Bi hezaran kes li Şehbayê ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Li Şehbayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Dayikên Aştiyê meş hat kirin. Bi hezaran kesên ku ji bo meşê li hev civiyan gotin, “Em ê Rêber Apo azad bikin."

Çalakiyên li dijî tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gefên li dijî wî zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Dayikên Aştiyê li Şehbayê meşek hat lidarxistin.

Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ji gundê Kefir Garês heya qada Şaredariyê ya gundê Til Sosin ê navçeya Ehdasê meşiyan.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bêyî navber dirûşmeya silavkirina berxwedana wî hatin berzkirin.

Meş li qada şaredariyê rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de bi navê Dayika Aştiyê ya Efrîn û Şehbayê Xedîce Efrîn axivî û diyar kir ku dema, dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: "Rêber Apo tenê fizîkî di zindanê de ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em her tim çalakiyan bikin. Em dayikên aştiyê wê sînoran hilweşînin û Rêber Apo azad bikin."

Her wiha endama Meclisa Kantona Efrîn û Şehba Ehmed El Selemê bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberî sûcên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezar kir û wiha got: "Em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin dibin û em ê heya azadiya fizîkÎ ya Rêber Apo pêk were her tim li qadan bin."