Bîlançoya hefteyekê ya Bagera Cizîr: 10 hezar sivîl hatin rizgarkirin
Bîlançoya Hefteyekê hate eşkerekirin. Pêngava Bagera Cizîrê di roja 16`an de berdewam dike. Şervanên QSD’ê gelek cihên stratejîk Û 10 hezar sivîl rizgar kirin.
Bîlançoya Hefteyekê hate eşkerekirin. Pêngava Bagera Cizîrê di roja 16`an de berdewam dike. Şervanên QSD’ê gelek cihên stratejîk Û 10 hezar sivîl rizgar kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9’ê Îlonê de ji aliyê şervanên QSD û pêşengtiya Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê hatibû destpêkirin, di roja 16`an de berdewam dike.
Bîlançoya hefteya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê wiha ye:
“Şervanên QSD’ê di hefteya duyemîn a pêngavê de 70 km2 ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqij kirin û ber bi pêş de diçin. Di hefteya dawî de şervanan 36 gindik rizgar kirin. Her wiha di van êrîş û pêşdeçûna de 23’yê çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 4 jî ji wan xwekuj bûn. Ji aliyê komên taybet ên QSD’ê ve 17 çete ji wan 8 çete di kampa Seed a koçberan dîl hatin girtin. Her wiha balafireke kefşê ya çeteyên DAIŞ’ê hate xistin û 2 wesayîtên doçka û wesayîteke zirxî hatin rûxandin. Di heman demê de 3 wesayîtên teqemeniyê jî ji aliyê şervanan ve hatin bê bandorkirin. Wesayîtek cûreya Tiwêta û wesayîteke zirxî ketin destê şervanên QSD`ê.
Her wiha du kargehên stratejîk ên gazê Ezba û Konîko hatin rizgarkirin.
Ji aliyekî din ve jî, 10 hezar sivîlên Dêra Zorê hatin rizgarkirin û li cihên bi ewle hatin bicihkirin.
Di encama şerê hefteya dawî de 10 şervanên QSD’ê, ji wan 2 endamên YPG’ê yên tenduristiyê ku dixwestin zarokekî 14 salî rizgar bikin, şehîd bûn.”