‘Bi êrîşa li dijî Ferhad Şiblî Rêveberiya Xweser hat hedefgirtin’

Evîn Siwêdî, şehîd kirina Cîgirê Hevserokatiya Konseya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîşane binpêkirina serweriya Iraq û Başûrê Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk a dagirker duh sibehê bi balafireke bêmirov û biçek li herêma Kelar a Silêmaniyê wesayîta cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî kir hedef. Di encamê de Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bûn.

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd têkildarî êrîşê ji ANHA'yê re axivî.

Evîn Siwêd diyar kir ku cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî ji bo çêkirina hin testên tibî û tedawiyê hatibû Başûrê Kurdistanê.

Evîn Siwêd anî ziman ku êrişa li ser Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser, êrişa li dijî Rêveberiya Xweser û tevahî pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye.

Her wiha ragihand ku hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê berpirsên şehadeta Ferhad Şiblî ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê her du hikûmet helwesta xwe li hemberî vê êrîşê diyar bikin. Ev êrîş binpêkirina serweriya Iraq û herêma Kurdistanê ye, her wiha binpêkirina lihevkirina Viyanayê ya têkildarî têkiliyên dîplomatîk e."