'Bila kes nekeve nava xewn û xeyalan, nema dikarin bi me'

Endamê Rêveberiya Giştî ya QSD'ê Hakî Kobanê destnîşan kir ku sala 2017'an ji aliyê leşkerî ve wan gelek serketin bi dest xistin û got, bi guhertin û nûkirina sîstema xwe re ew êdî profesyonel bûne.

Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Hakî Kobanê, têkoşîna QSD'ê ya sala 2017'an û plansaziya 2018'an ji ANF'ê re nirxand.

Kobanê diyar kir ku bi dayina berdêlên mezin û giran wan sala 2017'an ikrine sala serketinê û got, "Li ser vê bingehê di şexsê Şehîd Rustem de hemû şehîdên Qereçoxê, wekî din di şexsê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced de hemû şehîdên Reqayê û şoreşê bi bîr tînin.

2017 ji bo me saleke gelekî girîng bû. Di şexsê DAÎŞ'ê de me li dijî hêz û zîhniyeta dijberê mirovahiyê, azadiyê û jinê şerekî mezin kirin. Bi têkoşîna hemû gelên Sûiryeyê re me paytexta tirsê ya DAÎŞ'ê têk bir û tirs ji holê rakir. Reqa hate rizgarkirin, lê şerê Dêra Zorê hê dewam dike. Bêguman mirov nikare bêje ku 'Sala 2017'an serweriya DAÎŞ'ê ya li ser axê bi temamî ji holê hatiye rakirin'. Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ji her alî ve dewam dike.

Di şexsê dijberiya li jinê de DAÎŞ nûnerê herî paşverû yê sîstema serweriya mêr a 5000 salî ya li dijî civakê bû. Qelskirina vê hêzê serketineke mezin ji bo gelên Kurd, Ereb, Suryanî, hemû beşên olî û jinan bû. Wekî din têkoşîna me ya sala 2017'an ne tenê ji bo Bakurê Sûriyeyê û Sûriyeyê, her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê girîng bû. Ya rast me li dijî terorê, têkoşîna cîhanê meşand. QSD'ê bi navê tevahiya mirovahiyê bi ser xist. Ji ber vê yekê, ji aliyê manewî ve ji bo me gelekî girîng û hêja bû."

Di dewama axaftina xwe de Kobanê bal kişand ser keda çapemeniya azad a di nava pêngavên Reqa û Dêra Zorê de û bi bîr xist ku ji çapemeniya azad jî şehadet çêbûn.

Kobanê destnîşan kir ku wê şehîdên çapemeniya azad weke mirovên fedayî bi bîr bînin.

'EM HEMÛ QADÊN XWE YÊN AZAD DIPARÊZIN'

Hakî Kobanê anî ziman, ku weke YPG, YPJ Û QSD ew niha li hemû qadên xwe yên rizgarkirî, li dijî terora DAÎŞ'ê şer dikin û bi navê gelê xwe û mirovahiyê hewl didin DAÎŞ'ê biqedînin. Kobanê got, "DAÎŞ hê neqediya ye. Wekî din li herêmên ewke Minbicê hêzên çete yên Tirkan ên bi navê 'Mertala Firatê' hene. Hovîtiya van ne kêmî ya DAÎŞ'ê ye. Wekî din zîhniyeta rejîmê jî rengekî din ê zîhniyeta DAÎŞ'ê ye. Yanî wezîfeya QSD'ê parastina nirx û azadiya gel ji her şêwe êrîşan e. Ev yek li dijî DAÎŞ'ê, dewleta Tirk, rejîmê, El Nûsra û hemû çeteyên din derbasdar e.

Em niha li Efrîn, Şebha, Minbic, Reqa û hemû herêmên din ên rizgarkirî bi wezîfeya xwe ya parastinê radibin. Bêguman ji bo parastinê sîstemeke me heye. Mînak, li Minbicê li aliyekî dewleta Tirk û çeteyên wê li aliyê din jî rejîm heye. Hevalên me bi şev û roj di çeperan de ne û li dijî êrîşan bi erka parastinê radibin. Yekîneyên me yên ku em jê re dibêjin yekîneyên eniya paş, hene. Hêzên me yên ku sînor diparêzin hene. Hêzên me yên li perwerdeyê hene. Sîstemeke QSD'ê ya li gorî vê heye."

BILA KES NEKEVE NAVA XEWN Û XEYALAN; NEMA DIKARIN BI ME

Kobanê işaret bi gef û daxuyaniyên rejîma Baas kir û got, "Di vê pêvajoyê de ku DAÎŞ diqede û lêgerînên li çareseriyê dest pê dike, ev daxuyaniyên rejîmê daxwaza têkbirina maseya çareseriyê ye. Li aliyê din nîşan dide ku bi Tirkiyeyê re ketiye nava konseptekê. Daxuyaniyên Erdogan ên ku gefê li Efrîn û Şehbayê dixwin û tawanbariyên ku Esad li dijî QSD'ê dike, di heman demê de hatin kirin."

Kobanê diyar kir ku ne Tirkiyeyê, ne rejîmê ne jî mûxalefetê nekarîne xwe li destketiyên gelên Bakurê Sûriyeyê rabigirin û wiha dewam kir: "Lê belê me bi derfetên ji wan gelekî kêmtir û bi têkiliyeke gelekî kêm dest pê kir. Me têkoşîn mezin kir, kir malê gelên Sûriyeyê û bi vî rengî destketî bi dest xist. Me qadeke mezin rizgar kir û em niha wê diparêzin. Ji vê saetê û pê ve bila kes nekeve nava xewn û xeyalan; kes nema dikare me têk bibe. Hêzên me bi tevlîbûna dilxwazî ya gelên Bakurê Sûriyeyê re 50 hezar derbas kiriye û di nava her şert û mercî de em ê welatê xwe û paşeroja gelên xwe biparêzin. Hêvîdar im ew ê pêvajoyê rast bixwînin û rast nêzîk bibin."

Hakî Kobanê anî ziman ku coş û tevlîbûna li nava hêzên wan, sala 2017'an ji her demê zêdetir bû û destnîşan kir ku ew pê bawer in ev tevlîbûn wê sala 2018'an zêdetir bibe.

'ME SÎSTEMA XWE NÛ Û PROFESYONEL KIR'

Li ser sîstema QSD'ê Kobanê got, "QSD dema ku hate ragihandin ji 13 yekîneyan pêk dihat. Piştre bi şer û pêngavan re gelek komên din tevlî bûn. Me jî sîstema xwe ji nû ve nirxand. Ji aliyê leşkerî ve diviyabû me sîstemeke hê bi dîsîplîn ava bikira.

Sîstema me ya leşkerî ji yekîneyên cuda pêk dihat. Lê belê di civîneke dema dawî de me sîstema xwe ji nû ve nirxand. Sîstema me niha li gorî herêman ji alay, tabûr û tîman pêk tê. Li gorî vê yekê em operasyonan dikin û parastina herêma xwe dikin."

'SÎSTEMA ME YA PERWEDEYÊ BI DU ZIMANAN E, XWE DISPÊRE PROFESYONELBÛNÊ'

Der barê sîstema xwe ya perwerdeyê de jî Hakî Kobanê got, "Em perwerdeyê gelekî girîng dibînin. Hêzeke bê perwerdeya leşkerî hem di şer de nikare bi ser bikeve, hem jî dikare ji rêya xwe şaş bibe. Sîstema me ya perwerdeyê ji du zimanan pêk tê. Weke ku tê zanîn zimanê hevpar ê gelên Bakurê Sûriyeyê Erebî ye. Ji ber vê yekê hem akademiyên me yên bi zimanê Erebî hene, hem jî yên bi zimanê Kurdî. Kî bi kîjan zimanî bixwazin perwerde bibin, tevlî wê akademiyê dibe."

Kobanê destnîşan kir ku ji bo profesyonelkirina hêzên xwe ew di beşên sûîqest, sabotaj û çekên giran de perwerdeyê didin û ragihand, li gel perwerdeya leşkerî ew perwerdeya fikrî jî didin.

Kobanê got, "Me heta niha 17 hezar endamên hêzên xwe li akademiyan perwerde kir. Em karê xwe yê perwerdeyê û akademiyan xurtir dikin. Sala 2018'an em ê karê xwe yê perwerdeyê hê bi pêş bixin."

'BI RENGEKî KU BERSIVÊ BIDIN HEMÛ ÊRÎŞAN EM XWE AMADE DIKIN'

Ji bo sala 2018'an jî Kobanê got, "Bêguman karaktera sala 2017'an cuda bû. Şerekî gelekî giran û berdêlên mezin li pêşiya me bû. Bi rastî jî bi dayina berdêlên gelekî giran em bi ser ketin. Bêguman rengê sala 2018'an wê hinekî cuda be. Ya rast, pêvajo diguhere. 2018 wê bibe sala ku em bi rengekî herî xurt destketiyên xwe biparêzin.

Sala 2018'an em ê xwe ji her şêweyê dibetiya şer re amade bikin. Bêguman sala 2017'an jî amadekariyeke me ya bi vî rengî hebû. Gefên dewleta Tirk hene. Wekî din dibe ku DAÎŞ bi navekî cuda ji nû ve derkeve holê.

Sala 2018'an li gorî dilsozî û bîranîna şehîdên xwe em ê sîstema xwe ya demokratîk bi rengê herî xurt biparêzin. Me amadekariyên xwe li gorî vê kirine."