Bi droneyan êriş li baregeha Tenefê ya koalîsyonê hate kirin
Li hemberî baregeha Teneê ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê, ku li ser sînorê Sûriye-Iraq-Urdunê ye, êrişek bi droneyan hate kirin.
Li hemberî baregeha Teneê ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê, ku li ser sînorê Sûriye-Iraq-Urdunê ye, êrişek bi droneyan hate kirin.
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, diyar kir ku sê êrişên droneyan li ser baregeha Tenefê hate kirin, ku baregeha hêzên koalîsyona navneteweyî ye û li ser sînorê Sûriye-Iraq-Urdunê ye.
Saziyê ragihand ku êriş şeva 18'ê Cotmehê hate kirin, hêzên koalîsyona navneteweyî 2 drone xistin û droneya sêyemîn jî bombe li baregehê barand. Lê belê têkildarî windahiyan agahî nehatin dayin.
Fermandariya Leşkerî ya Emerîkayê ya li Rojhilata Navîn CENTCOM roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di nava 24 saetan de bi sê droneyan êrîş li ser hêzên koalîsyonê û Emerîkî hatiye kirin.
Êrışa destpêkê li ser baregeha Ayn El Essad a li rojavayê Iraqê, ya duyemîn li ser baregeha leşkerî ya Emerîkî ya Harîr ku li herêma Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ye, hate kirin.
Tê gotin êrişên tê kirin pêwendiya xwe bi şerê navbera Hamas û Îsraîlê heye.