Bîlançoya êrîşa dewleta Tirk: 13 sivîl û 6 şervan şehîd bûn

Li gorî bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku 19’ê Mijdarê di saet 00:00’an ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî de, 13 kes û 6 şervan şehîd bûn. Di 20’ê Mijdarê de Nexweşxaneya Koronayê ya li Kobanê bi temamî hat rûxandin.

Dewleta Tirk 19’ê Mijdarê saet di 00:00 de bi balafirên şer bombe li herêmên Dêrik, Dirbesiyê, Ebû Rasên, Kobanê û Şehba  yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê barand.

Bîlançoya êrîşên dewleta Tirk ên ji 19’ê Mijdarê û vir ve bi balafirên şer li ser herêmê pêk aniye wiha ye: “

DÊRIK

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer gundê Teqil Beqil ê nêzê Qereçox 4 caran bombekir. Li gundê Teqil Beqil destpêkê karmendek ku di saziya elektrîkê de dixebitî şehîd bû.

Piştî lêdana destpêkê dema ku gel xwest biçe hewara birîndaran, di saetên siharê de bi balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, qad hate bombekirin. Her wiha santrala elektrîkê jî zirareke mezin dît.

DIRBÊSIYÊ

Li gundê Dahir yê di navbera Dirbesiyê û Ebû Rasen de, 2 karmendên embara genim û li xeta Ebû Rasen jî şervanek şehîd bû û birîndar jî hene.

KOBANÊ

Gundê Helince 2, Girê Miştenûr 6, gundê Şêrana 2, Dara Hikumiyê 3, Kaniya Kurda 2 û embara genim a gundê Qiz Elî 3 caran hatin bombekirin. Di encama bombebaranê de gelek xanî zirar dîtin. Li gundê Qiz Elî 2 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn. Di êrîşa li ser Girê Miştenûrê de jî nûçegihanê Sterk TV Mihemed Cerade birîndar bû.

20’ê Mijdarê di saetên sibehê de Girê Miştenûr, Kolana Nû û Girê Kaniya Kurda bi balafirên şer hatin bombekirin. Bi encama bombebaranê de Nexweşxaneya Koronayê ya li ser Girê Miştenûr bi temamî hat rûxandin.

EBÛ RASÊN

Gundê Til Hermel 2 caran hate bombekirin di encama êrîşê de şervanek şehîd bû, 3 şervan jî birîndar bûn û 3 leşkerên rejîma Sûriye jiyana xwe ji dest dan û 2 leşkerên rejîma Sûriyeyê jî birîndar bûn.

TIL RIFET

Bi navçeyên Til Rifet û Şera, Bêlûniyê, Şêx Îsa û Minix û gundê Şewarqa ku koçber lê dimînin hate bombekirin. Di encama van êrîşan de 5 şervan şehîd bûn û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Di êrîşan de gelek baregehên dewleta Sûriyeyê hatin hedef girtin, zêdetirî 20 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 20 leşker jî birîndar bûn.

Xetên sînor ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi çekên giran hatin bombekirin û balefirên keşfê digeriyan.