Bîlançoya meha Îlonê ya terora dewleta Tirk a li Efrînê

Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê bîlançoya terora dewleta Tirk a li Efrînê ya Îlonê aşkere kir.

Rêxistina Mafê Mirovana Herêma Efrînê bîlançoya terora dewleta Tirk û çeteyên wê ya meha Îlonê, bi daxuyaniyekê li Kampa Serdemê ya Şehbayê aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin dewleta Tirk û çeteyên wê zext û zordarî, êşkence li ser Efrînê li ser Kurdan didomînin, Kurd têne revandin, bi zorê keçên Kurd bi endamên çeteyan re didin zewicandin.

Her wiha hate gotin li dijî sirûşta Efrînê jî dewleta Tirk û çeteyên wê tevdigerin, agir bi daristanan dixin, darên zeytûnan û daristanan dişewitînin, dibirin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bîlançoya terora dewleta Tirk û çeteyên wê ya meha Îlonê:

*2 sivîl hatine kuştin, yek ji wan zaroyekî 9 mehî ye.

*84 welatî hatine revandin, 14 ji wan bi fîdyeyê hatine berdan.

*Zewaca bi zorê didome, 3 zarokên keç bi zorê hatine zewicandin.

*Zêdetirî 700 darên zeytûnan hatine birîn.

*Li du cihan dar hatine şewitandin.

*Li çar cihan şûnwarên dîrokî hatine wêrankirin.

*Şûnwarên herêmê hatine guhartin.

*Navê bajaroka Meydanke guhartin kirin Ertxerl.

*Malên Kurdan didizin û difiroşin.

*Li şêniyan ferz dikin ku pereyan bidin.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin Kurdên ku ji Efrînê koçber bûne ji êrîşên dagirkeriya Tirk xilas nebûne, dewleta Tirk û çeteyên wan bi rengekî hovane gundên Şehbayê bombe dikin. Her wiha hate diyarkirin Îlonê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kantona Şehbayê û navçeyên wê Şera û Şêrawa 377 caran dane ber hawan, obûs û çekên giran.

Herî dawî hate gotin ev terora dewleta Tirk û çeteyên wê li ber çavê cîhanê dibe lê ti kesek dengê xwe dernaxîne.