‘Bi qêrîna “ax dayê” me zanî ku Ciwan şehîd bû’

Malbata şehîd Ciwan Reşîd ku ji gundê Zaoretê yê navçeya Şêrawa ye,diyar kir ku di dema balafirên şer ên dewleta Tirk li gundê wan Koxrê dayî endamê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) Ciwan Reşîd şehîd bû.

Di berxwedaniya Serdemê de bi hezaran şehîd hate dayîn û di nava şehîdan de jin, xort û zarok mirin. Li aliyekî bi hezaran cîgera dayîk û hevjînên şehîdan şewitî û bi sedan zarok sêwî man. Lê ev hemû li beramberî berxwedana gelê Efrînê nebû asteng û berxwedana gelê Efrînê niha li Şehbayê didome.

Li Şehbayê malbata Reşîd ya Efrînê ku ji gundê Koxrê ne û niha li gundê Zoretê dijîn kurê wan di êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bû. Ciwan Reşîd yek ji endamên Hêza Parastina Cewherî (HPC) bû ku di dema şerê Efrînê de ji bo gund û erdê xwe biparêze ew û çend havalên wî daketin nava gund û di wê demê de balafirên keşfê ew kirin hedef û kurê malbata Reşîd, Ciwan Reşîd şehîd bû. Malbata Reşîd ji ANF’ê re axivî û qala jiyan û şehadeta kurê xwe kir.

Bavê şehîd Ciwan Reşîd, Sadiq Îzet Reşîd axivî û got; “Di destpêka de Ciwan serkêşiya govendê dikir û her dewatek çêdibû bangî ciwan dikirin ji bo bireqisê, û piştî ku em ji Helebê vegeriyan gundê Koxrê ciwan tevl komekî bi navê koma kalamêra bû û di wê demê da jî bû endamekî ji Hêza Parastina Cewherî (HPC) her wiha min dikanekî ji wî avakirîbû, û demê şer de dest ji dîkanê xwe berda û çû li dijî dagirkeriyê şer bike her wiha qasî ku kar dikir min wî nedidît.”

‘DI NAVA HEVALÊN KURÊ MIN DE CIWAN ŞEHÎD BÛ’

Reşîd bi domdarî got; “Şehîd Ciwan û hevalên wî nêzî 3 heyanî 4 KM’an ji gund durdikevin ji bo biparêzin û di wê demê de balafirên keşfê wan dît û heyanî ku ciwan gihîşt destpêka gund, ew û havalên wî li hev kom bûn û di wê demê de balafiran li wan da. Di nava pênc hevalan de kurê min Ciwan şehîd ket. Di dema vê qezeyê de şêniyê gund erebe anîn û birîndar rakirin nexweşxaneyê Avrîn, piştre ji min re gotin ku balafir li Hêza Cewherî xistiye.  Min got ku Ciwan Şehîd ket ez wisa pê hesiyam, cîranên min gotin kurê te şehîd nebûye ew birîndar e. Serî min bilind e ku kurê min di karekî bi şeref ji bo welatê xwe biparêze şehîd ket.”

Di berdewamiyê de bavê Ciwan qala çûyîna xwe ya goristana şehîdan kir û got; “Berî ku kurê min şehîd bikeve ez diçûm goristana Şehîdan ji çavên min hêstir dibarî ji bo ku ez ne xwediyê tu şehîdan bûm lê belê niha ez bi awayekî rihet diçim serdana şehîdan ji ber ku kurê min jî şehîd ket. Li pey kurê min 4 zarok man e û ez hêvîdarim ku zarokên wî li ser şopa bavê xwe bimeşin. Kurekî wî niha di çand û hunerê de ye û li ser govend û stranê perwerdeyê dibîne.”

Herî dawî bavê şehîd Ciwan Reşîd, Sadiq Îzet Reşîd got; “Ji bo azadiya Kurdistanê em amade ne û kesî ku bindest wê her tim temenê azadiyê bide .Ez berxwdana grevên birçîbûnê û Serok Apo silav dikin.”

Dayîka şehîd, Esmehan Hiso jî axivî û got; “Navê Ciwan ku min li kurê xwe kiribû navekî taybet e û ciwan heta refa 6’an dibistan xwend. Ji ber şert û mercên jiyanê em derbasî bajarê Helebê bûn. Li Helebê Ciwan biryar da ku dest ji xwendinê berde û alîkariya bavê xwe bike. Ciwan piştre zewicî lê dema ku şer li Helebê çêbû em dîsan vegeriyan gundê Koxrê û li gund jî Ciwan karê parastinê dikir. Ciwan kefîya min xwest û ji bo parastinê bi komeke hevalên xwe re çûn. Piştre gotin balafirên şer li wan da û Ciwan şehîd ket. Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Beriya ku kurê min şehîd bikeve kuerekî wî ji dayî bû û navê wî aram bû. Lê piştî şehadetê me navê wî guhert û me kir Ciwan. Niha ciwanê biçûk xwedî dikim.”

Birayê şehîd Ciwan, Şervan jî got; “Di dema şoreşê de Hêza Parastina Cewherî derket û birayê min Ciwan tevlê bû ji bo parastina gundê xwe bike her wiha jî tevlî saziya çand û hunerê yê bû û tevlî koma kalemêran ê govendê û bû rêveberiya Ciwanan ya gund. Di dema wê qezeyê de min dengek bihîst ku dibêje ax dayê piştre bavê min hat û got Ciwan şehîd ket.”

Zarokê şehîd yê 13 salî jî got; “Piştî ku bavê min şehîd ket em çûn nexweşxanê çavê bavê min vekirîbûn û li gorî min ku nemiriye lê belê ji min re gotin ku bavê te mir. Di wê demê de ez matmayî mam”