Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo Mexmûrê meşiyan

Şêniyên Kobanê bi meşeke girseyî xwedî li berxwedana şêniyên Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) derket û berxwedaniya gelê Mexmûrê silav kirin.

Ji bo piştgirîdayîna berxwedaniya Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya ‘Tiştên ku hikumeta Iraqê li ser Mexmûrê dike, li dijî pîvanên mirovahî û exlaq in’ bi hezaran şêniyên Kobanê, tevî rêveberên sazî û dezgehên wê daketin qadê. Gel li Qada Azadî kom bû û heta Qada Demjimêrê meşiya.

Gel bi alayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sloganên ‘Bimire îxanet’ berz kirin.

Piştî rêzgirtina bi qasî deqîqeyekê li ser navê Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Emîne Bekir axivî got “Piştî civîna çar salan dîsa xwestin gelê Kurd tune bikin. Di sedsala dawîn de, rojeva civînên di navbera dewletên dagirker ev e ku gelê azadîxwaz û berxwedêrê tune bikin. Gelê Mexmûrê di şerê Kobanê de piştgirî da me û em jî bi dil û can piştgiriyê didin berxwedaniya Mexmûrê.”

Meş bi sloganan bi dawî bû.