Bi sermayeya Elman dijminatiyê li şoreşê dike

Radyoya ENKS'ê ku ji aliyê Elmanyayê ve tê xwedîkirin, dibe dengê dijberiya şoreşê.

Siyabend Haco, ku weke berpirsyarê karên derve ye ENKS'ê li Enqere, Hewlêr û paytextên welatên rojava dijminatiyê li Şoreşa Rojava dike, radyoya wî ya bi navê Hêvî ya li Qamişloyê jî di heman astê de dibe dengê dijminatiya li şoreşê.

Radyoya Hêvî ya Siyabend Haco, ji sala 2014'an û vir ve li Qamişloyê dibe dengê dijberiya şoreşa Rojava. Radyoya Hêvî hurmetê nîşanî endamên çeteyê DAIŞ'ê dide, ku van weke 'şervan' bi nav dike. Hêzên Rojava jî weke 'şehîd' nabîne. Bi gotina 'Hêzên PYD' û 'Asayîşa PYD'ê' hewl dide biçûk bixe.

Raya giştî ya Kurd, navê Siyabend Haco bi daxuyaniyên xwe yên 'kelogirî' yên li medya Tirk nas dike. Haco ku car carna hevsera xwe jî bi xwe re digerîne û tevî hin kesên mîna xwe yên li nava ENKS'ê dest bi 'karê dîplomatîk' ê li dijî Şoreşa Rojava dike, piştî her danûstandina xw eya li DYA an jî Ewropayê, ji medya Tirk û PDK'ê re vê daxuyanî, gilî û gazinan dike: 'Mixabin wê desteka xwe ya ji bo YPG'ê dwam bikin. Li me guhdarî kirin, lê wê tiştek neguhere'. Haco, tevî hvevsera wî Eva Savelsberg, ku serkêşa şîrketeke bi navê Navenda Lêkolînên Kurd li Ewropayê ye, ku navenda wê li Elmanyayê ye, heta niha tenê ji Elmanyayê 1 mîlyon Eûro subvanse kirine. Ev yek ji aliyê hikumeta federal ve jî hatiye piştrastikrin. Haco hem ji aliyê AKP'ê, hem jî ji aliyê PDK'ê ve tê xwedîkirin. Şexsekî bi vî rengî, li Qamişloyê radyoyeke xwe heye: Radyoya Hêvî. Bêguman xwediyê xwe yê fermî, tenê kûkla ye û ji dûr ve ji aliyê Haco ve tê bikaranîn.

Radyo Hêvî, ku ji bo dijberiyê li Şoreşa Rojava bike di sala 2014'an de de dest bi weşanê kir, ji ber ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk weke otorîteya rewa qebûl nake, destûra weşanê nekarî bigire. Piştî ku Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê di sala 2016'an de bi giştînameyekê ragihand, ku hemû saziyên çapemenî-weşanê yên destûra weşanê negirtine wê weke yên li derveyî qanûnan bên dîtin, Radyo Hêvî di 26'ê Kanûna 2016'an de serî li Rêveberiya Xweser a Kantonê da û destûra weşanê girt.

XWEDÎ Û RÊVEBERIYEKE PARAVAN

Kesê ku li ser navê Radyo Hêvî serlêdan kir û destûr girt, Amr Xelef Mûrad e. Hê jî weke berpirsyar û midûrê weşanê tê dîtin. Amr Xelef Mûrad, ku di sala 1977'an de li gundê Maşuk ê Tirbespiyê ji dayik bû, ji beşa Wêje û Zimanê Fransî yê Zanîngeha Şamê mezûn bû. Tevî Amr Xelef Mûrad, bi awayekî fermî 11 xebatkarên radyoyê hene: Husam Alî, Salan Hacî Mûstafa, Îmad Darî, Arîn Bekendî, Haîstan Hacî Mûstafa, Hêvî Sofî Mûsa, Kaçya Osman, Alan Hacî Mûstafa, Sîwan Xelîl û Seyfeddîn Abdulkadîr.

NÛÇEGIHANÊ EHRAR E JÎ

Seyfeddîn Abdulkadîr her wiha demeke dirêj e ji ajansa Casyîn re nûçegihandiyê dike. Navenda Ajans Casyîn li Dîlokê ye. Casyîn ajanseke çeteyên Ehrar Şam e, ku ev kom tevlî 'mertala firatê' ya dewleta Tirk bûye.

WEŞANA DIJBERIYA ŞOREŞÊ BÊ NAVBER DEWAM DIKE

Radyoya Hêvî, ji sala 2014'an û vir ve bi rengekî bê navber weşana xwe didomîne. Xeta weşanê ya vê radyoyê ji aliyê Siyabend Haco ve tê diyarkirin. Motîvasyona bingehîn a hemû bernameyên xwe, dijberiya li Şoreşa Rojava ye. Di zimanê xwe yê weşanê de, mîna ku li Qamişloyê weşanê nake, ji bo çeteyên DAIŞ'ê dibêje 'şervan'. Ji bo YPG/YPJ û pêkhateyên din jî dibêje 'Komên çekdar ên PYD'ê', ji Asayîşa Rojava re jî dibêje 'Asayîşa PYD'ê.

NÛÇEYA PÊWENDÎDAR

https://anfkurdi.com/kurdistan/fon-ji-pdk-e-meas-ji-mIt-e-u-avantaya-we-ji-ny-ye-80147