Bi hezaran kesan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirker protesto kirin

Bi hezaran kes li bajarên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Eyn Îsa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

TEBQA

Şêniyên navçeya Cirniyê ya Tebqayê ji ber navenda Çand û Hunerê heta avahiya Meclîsa Sivîl meşiyan. Şêniyan pankartên bi nivîsên "Rûsya û Amerîkayê; li hemberî sûcên dewleta Tirk rabin" û "Na ji dagirkeriya Tirk re " vekirin  û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD, berxwedana gelan û şermezarkirina dewleta Tirk a faşîst berz kirin.

Li ber avahiya Meclîsa Sivîl ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endamê Meclîsa Navçeya Cirniyê Cuma El Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk teqîna li Stenbolê û sûcdarkirina QSDʹê wekî hincet ji bo domandina êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar anî. Her wiha hate diyarkirin ku ev êrîş bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê têne kirin.

Di daxuyaniyê de hate got: "Em ê piştgiriya bi QSDʹê re dewam bikin, em ê xeta şehîdan bişopînin û herêmên xwe biparêzin."

REQA

Bi sedan şêniyên rojhilatê Reqayê, endamên meclîsên gel û şaredariyan li pêş Meclîsa Giştî ya bajarokê Keramê kom bûn û ber bi têketina bajarok a li aliyê rojava ve ketin rê. Şêniyan alên QSD′ê, wêneyên şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û piştgiriya xwe bi QSD′ê re nîşan da.

Şêniyên rojhilatê Reqayê daxuyaniyek da ku hevserokê Meclîsa Giştî ya Xeta Rojhilat Îbtîsam El Ehmed daxuyandî xwend û tê de hate gotin: "Em şêniyên xeta rojhilat, gelê Keramê, saziyên sivîl û leşkerî li vir kom bûne ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê me şermezar bikin.

Em van sûcên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û banga bidawîkirina van êrîşên li dijî welatiyan dikin."

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

DÊRAZOR

Meclîsa herêma rojhilat a rojhilatê Dêrazorê xwepêşandaneke girseyî li dar xist, tê de bi sedan şêniyên rojhilatê Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, gelek rûspiyên eşîran û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê beşdar bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê br bi Meclîsa Gel a Hecînê ve destpê kir. Şêniyan pankartên; "Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike û QSD me diparêze", "Bi hev re Sûriyeke pêşerojê ava bikin", "Bila mirovahî li hember sûcên Tirkiyê şermez bike" hildan.

Xwepêşandan li pêş Meclîsa Gel a Hecînê veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclîsa Gel a Hecînê Mihemed El Umêrî li ser navê şêniyên rojhilatê Dêrazorê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya şêniyan de hate gotin armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşan ewlehî û îstîqrara herêmê tevlihev bike û projeya xwişk û biratiya gelan derbe bike ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye û dewleta Tirk wê projeyê li ser xwe xeter dibîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şêniyên herêma rojhilatê Dêrazorê ji şêx, rûspî, rewşenbîr, jin, ciwan, karker û cotkar li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD′ê ne.

Li rojhilatê Dêrazorê jî, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye: “Em amade ne li hember hemû êrîşan bisekinin û bang li gelê xwe dikin ku ji vî şerî re amade bin. Em li ser xaka ne û nabin kole."

Şêniyên Dêrazorê xwepêşandana xwe bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û piştgiriya bi QSD′ê û Rêveberiya Xweser re bi dawî kir.

EYN ÎSA

Şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwepêşandan kirin. Şêniyan tekez kir ku ew ê berxwedan û têkoşînê bidomînin.

Xwepêşandan ji pêşiya Mizgefta Mezin destpê kir û heta Çerxerêya Şehîd Cûdî ya li navenda navçeyê domiya. Xwepêşandêran wêneyên qurbanên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li navçeyê (komkujiya Sefewiyê ku malbatek bi giştî tê de bû qurban), alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, alên Kongra Star û alên Hêzên Sûriya Demokratîk bilind kirin.

Beşdaran bênavber bi berzkirina dirûşmeyan berxwedana QSD’ê silav kir û "Hilweşe Erdoganê faşîst" qêriyan.

Piştî ku xwepêşandêr gihiştin çerxerêya şehîd Cûdî, hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk a kantona Girê Spî Sebrî Nebo axivî û tê de rehma xwe li şehîdên bombebarana dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Nebo wiha got: "Hêzên navneteweyî û Yekîtiya Ereban ji êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina wê ya sivîlên bêguneh, berpirsyar in, ji ber nepabendî qanûnên ku hedefgirtina sivîlan di şer de qedexe dikin."

Sebrî Nebo tekez kir ku ew xwe naspêrin dewletan ku wan biparêzin, lê belê ew xwe dispêrin berxwedana gelê xwe û QSD’ê yên ku wan diparêzin.

Xwepêşandêran di dawiyê de bi berzkirina dirûşmeyan QSD’ê silav kir.