'Bîranîna her şehîdekê dibe soza tolhildan û serketinê'
Berxwedanî xwedî wê hêzê ye ku navê serdemekê biguherîne. Li Kobanê Arîn Mîrkan li Efrînê Avesta Xabûr bi sekn û helwesta xwe, navê xeleka berxwedaniya jinê afirandin.
Berxwedanî xwedî wê hêzê ye ku navê serdemekê biguherîne. Li Kobanê Arîn Mîrkan li Efrînê Avesta Xabûr bi sekn û helwesta xwe, navê xeleka berxwedaniya jinê afirandin.
Berxwedanî xwedî wê hêzê ye ku navê serdemekê biguherîne. Li Kobanê Arîn Mîrkan li Efrînê Avesta Xabûr bi sekn û helwesta xwe, navê xeleka berxwedaniya jinê afirandin. Gelek jin bi saya vê berxwedaniyê bûn xwedî vîn û têkoşîna xwe mezin kirin. Şervanên YPJ’ê bi berxwedan û tekoşîna xwe, li hember dijminê mirovahiyê bi sekna xwe ya wêrek hatin naskirin. Tişta ku ew gihandin vê astê jî di bingehê de dilsoziya wan a bi xakê û baweriya wan a bi serketinê bû. Şervanên YPJ’ê her şehadetek rêhevalê xwe, ji bo xwe kirin felsefeya xwe ya jiyanê û sedema bilindkirina têkoşînê.
Di dîroka 20 Çileya 2018'an de dewleta Tirk a dagirker êrîşî bajarê Efrînê kir. Di nava vê berxwedaniya ku li beramberî dewleta Tirk ya dagirker hat meşandin de bi pêşengiya şervanên YPJ’ê rihê berxwedana Serdemê gihişt lûtkeyê. Şervana YPJ’ê Avesta Xabûr bi çalakiya xwe ya di 27 Çileya sala 2018’an de li dar xistibû de rastiya berxwedana jin bi rengekî herî şênber nîşanî tevahî cîhanê da.
Bi vê boneyê YPJ’ê di dîroka 27 Çileya 2020’an de salvegera duyemîn a şehadeta Şehîd Avesta Xabûr bi merasîmeke leşkerî bi bîr anîn. Cardin salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ku rastî dîroka 26’ê Çileya 2015’an hatî li gelê Kobanê û tevahî mirovahiyê pîroz kirin. Di merasîmê de Fermandara Herêma Cizîrê Rojda Şiyar peyamên girîng dan;
"Êrîşa dewleta Tirk ya li ser Bajarê Efrînê ket sala xwe ya duyemîn. Rêheval Avesta Xabûr jî li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk wek îro çalakiya xwe ya azadiyê li dar xist. Di kesayeta rêheval Avesta Xabûr de em şehîdên berxwedana Serdemê û şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî tevahî Şehîdên Şoreşê ditewînin. Ev du salên me yên dawî salên têkoşîn û berxwedana dijwar bûn. Di sala 2019’an de di pêşengiya jinên Bakur-Rojhilatê Sûrî de me serketina tinekirina DAİŞ bi dest xist. Li beramberî destketiyên ku me bi dest xistine, dewleta Tirk tehemûl nekir û ev rastî bi êrîşên xwe yên dagirkeriyê ve da nîşandan. Di heman salê de dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî bajarê Girê Sipî û Serêkaniyê kir. Li hemberî van êrîşan berxwedaniya YPJ’ê û YPG’ê di asta herî jor de hat raber kirin. Ew berxwedanî bû dîrok û destan."
ÊRIŞ WÊ LI BIN GUHÊ BERXWEDANA JINÊ BIKEVIN
Rojda Şiyar di axaftina xwe de bal kişand ser girîngî û qehramaniya jinê û da zanîn ku li beramberî tevahî êrîşan wê berxwedaniya jin herdem were domandin û wiha berdewam kir; "Bi xwîna qehremanên weke Arîn, Avesta û Barîn’an li Efrîn û Kobanê di bingehde serkeftinên mezin hatin bi dest xistin. Cardin di berxwedana Rûmetê de jî di şexsê rêheval Zîn de rastiya jina berxwedêr carekedin derkete holê. Di roja îro de hêza jina Azad derketiye holê. YPJ di wê astê de ye ku dikare tevahî jinan û gelê xwe biparêze."
'EM Ê WEREKIYIA AVESTA, BARÎN, ARÎN Û MARA DI TEVAHIYA ÇEPERÊN ŞER Û JIYANÊ DE JI XWE RE BIKIN MÎNAK'
Fermandara YPJ’ê Rojda Şiyar di nirxandinên xwe de bal kişande ser rol û mîsyona ku YPJ’ê di nava eniyên şer de daye ser milê xwe û bi van gotinan dewam kir; "Di roja îro de dagirkeriya Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wan li Efrînê keç, xort, ciwan kal û pîr’ên me direvînin. Êrîşî gel dikin, gel îşkence dikin. Ji bona wê jî em weke YPJ’ê li beramberî tevahî êrîşan xwedî wî mafîne ku gelê xwe û tevahîjinan biparêzin. Çawa ku jinên li Tepqa, Reqa, Musil û Şengal’ê ji aliyê çeteyan ve hatin esîr girtin weke YPJ’ê jî me ew ji tarîtiya DAİŞ’ê rizgar kirin. Diroja îro de jî jinên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî jî di nava heman tarîtiyê de dijîn. Dewleta Tirk dixwaze jinan bike koleyê xwe. Li hember van kiryarên dewleta Tirk emê jî weke Avesta, Barîn, Arîn û Amara di tevahî çeperên şer û jiyanê de berxwedanî û wêrekiya wan ji bo xwe mînak bigrin."
'EM Ê BIBIN ŞERVANÊN VÊ SERDEMÊ Û RIHÊ TOLHILDANA ŞEHÎDAN'
Rojda Şiyar da diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker armanca xwe ewe ku jiyana hevbeş û aştîxwaz a gelê herêmê ji holê rake û pergala xwe ya dîktator bide ferz kirin û got; "Dewleta Tirk bila nekeve fikirandineke wiha ku em bi bin xistine. Ji ber wek YPJme di tevahî herêman de biryardariya xwe ya berxwedanê mezin kiriye. Çawa ku em 8 salan di nava şoreşê de bi rola xwe rabûn, ji vir şûnde jî emê zêdetir rola xwe bileyîzin û erka xwe pêk bînin. Ji bo her şervanek tola şehîdên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipîhilde ewê bibin şervanên vê Serdemê.Di heman demê de Rojda Şiyar da zanîn ku; Li beramberî her cure komployên ku li hember wan tên pilan kirin, weke YPJ’ê ewê her demmafê xwe yê parastinê pêk bînin."
Fermandara YPJ’ê ya herêma Cizîrê Rojda Şiyar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ked û wêrekiya şehîdên şoreşê û wiha domand; "Şehîd Zîn, Şehîd Nêrgiz û Şehîd Ronahîbi wêrekiya xwe ji Dewleta Tirk û Çeteyên girêdayî wê re dan nîşandan ku vîna jina azad nayê tine kirin. Şehîd Avesta, Barîn, Arîn, Zîn, Amara û Şehîd Ronahî ji bo me bûn sembola jina azad û emê bibin şopdarê riya Şehîdan û emê berxwedana wan bigihînin serkeftinê."
Merasîm bi dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî, Şehîd Namirin û bi meşeke girseyî ya şervanan bi dawî bû.