Bîlançoya sûcên mehekê yên ku dewleta Tirk ên li Eyn Îsayê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya sûcên mehekê yên dewleta Tirk eşkere kir ku li Eyn Îsayê kiriye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bilançoya sûcên dagirkeriya Tirk ên li herêmê Eyn Îsayê li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Bilanço wiha ye:

"Dagirkeriya Tirk herêmên li derdora bajarokê Eyn Îsayê û gundewarên rojavayê Girê Spî topbaran dike, her wiha 5'ê Cotmehê li ser gundê El-Hoşanê û rêya navneteweyî (M4) wesayîteke leşkerî kir armanc û di encama wê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

8'ê Cotmehê hêzên me bersiv dan hewldana dorpêçkirina gundê El-Selîbî û di vê çalakiyê de yek ji çeteyên ku ketine gund birîndar bû.

9'ê Cotmehê dagirkeriya Tirk gundê El-Hiwêce yê tijî şênî li rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kir.

Dagirkeriya Tirk topbarana li ser gundewarên rojavayê Girê Spî, rojavayê Eyn Îsa, rêya M4 û gundên li kêleka rêya M4 wek gundê Xaldiyê, Hoşan û Dibis, didomîne.

10'ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran kaziya Itîhad û rêya M4 ên li rojhilatê Eyn Îsa topbaran kir.

12'ê Cotmehê dagirkeriya Tirk dikaneke bazirganiyê li ser rêya rojhilatê Eyn Îsa kir hedef. Di encamê de zirarên madî bi mal û milkên sivîlan çêbûn.

12'ê Cotmehê dagirkeriya Tirk depoyên genim ên Mişêrfa, stasyona Şerqiye û rêya M4 bi çekên giran topbaran kir.

12'ê Cotmehê dagirkeriya Tirk ji baregehê xwe ya li rojavayê Eyn Îsa, gundê Seyda kir hedef.

15'ê Cotmehê dagirkeriya Tirk carek din gundê El-Hiwêce yê rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran kir armanc.

Her wiha 15'ê Cotmehê gundê Um El-Beramîl topbaran kir û di encama wê de zirar gihaşt milkên sivîlan.

22'ê Cotmehê dagirkeriya Tirk bi çekên giran gundê Ebû Nîtaw û rêya M4 kir armanc.

23'ê Cotmehê dagirkeriya Tirk ji baregeha xwe ya li gundê El-Siqêr gundê El-Tiruq bi topan kir hedef û zirarên madî çêbûn.

26'ê Cotmehê dagirkeriya Tirk ji nû ve bi çekên giran depoyên genim ên Mişêrfa, stasyona Şerqiye û rêya M4 topbaran kir.

27'ê Cotmehê baregeha dewleta Tirk a li rojavayê Eyn Îsa gundê Seyda bi çekên giran kir armanc.

30'ê Cotmehê baregehên dewleta Tirk ên li gundê Siqêr, gundê El-Hiwêce yê tijî şênî bi çekên giran topbaran kir.

31'ê Cotmehê dagirkeriya Tirk gundê El-Hiwêce bi çekên giran û topên ronahî armanc kir."