qala doza Kurd bikî ev ê ji bo me û birêz Ocalan vê bibe cihê kêyfxweşiyê. Wî ji min re got birayê helbestvan wê demê prensîb û exlaq hebû û ew serdeme pir cudaye ji ya niha, hemû bûye berjewendî û pere. Lê dîsa weke kes, çi ji destên min bê ezê ji bo gelekê hejar wek Kurd xemsarî nekim.

Em di nava nîqaşê de bûn ku sekreterya wî hate hundir û kexezek da wî, ew jî bişirî û kaxez danî û got waye wezîrê karê derve yê Tirkiyê Hikmet Çetîn e ku li ser telfonê israr dike ku pê re biaxifim. Got biborînin 5 deqeyan dem bidin min da ku bersiva telefonê bidim. Bi Îngilîzî li gel Çetîn axifî, Çetîn jê re digot ku tu wezîrê derve yê Belçîkayê yî û endamê NATO’yî, çawa dibe ku tu li gel wan terorîstan kom bûyî. Wî jî bersiva Çetîn da û got ewane hemû mirovên bitemenin û ne terorîst in. 15 rojan meşiyane hatine vê derê, ez çawa dikarim pêşwaziya wan nekim, di exlaqê me de tiştek wisa nîne.

Şevekê Fayîq got ku Rêbertî te li ser telefonê dixwaze. Rêbertî ji min re got ku we karekî baş kiriye, te gotina xwe ya ‘ez xebatê siyasî û dîplomasî dikim’ îspat kir. Rêzekî te yê taybet heye li gel min. Piştre du hejamrê telefonên xwe da min û got pêwîstiya te bi çi hebe dikarî rasterast pêywendiyê bi min re deyne.

Me dest bi çalakiyan kir û me dest bi beşdarbûna civînên partiyan û civînên gel kir, ew cihên Elmaniya yên ku piranî Kurd lê heyî me semîner pêşkêş dikir. Piştre zanîngehan ji bo nivîsîna semînerê min vedixwend ku min jî bi Kurdî divîsand û wan jî dikir Îngilîzî piştre jî werdigeandin zimanê Elmanî. Dema ku min li zanîngehan semîner pêşkêş dikir, me belavok jî didan xwendekaran. Her wiha me Yekitiya Rojnamevanan, Yekitiya Doktoran û Yekitiya Hûnermendan damezirand. Konfransa me ya Hûnermendan me konfransa hûnermedan li darxist ku hûnermendên Başurê Kurdistanê hatin vexwendin û min li gel hûnermendên din jî dan naskirin.

Wê demê me Qahrîla weke serokê şiklî yê Yekitiya Hûnermendan destnîşan kir. Piştre me Konfransa Yekitiya Mamostayan sazkir. Zilm li ser hemûyan jî hebû biryara yekem ya konfransê sazkirina Enstûtiya Kurdî bû ku me li Berlîn’ê di 22’ê Nîsana sala 1994’an de sazkir.

Sedemê sazkirina Enstûtiya Kurdî li Berlîn’ê ew bû dihat gotin ku wê paytext bibe Berlîn. Îsmet Şerîf profesorekî naskirî bû, li Siwîsreyê mamosta bû ji ber wê me wî weke serokê yekem yê Enstûtîyê destnîşan kir û ez jî bûm serokê duyem. Ji ber wê Îsmet li Lozan’ê jiyan dikir, ez jî li Swîsre’yê li bajarê Bon bûm, min Enstûtiya xwe birêve dibir lê ji bo karên fermî pêwîstî bi Îsmet hebû. Rojekê Yekitiya Ewropayê daxwaz ji Enstûtiya me kir ku derbarê Elewiyan de nirxandin bikin ku ew kîne, bîr û baweriya wan çawane. Têkildarî van mijaran ku hevalên me yên Elewî li wê derê her bûn, ya ku Yekitiya Ewropa derbarê Elewiyan de daxwaz kirî me ji wan re da diyar kirin û piştre li gel me têkilî danî û got; ji we re 8 hezar dolar ji bo pêkanîna wê lêkolîna ku derbarê Elewiyan de ya ku ji Yekitiya Ewropa’yê re hatî kirin, hûn dikarin pere bêxin li ser hesabê Enstûtiyê yan jî kesek ji we dikare were pere bigre min jî jimara hesabê xwe yê banqê ji wan re şand û min got; bêxin ser hesabê banqa Enstûtiyê.

MIN NAMEYEK YA BIRÊZ OCALAN ANIYE KU JI AŞTIYÊ RE AMADEYE Û ŞER BÊ RAWESTANDIN

Wê demê me li Enstûtiyê gelek kar kir weke nimûne me alfabeya Kurdî çap kir ji bo refa şeş ya seretayî û me şand wargeha Mexmûrê. Me semîner li ser dîroka Kurd, erdnîgariya Kurd û wêjeya Kurdî kir. Me li bajarên weke: Stokholm, Firansa û London’ê semîner pêşkêşkirin ev semînerên ku li bajarên cuda hatin pêşkêşkirin weke reklamekî bû ku Kurdên rewşenbîrên wan navçeyan kombikin û wan nasbikîn. Me semînerek li ser dîroka 400 salan ya Şerefnameyê da, ji bo vê semînerê me profesorekî gelek baş ji welatê cuda vexwendibû lê piraniya wan ji Rûsiya’yê hatibûn. Berhemên wan semînerên me dikirin pirtûk birêyên ne yasayî ku qaçaxî bi post şandinê rêdikirin Tirkiyê. Konfransa Ehmedê Xanî li Berlînê nêzîkî 76 hezar kes beşdar bû ku ji dervey avahiyê jî kesên rawestayî bûn konfransa Ehmedî Xanî 3’ê rojan li xwe girt, gelek semîner li ser Awesta û têkiliyên Awesta ya bi zimanê Kurdî ya niha re hatin pêşkêşkirin, ev semînerên me kirin pirtûk û wergêrî zimanê Elmanî jî hatin kirin, heta niha jî li zanîngehên Elmanyayê weke çavkanî jê sud digrin.

Ji ola kevin ya Mezopotamya heta serdema Êzidiyan çima Kurd dest ji Zerdeşt kêşand. Ev curên çalakiyan rolekî mezin hebû ji bo nasîna Kurd û Komkirina giştî Kurdan. Çalakiya herî girîng ya Enstûtiyê ku min pêşniyar kir Dilbixwîn ji bo serdana Netewên Yekbûyî (NY) bikin, şandeyekê çêbikin. Xelîl Atac dibêje serok dibêje ev mijar divê veşartî bê kirin. Îsmet Ketanî hebû ku berê wezîr bû li Hikûmeta Iraqê, wê demê ji Rejîma Iraqê revî çû aliyê muxalefeta Iraqê. Yek ji wan kesan bû ku alîkarê berbiçav yê Serokê NY Butros-Gali ya ji bo kar û barên mirovî bû. Min jî jimara Îsmet Ketanî ji Omer Dizeyî girt ku wê demê ew li radyoya Emerîkî kar dikir.

Em li gel wî axifîn û got çima hûn dixwazin li gel wî hevdîtinê bikin, me jî got nemeyek ya Ocalan ya ji bo ragihandina aştiya li gel Tirkiyê bi me re heye, wan jî gotin sibe weke vê saetê telefon bikin û me jî telefon kir û li gel Butros-Gali axifî û got bi hurgilî qala mijarê bikin ku hûn kîne, dixwazin çi bikin û naveroka nameyê çiye, min jî got min nameyek ya birêz Ocalan aniye ku ji aştiyê re amadeye û şer bê rawestandin, em jî daxwaz ji we dikin ku hûn jî rolê xwe tê de bilîzin. Wî got hûn kîne? min jî di bersiva pirsê de got ku ez, Îsmet Şerîf û kurdekî Tirkiyê. Wî dubare pirsî karê wî çiye? Min got yek ji wan parlementerê Tirkiyê ye ku niha ji Tirkiyê reviya ye. min bi faksekê hemû agihiyên nû şand. Piştî Butros-Gali nemeyek ji bo Enstîtûyê şand, di 21’ê Adarê ku roja Newrozê ye wan vexwend baregeha NY ya Emerîka ya li bajarê New York’ê.

Min jî li gel Dilbixwîn têkilî danî min got nemeyek amade bikin ku di navbera Kurd û Tirkan de aşitî bê çêkirin û şer bê rawestandin. Di nameyê de daxwaz bikin ku serokê NY Butros-Gali ji bo kar û barê mirovî di pêkanîna aştiyê de rolê xwe bilîze. Doktor Necmedîn Kerîm wê demê li Emerîkayê bû ku Kongreya Kurdan ya Emerîkayê (KNC) hebû, min jî peywendî li gel doktor Necmedîn kir û got Vîze nadin min heta ku ez bikarim bêm doktor Necmedîn jî vexwendin. Nemeya kongreyê ji min re şand ku ez helbestvanim ezê bêm kongreyê ku helbestan ji Kurdan re bixwînim, bi vî awyî bikarim biçim Emerîkayê.

Ez ji beriya hemûyan çûm Emerîkayê ku di 2’yê mehê de ku 19 rojan ji beriya kongreya li gel serokê NY Butros-Gali ya ji bo kar û barên mirovî, piştre Elî hat piştî 10 rojan Îsmet hat Emerîkayê bernameyek ji bo me amadekiribû çavên me bi çend kesên ji Kongreya Emerîkî, Meclisa Pîran û Wezareta derve ya Emerîka ket. Ew kesên ku çavên me lê ketîn binavê Serok Apo me nameya aştiyê ji wan re da diyar kirin, pêşwaziyek baş lê hate kirin nêzîkî 15 - 16 endamên Parlemena Emerîkî me dîtin, ji meclisa wezîran jî me 12 kes dîtin, her wiha li wezareta derve ya Emerîkayê jî cêgirê wezîrê derve jî me dît ku ev yek jî giringiyek ya xwe di wê serdemê de hebû.

‘CARA YEKÊ YE KU ŞANDEYA KURD LI GEL SEROKÊ NETEWÊN YEKBÛYÎ (NY) KOM DIBE’

ji beriya gihiştina Îsmet min û Elî, me serdana Kalîforniyayê kir ku hêjmerek zêde Kurdên Başûr li wê derê hebûn gelek keyfxweş bûn ji bo dîtina me, ji ber ku wan Kurdan Partî û Yekêtî bi ti awayî pirsyara wan nekirine. Roja 21’ê Adarê em çûn navenda NY. Beriya ku biçim hinek pirsyar ji min hatin pirsîn, êdî ku zanîn ez Kurdê Iraqê me û xelkê Pênciwînim, her wiha dema ku rojnamevanekî Cihû ku ji Washington Post’ê re kar dikir zanî ez xelkê Pêncawînim, hat serdana min kir. Ciwanekî Kurdê Pêncewînî li gel xwe anî û hate gel min. Ciwanê Kurd ku navê wî Heme Xerîb bû di sala 1950’an de çû bû Emerîkayê.

Rojnamevanek got; li Pêncewîn Cihûyek binavê Nûne hate kuştin, ew cihû çawan hate kuştin min jî got; tu çawan dizanî got; ez Cihûyê Pêncewînê bûm piştre ez çûm Polanda ji wir jî berbi Emerîkayê ve çûm, niha jî ez profesorekî teqawîtim ku karê rojnamegeriyê dikim. Her wiha min qala rewşa doza Kurd kir wî jî got; raste tê gotin ku Ocalan dîktatore ji bo wan Kurdên Tirkiyê, min jî besiva wan pirsan da piştre got; kê ew Cihû kuşt tê gotin Kurdan kuştiye, min got ne Kurdan kuştiye weke tê gotin dibe ku ew zelam bi hesp digeriya, ku tişt dikirî û difirot lewma ji berku li gel wî pere hebûye bûye sedem ku hatibe kuştin, dibêjin ji ber wî Cihûyî bû ku ew prisgirêka di navbera Îslam û Cihûyan de ye ne ya Kurd e.

Bijîjk Îlhan ku li Washingtonê berpirsê Bîroya hevalan bû di kovaran de hate belavkirin ‘Cara yekê ye ku Şandeya Kurd li gel Serokê Netewên Yekbûyî (NY) kom dibe’ wê demê Tirk vê yekê dîtin ku gelek aciz bûn. Li wê derê lobiyên Tirkan jî gelek bihêzin. Eger tenê lobiyên Cihuyan li Emerîkayê ewqas bihêz bin, dema ku gihiştin navenda NY’ê me dît ku gelek qerebalixe. Polîsan wan belav dikir û em jî yek bi yek bi derece derece serdiketîn, li gel her yek ji me çend polîs hebûn. Min jî pirsî gelo çi buye? Îlhan got: ez nizanim ew kombûna Tirkan bû digotin evane terorîstin hûn çawan dikarin li gel wan civînan bikin.

Destpêkê em li çend odeyan geriyan piştre çûne saziya ragihandinê, li saziya ragihandinê nêzîkî 50 – 60 dezgayên çapemeniyê û TV li wêderê amedebûn min jî got; birêz Îsmet ev karekî asayiye wî got; na Netewên Yekbûyî di jiyanê de tiştên wisan mezin yên şopandina nûçegihaniyê ne dîtine. Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Butros-Galî hat çend deqeyekê axivî û got; ez nexweşim û karê xwe radestî cîgirê xwe kir û got; hûn bixêr hatin, “ji bo Kurdan tişta ku bikeve li ser milê me em xwe nadîn paş.” Ez Îlhan û Îsmet çûne ser masê û heval Îsmet çend deqeyekê bi Îngilîzî axivî û got: “Em ji bo aştî û mafên gelê xwe hatine.” Tirkiyê gefên dûrketinê ji NY’ê kiribû, eger Butros – Galî li gel me bicive. Tirkan ji Îran, Sûriye û Iraqê re ragihandibû ku wê demê nûnerê Iraqê yê Netewên Yekbûyî (NY) derxistibû. Lê bi rêyê welatê Misrê karên xwe pêkdianîn. Misir jî amede bû ku li wê derê ji aliyê dewleta Tirk ve gelek qenalên ragihandinê hatibûn şandin ku dijberiya me bikin, ew li dijî me bûn lewma me wek terorîst dida naskirin û binav dikir.

Me qala doza Kurd kir û me got em hatine ku peyama aşitiyê ya Ocalan bigihînin û li Tirkiyê dawî li xwînrijandinê bînin, dema ku zanîn ez Kurdê Iraqê me, derbarê rewşa Iraqê ya di demê şerê Emerîka û Iraqê de ku 3’ê leşkerên Emerîkayê ji aliyê Iraqê ve hatibû destgîrkirn ji min pirsî. Navçeya Besra li Başurê Iraqê raperîn hebû ku min jî bi zorê xwe ji rojnemegeran rizgarkir, ji ber ku ez ji bo karekî din hatibûm. Ev hevdîtina li gel NY gelek girîng bû ji bo Kurdan ji ber ku cara yekê bû nameya Serok bigihişte NY’yê. Hemû kovaran qala wan civînên me yên li gel NY’ê dikir, hinekan di gotin nameya aştî ya Ocalan gihişte NY û rojnameyan digot nûnerên Ocalan gihiştin NY’ê, rojnameyek din jî di got terorîst gihiştin NY’ê. Bi vî awayî her saziyek ya çapemeniyê bi wayên xwe qala vê yekê dikir, lê ya giring serdan bû rojev.

Êdî roja Newrozê bû ku ez jî bi cil û brêgên Kurdî beşadarî kongreya KNC bûm. Li wê derê min jî axaftina xwe pêşkêş kir û got eger li Tirkiyê pirsgirêk neyê çareserkirin Tirkiye wê bibe Vîyetnama nû ku divê em aştiyekê çêbikin û şer bê rawestandin. Jin û zelamek hebû ku her du jî Senatorê Emerîkî ku Cihû bûn zelalmê Senator navê wî Tom Lantos bû ev her du Senator ji Partiya Komarîxwaz bûn. Wê demê her du jî li ser siyaseta Emerîkayê xwedî bandorîyekê bûn ku demekî gelek dirêj nêzîkî 20 – 30 sal bi domdarî dihatin hilbijartin. Ew her du jin û zelamên Senator aqilê siyaseta derve ya Emerîkayê bûn. Êdî civîna li gel wan ya ku dihate gotin şansê we Kurdan bi giştî ne gelik baş bû kû divê qonaxê de bi taybetî Kurdên Tirkiyê di gotin ev 40 salin vî kûçikî xudan dikin ku mebesta wan, ji Tirkan re digotin ew kûçik. Me wisan li wî kûçikî kiriye ev 40 salin bi Sovyet û Şîayan re cih digirt, piştî ruxandina Sovyetê ji me re gotin ku êdî pêwîst naeke nan bidin wan seyan lê bê şansiya Kurdan Xumeynî hate ser hikûm Xumeynî jî ji Sovyetê metirsîdartire ji bo me, ji ber wê em neçarin ku nan bidin wan kûçikan daku domdarbin. Em nikarin li dijî Tirkiyê piştgiriya Kurdan bikin lê em dikarin piştgiriya Kurdan bikin ji bo şerê li dijî Ereban ya li Iraq û Sûriye yê.

Wê demê em li Kongreyê bûn me cîvînekî taybet derbarê doza Kurd de sazkir, wê demê bijîjk Necmedîn Kerîm hat û got; ez hewldidim ku ji we çend kesan beşadarî wê civîna Kongreyê bikim, danê sibehê ez, Îsmet Şerîf û Elî çûn lê wan tenê destûr da bû ku Îsmet Şerîf tevlî Kongreyê bibe, lê em her sê jî tevlî civînê bûn. Li wê derê hevjîna serokê berê yê Fransayê François Mitran, Daniel Mitran jî hat ji bo beşdarbûna Kongreyê lê dema ku çû cihê lêgerînê deng ji amûra lêgerînê hat wê ji wê derê derxist ji ber nexweşiyê di dilê Mitran de cîhaz hebû, heta ku bikare li wan bide têgihandin û bê lêgerînkirin ku ne karî beşdarî civînê bibe.

Îsmet çend deqeyekê qala rewşa Kurdan ya li Bskurê Kurdistanê kir, me serdanek din ji bo hevdîtina Papayê Vatîkanê kir destpêkê me nameya xwe şand me têde da diyarkin ku ew zilm û zordariya li Kurdan ya ku ji aliyê her çar dewletên dagirkerên Kurdistanê ve tê kirin ku me qala wan kir û me ji wan daxwaza aştiyê kir ku qala çend ayatên Încîlê hate kirin ku qala zilm û zordariyê dike, pişte ez, Îsmet, Ebdurehman û Dilbixwîn çûn li gel Papayê Vatîkanê ku kom bibîn me Papa dît ji me re got; du deqe ji we re heye lê Papa pênc deqeyan li gel me ma du deqeyan jî Îsmet bi Firansî li gel axivî piştre Papa jî sê deqeyan axivî û got; Mın biryar da ku ji bo we nimêj bikim ev jî gelek girîng bû min jî wê demê têkilî li gel Omer Dizeyî li rasyoya dengê Emerîkayê kir û min got; reklama me ya ji bo wê serdanê jî bikin, wê demê rewşa Kurdistanê têkçûbû nîva Kurdan guhdarî dengê Emerîkayê dikir, piştre Emer Dizeyî vê yekê ku şandek ji şandên ku serdana Papayê Vatîkanê kirî belavkir û Papa soza nimêjkirinê ji bo Kurdan da. Papa got; berê Mesud Barzanî û Celal Telebanî daxwaza hevdîtinê kiribû ku qebûl kir û me got em ne aliyeî dînî û siyasîne ji ber wê me hevdîtin li gel we kir ji ber ku Enstûtiya Kurdî aliyekî çandiye.

Yek ji çalakiyên din yên girîng yên me serlêdana Moskovayê bû ku li wê derê em çûne Peymangeha Êstêşraqî Rojhilat. Li wê derê çend mamostayên Kurd û Ermenî hebûn ku çend caran semîner li ser doza Kurdan pêşkêşkiribûn. Li wê derê Lazarîf hebû ku şareza bû li ser doza Kurdan, çend pirtûk li ser Kurd û dîroka Kurdan hebû. Di pirtûkê de parastina Kurdan dikir li wê derê me li ser çêkirina ansîklopediyek li ser Kurdan li hev kir. Li gorî wê ansîklopediyê bi kurt û kurmancî Kurd kîne û çi dixwazin? Me ji bo çêkirina wê asîklopedyayê pirotokolek îmza kir ku ez, Lazarîf û Îsmet jî me îmza kir. Bijîjk Cebar Qadir jî li gel me bû ku wî jî li heman peymangehê xwendiye û li wê peymangehê pileya doktorî aniye.