Bi hêza ji Abdullah Ocalan wergirtî 34 sal in têdikoşe

Gulê Cafer ku beriya 34 salan dest bi têkoşînê kir, diyar kir ku weke jineke Kurd û Êzidî bi fikrên Abdullah Ocalan û bi saya PKK'ê xwe nas kiriye û got, "Mîna ku berê winda bûbûm û min xwe ji nû ve dît."

Gulê Cafer jineke Êzidî ya ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ye. Tevî hevserê xwe Sileyman Cafer sala 1988'an di asta welatparêziyê de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û dest bi karên gel kir. Li taxa Eşrefiye ya Helebê yek ji sê jinên destpêkê bû ku karên Tevgera Azadiyê ya Kurd dimeşand.

Gulê Cafer ku di salên 1989, 1990 û 1991'ê de 3 caran çû hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, 34 sal in karên Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê dimeşîne.

Di nava 34 salan de weke jineke Kurd a welatparêz cihê xwe di nava PYD, TEV-DEM, ji Yekîtiya Star heta Kongreya Star cihê xwe di nava hemû sazî û tevgerên jinan de girt.

Gulê Cafer ku Hevserokat Şaxê Şehba ya TEV-DEM'ê ye ji ANF'ê re qala vê rêwîtiya xwe ya têkoşînê kir.

Gulê Cafer yek ji jinên destpêkê ye ku li taxa Eşrefiye ya Helebê tevlî karên eniyê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Gulê Cafer anî ziman ku di sala 1988'an de wan ji dûr ve fikrê Tevgera Azadiyê ya Kurd bihîstibû û got, "Min bihîstibû ku li Bakur tevgerekê dest pê kiriye û ji bo rizgariya Kurdistanê têdikoşe. Di aqlê min de bû. Hevserê min (Bavê Cemîl) jî mîna min bû. Me dixwest ku tevgerê bêhtir nas bikin û pê re bixebitin.

Du gerîla hatin mala me. Herdu jî ji Kobanê bûn; Saadet û Elî. Dema ku asta me ya xwendinê hîn bûn hingî kovara Dengê Kurdistanê dan me. Hevala Saadet got, 'Tu jineke Êzidî ye, di kovarê de qala jiyan û berxwedana hevala Bêrîvan tê kirin. Tu îşev bixwîne, sibe zû ez ê dîsa bêm'. Wê şevê min kovar xwend, qedand. Ez fikirî, 'Ez miroveke welatparêzim û pêwîstiya min bi vî fikrî heye'. Piştre min yekser ji bo tevgerê dest bi kar kir."

PIŞTÎ SALEKÊ PÎROZBAHIYA LI BEKAA'YÊ

Gulê Cafer salekê piştî ku dest bi kar kir, sala 1989'an ji bo pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê tevî bi hezaran Rojavayiyan çû Geliyê Bekaa yê li Lubnanê û yekemcar Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dît. Gulê Cafer got, "Her kes bi coş bû, ji bo dîtina Rêber Apo herikîbûn Lubnanê. Tevî ku derfetên hevalan kêm jî bû bi hezaran kes pêşwazî kirin û bi cih kirin. Rêber Apo saet di 10'an de hat û derdora 3-4 saetan ji me re axivî. Ne rûnişt, ne bêhn veda, ne jî navber da. Qala Kurdistanê û welatparêziya Kurd kir. Axaftina wî gelekî bandor li me kir."

PIŞTÎ SALEKÊ HÎN BI COŞ BÛ

Gulê Cafer diyr kir k piştî salekê di sala 1990'î de bi wesîleya Pêngava 15'ê Tebaxê careke din çû û got, "Coşa vê carê ji ya salek berê zêdetir bû. Hevalan li Geliyê Bekaayê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê lidar xistin û piştre ji me hemûyan xwestin ku li Sûriyeyê vegerin. Hejmara mirovên tevlî pîrozbahiyê bûn ji ya dihate hêvîkirin gelekî zêdetir bû. Gel nexwest vegere. Her kesî got, 'Bêyî dîtina Rêber Apo em ê venegerin'. Dibû êvar. Eger ewqas mirov bibira kampê hingî pêwîstî bi xwarin, vexwarin û cihê razanê hebû. Derfetên hevalan gelekî kêm bû, lê gel jî bi israr venegeriya. Lewma jî birin kampê. Heval ji bo xwarinê ji ewqas mirovî re çêbikin ketin alarmê. Gel jî dibû alîkar lê belê ji bo razanê cih tune bû. Hevalan konê xwe dan jinên nexweş, zarok û extiyaran. Kes wê şevê raneza. Li binê konan û derve her kesî dixwest Rêber Apo bibîne. Serê sibehê saet di 09:00 de Rêber Apo hat. Çar saetan axivî. Li ser têkoşînê, pêşketinan axivî. Bi kêf û xweşiya dîtin û guhdarîkirina li Rêbertî em vegeriyan Sûriyeyê."

DÎTINA SÊYEMÎN A ABDULLAH OCALAN

Gulê Cafer dstnîşan kir ku hevdîtina sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê carê cuda bû û got, "Sala me ya nû û karê me jinan pîroz kir. Got ku ev karên hêja ne. Rêber Apo ji me pirsî ku çawa tevlî kar bûne, kar çawa dimeşe. Piştî ku me bersiv da ji me pirsî ku tevlî çend perwerdeyan bûne. Gava ku me jê re got ku me xwe perwerde kiriye, hingî li şehîd Welat nihêrî. Şehîd Welat tişta ku Rêbertî dixwest bêje  yekser fêhm kir û got, 'Serokê min me plansaziya xwe çêkir, em ê dest bi perwerdeyê bikin'. Rêbertî li ser rewşa gel û karên me axivî. Nirxandinên wî hêz da me ku em ji xwe bawer û piştrast bin."

BI RÊBER APO RE MIN XWE, GELÊ XWE Û OLA XWE NAS KIR

Gulê Cafer diyar kir ku weke jinekê, Kurdek û Êzidiyekê bi fikrên Abdullah Ocalan xwe û Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiriye û got, "Dema ku min fikrên Rêber Apo dixwend, didît ku xwedî li Êzidiyan derdikeve. Bal dikişand ser dîroka Kurdên Êzidî û lê xwedî derdiket. Vê yekê dilsoziya me zêdetir dikir. Ji bilî Rêber Apo min nedît ku ti lîderekî Kurd qala Êzidiyan kiriye. Vê yekê dikir ku em hîn bêhtir bi Rêber Apo û tevgerê re bêne girêdan. Rêber Apo dîroka me ji me bêhtir zanî bû û xwedî li dîroka tevahiya Kurdan derdiket. Bi vî rengî bû. Di parêznameyên xwe de jî qala Êzidiyan dike. Bi saya Rêber Apo me hîn bi xurtî Êzidîbûna xwe îfade kir, nas kir. Ez jineke Êzidî bûm, lê bi saya Rêber Apo min rastiya Êzidîbûnê dît. Piştî ku min fikrên tevgerê û Rêber Apo nas kir li Eşrefiyê min 70 malbatên Êzidî da naskirin. Bûn dostê tevgerê. Bi saya fikrên Rêber Apo min xwe, gelê xwe, dîrok û ola xwe nas kir. Piştî ku min Rêber Apo xwend weke ku ji nû ve ji dayik bûme min hîs kir. Mîna ku berê winda bûbûm û min xwe jinûve dît."