Di her kolaneke Kobanê de efsane û destanek hatiye nivîsandin. Li her malekê li ser her dîwarekî bîranînê şervanekî heye. Ew şervanê ku di nava wê serma û seqemê de, berxwedaneke dîrokî dikirin ku bi berxwedana xwe li cîhanê deng vedan.
Li ser vê berxwedana Kobanê re 9 sal derbas bûn. Lê hîna jî serpêhatî û kêliyên wê demê di bala her kesî de ne. Bi taybetî jî ew kesê ku wan kêlî dîtin, hin ji wan şehîd bûn, hin jî wan jî birîndar bûn.
Şervanê ku di nava efsaneya Kobanê de cih girtî û piştre bû gaziyê şer Ismaîl Mihemed qala wê demê kir.
Ismaîl Mihemd kêliyê ku tevlî şoreşê bû anî ziman û got; "Li zanîngeha Dêrazorê di destpêka şoreşê de me şahiya cejna karkeran lidar xist. Di encamê de em ji aliyê hikumeta Şamê ve hatin binçavkirin. Piştî 6 mehan ez bi şoreşa Rojava hesiyam ku gelek bajar ji rejîma Baasê hate rizgarkirin. Şoreş ji me re bû deryayek. Em jî kesên tî ne em ê xwe bighînin wê deryayê û ava azadiyê vexwin. Di nava 6 mehên li zindana hikumeta Şamê de êşkenceyên gelekî giran hate kirin ku bi gotinan nayê ziman."
Ismaîl Mihemed hesta xwe ya li ser bilindkirina ala kesk, sor û zer anî ziman û got, "Kelecaneke cuda bû, ku min cara yekemîn ala xwe li asîmanê şîn dît. Dema ku li ser bendên kontrolê derbas dibû û digotin 'Dem baş heval', hesteke cuda bû."
Ismaîl Mihemed wiha dewam kir, "Êdî ew destketiyên me ji her kesî re bû tirs, ew saziyên me yê ku xizmeta gel dike, ew bendên me yê kontrolê ku bira, pismam û bavê me ji bo parastina gelê xwe lê ne, her kes ji wan destketiyan ditirsiyan. Em bûn xwedî bawerî ku êdî em hene. Êdî komên bi navê çeteyan rabûn. Cebhet El Nûsra, Ceyş El Hir û DAÎŞ, feraset yek e lê tenê nav cuda ye. Êrîşeke giran bû û gelek aliyên Kobanê kete nava êrîşeke berfireh. Di nava bajarê biçûk de êdî êrîşeke mezin dest pê kir. Ew zihniyek û ferasetê derve xwestin bi van êrîşan dîsa neteweya Kurd tune bikin û di wî bajarê biçûk de weke serhildanên berê wan qir bikin. Lê li bin ketin."
Ismaîl Mihemed anî ziman ku Kobanê bi berxwedana YPG û YPJ'ê bi ser ket, bi ruhê fedaî yê di dilê her şervanekî de bi ser ket. Ismaîl Mihemed got, "Şervanên ku hêz ji seferberiya Rêber Apo wergirtin, ku ji çar aliyên Kurdistanê û cîhanê berê xwe dan Kobanê, li ser axa vî bajarê biçûk hêza terorê ya ku cîhan jê ditirsiya, li bin xistin.
Li nava wî bajarî, her kolan û bihusta xaka wê dîrokek, çîrokek û efsaneyek bû. Li ser her dîwarekî jî nivîseke şoreşgerekî hebû. Di wê serma û seqemê de, tenê çavê me li wê heyvê bû û di destê me de ew çek bû. Tenê me destê xwe da ser axa Kobanê û me soz xwe da: 'Em şervanên te ne, em ê li ber xwe bidin û têbikoşin'."
Ismaîl Mihemed ragihand ku wan êdî şehadet danîbû ber xwe, biryar dabûn ku heta dawiyê Kobanê biparêzin û got, "Di 27’'ê Mijdarê de em di nava bajarê Kobanê de bi obusekê birîndar bûn. Tişta ez dizanim ku tenê axê ez hembêz kirim û ber bi xwe ve ez birim. Em 12 heval birîndar bûn û 1 jî şehîd bû. Tenê min çavên xwe vekir, min dît ez birîndarim û dinya piştre ket tarîtiyê. Min gazî hevalê xwe kir û min got ez birîndarim, hevalê min ê birîndar ber bi min ve xwe kaş kir û got ez ê bi te re bibim alîkar. Ez hembêz kirim û birim. Hembêzeke weke ku dayîk li ser zarokê xwe ditirse ez hembêz kirim. Dema ser hişê xwe çûm û çavê xwe vekir min dît ku ez li nexweşxaneya Bakurê Kurdistanê me."
'KENGÎ EZ Ê HERIM KOBANÊ'
Ismaîl Mihemed destnîşan kir ku birîna wî giran bû û got, "Dem ku em gihîştin Amedê ji ber birîndarbûna min, gotin divê berê wî bidin Enqereyê. Dema ku ez ji emerliyatê û derketim tenê tişta min ji doktor re got ew bû; 'kengî ez ê vegerim Kobanê, hevalê min li benda min e'.
Ismaîl Mihemed got, "Bi qasî 7 mehan li Bakurê Kurdistanê ez tedawî bûm. Bi saya hevalên me Kobanê bi ser ket. Ew Kobanê ya min a biçûk li ber xwe daû her ku çû hêza me xurt bû. Hemû dewletên desthilatdar jî ji Kobanê ditirsiyan êdî dizanin ku em şagirtê Rêber Apo ne em ê tenê bi ser bikevin. Dewleta Tirk jî êdî dît ku pilanên wê têk çû, vaye bi ruhê neteweya demokratîk em bi ser ketin. Me êdî xwe ispat kir û got, em hene."