Bi pirtûkxaneya gerok ramanên Ocalan belav dikin

Ciwanên PYD’ê li Kobanê bi çalakiya pirtûkxaneyeke gerok raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd ên li ser şerê gel ê şoreşgerî, rastiya dijmin û dagirkeriyê belav dikin.

Bi dirûşma ‘Ji bo azadiya Rêber Apo, werin cenga azadiyê’ ciwanên PYD’ê li Kobanê dest bi çalakiyeke pirtûkxaneya gerok kirin ku wê hefteyekê dewam bike.

Vê çalakiyê bi dirûşma ‘Ji bo Azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê’ îro ji Kobanê destpê kir. 

Di pirtûkxaneya gerok de pirtûk û broşorên ku raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe digire, li ser ciwan û şêniyan têne belavkirin.

Her wiha di dema çalakiyê de li analîzên Ocalan ên li ser rastiya dijmin, dagirker û şerê gel ê şoreşgerî jî tê guhdarkirin.

Pirtûkxane bi posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne û alên tevgera ciwanan û PYD’ê hatin xemildandin.

Pirtûkxane wê li Kobanê û gundewarê wê bigere.