Fon ji PDK’ê, meaş ji MÎT’ê û avantaya wê ji NY’yê

Rêveberê ENKS’ê û damezirînerê PDKS’ê Hekîm Beşar ku PDK li dijî Şoreşa Rojava, bi dewleta Tirk re fînansoriyê jê re dike û berdayî derve, şelihandina xwe rajorî NY’yê kir.

Hekîm Beşar û malbata wî ku destê PDK’ê yê Rojava ye û damezirînerê PDKS’ê û ENKS’yê, pereyên NY’yê yên ku bo atolyaya cilan a dirûtinê ya penaberan dayî standiye lê li penaberan xerc nekiriye. Di Hezîrana 2016’an de 80 hezar û di Kanûnê de jî 120 hezar standiye. Ev rewş ji hêla NY’yê ve hate tespîtkirin. Hevjîna Beşar ku xwedêgiravî berpirsa pasaportê muxalefeta Sûriyê bû, diyar bû ku 33 kesên ku pasaporta qelp ji bo wan çêkiribû bi mehan li Yewnanîstanê mane.

Rêveberê ENKS’ê Hekîm Beşar û Endamê Buroya Siyasî ya PDKS’ê ku carinan li Stenbolê û Hewlêrê û carinan jî li ser navê ENKS’ê li Emrîka û Ewropayê li dijî Şoreşa Rojava xebatên reşkirinê dike, diyar bû ku ew û malbata xwe li Başûrê Kurdistanê bi fatoreyên qelp gendeliyan dikin.

KONTENJANA HEVJÎN Û ‘BÛRA’

Me tenê qîma xwe bi jêderên di nav ENKS’ê de neanî, ji jêderkên cuda û bi rûberîhevkirinê de hin agahiyên ku me teqezî li ser wê danî par ve dikin:

Hekîm Beşar 2012’an di dema çûna Fransayê de navê du kesên ku di şandeyê de hebûn ku diviya vîzeya wan bihatana hazirkirin jêbirin. Li şûna wan navê hevjîna xwe Nûjîn û bûrayê xwe danî. Endamên şandeyê ku pêşî çûne Fransayê û piştre çûne Elmanyayê, dema ku vegeriyan Başûrê Kurdistanê, komîsyona ku ji bo ‘muxalefetê’ pasaportan çêbikin komîsyon ava kirin.

PASAPORTA QELP JI BEŞAR

Hevjîna Beşar anîn ser Komîsyona Pasaportan. Komîsyonê ji bo ku di ser Tirkiyê re biçine Ewropa gelek pasaportên qelp hatin çêkirin. 33 kesên ku ji bo wan pasaportên qelp hatibûn çêkirin bi mehan li Yewnanîstanê asê man. Serê pasaportê 200 hezar dolar distandin. Hikûmeta Yewnanîstan 33 kesên ku bi mehan girtibûn, piştî ku cenazeyê zarokê Rojavayî yê bi navê Alan Kurdî li peravên Egeyê hate dîtin şandin welatên Ewropayê.

DEST LI SER PEREYÊN NY’YÊ DANÎNE

Li Başûrê Kurdistanê ji bo kampên penaberan, bi mebesta ku pîşeya dirûtinê hînî jinan bikin, bi fînansoriya NY’ê Atolyaya Jinan a Dirûtina Cilanh hate vekirin û berpirsyariya vê jî bûne Hekîm Beşar û hevjîna wî Nûjîn. Hemû lêçûnên atolyeyê NY’yê didan.

Beşar û Nûjîn 2016’an, Hezîranê 80 hezar û Kanûnê jî 125 hezar dolar standin. Lê malbata Beşar fona 205 hezar dolarî bi fatorên qelp li ser hesabên xwe razandin. NY ev rewş tespît kir. Li gel ku ji hêla NY’yê hate tespîkirin ku fatorên qelp hatine birîn û ev pere ji bo atolyeyê xerc nekirine jî, hikûmeta Herêma Kurdistanê kete navberê û ser vê bûyerê girt.

MEAŞÊ KU JI MÎTÊ DISTÎNIN JÎ TEQEZ E

Ji bilî fatore û pasaportên qelp ên Hekîm Beşar û malbata wî, têkiliya wan bi MÎT’ê re ji mêj ve tê zanîn. Hin kesên di nav ENKS’ê de diyar dikin hem di ‘muxalefetê’ de û hem jî di karê derve de têkiliya bi MÎT’ê re a Hekîm Beşar berbiçav dibe.  Teqez bû ku Hekîm Beşar û Fuad Elîko her meh 3 hezar dolar ji MÎT’ê distînin û bi rengekî perîyodîk bi MÎT’ê re civînan li dar dixin. Di nav rêveberiya ENKS’ê de nîqaşên pir giran hene. Ên ku ji vê rewşê aciz in daxwaza îxrackirina wan dikin.