Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo şahiyeke zarokan hate lidarxistin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi boneya rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo zarokên şehîdan şahiyek li dar xist.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi boneya rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo zarokên şehîdan şahiyek li dar xist.
Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Meclîsa Malbatê Şehîdan a Herêma Firatê ji bo zarokên şehîdan şahiyek hate lidarxistin. Şahî li Navenda Çand û Hunera Baqî Xido hate lidarxistin.
Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiyê de li ser navê Rêveberiya Ciwanên Meclîsa Malbatê Şehîdan Mihemed Mihemed got “Rojbûna Rêber Apo Rojbûna me ye. Rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahî gelan e, rojbûna fikr û felsefeyê ye, çawa Rêber Apo got bi xeta şehîdan girêdayî bin, em wek ciwan û zarokên şehîdan soza xwe li hemberî Rêber Apo dubare dikin, em ê bi ruhê şerê gelê şoreşgerî şoreşa xwe bi ser bixin."
Piştre zarokan stran gotin û li ber stranan govend hate girtin.
Her wiha di rêzeçalakiyan de li Eyn Îsayê bi boneya rojbûna Rêber Apo li Parka Jinê dar hatin çandin.