Bi destê dewleta Tirk li Efrînê fûhûş tê kirin

Li Efrînê çend meh in bi destê dewleta Tirk fûhûş, narkotîk û karên sîxurkirinê tên kirin.

Dewleta Tirk, li Efrîn a dagir kiriye gelek cihên fûhûşê vekiriye. Li kampa li Qibareyê jî jinan ji bo fûhûş û sîxuriyê perwerde dike.

Li gorî agahiyan, bi hewldan û kontrola dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê gelek deverên fûhûşê hatin vekirin. Cihê fûhûşê ya li taxa Eşrefiyeyê hate vekirin, di bin kontrola MÎT'ê de dixebite û li wê taxê jî çeteyên Cephet El Şamiye hene. Piraniya jinên li wir tên xebitandin, jinên penaber in ên ji Xûtayê hatine anîn. Lê belê jinên Kurd jî di nav de hene ku hem ji deverên cuda hem jî ji Efrînê hatine revandin. Piraniya wan jî ji 14 heta 20 salî ne. Her wiha jinên ku bi çeteyan re hatin Efrînê û berê fûhûş dikirin, di nava wan de hene.

LI KAMPAN Û LI ZINDANAN

Ji bilî van deverên ku bi taybetî ji bo fûhûşê hatine vekirin, li kampan, li gundan û li navenda Efrînê û navçeyên wê, jin ji aliyê zayendî ve tên îstîsmarkirin. Li zindanan jî bi zorê fûhûş li wan tê ferzkirin.

PERWERDEYA LI KAMPA QIBAREYÊ

Bi vê lîstika fûhûşê ya MÎT'ê re, mêrên li van deveran li hev kom dibin ne tenê ji bo komkirina îstîxbaratê tên wezîfedarkirin. Di heman demê de bi destê çeteyan li kampa penaberan a li gundê Qibare yê Efrînê, perwerdeya fûhûş û îstîxbaratê didin jinan. Serkêşê vê perwerdeyê jî Xetab El Minxi ye. Piraniya jinên tên perwerdekirin ji Xûtayê hatine û ji eşîra Emêrat a li Cindirêsê ne. Jinên ku li van deveran hatine perwerdekirin, ji bo komkirina agahiyan ber bi navenda Efrînê û Şehbayê tên şandin.

MADEYÊN NARKOTÎKÊ TÊN BELAVKIRIN

Rêbazeke din a qirêj a ku dagirker ji bo pişaftinê bi kar tînin, narkotîk e. Li Efrîn û Şehbayê yên hatine dagirkirin, bi rêya çeteyên di kontrola MÎT'ê de ne, hebên narkotîkê tên firotin. Hebên buhayê wan gelekî zêde ye, ji bo li nava civakê belav bibe bi erzanî tên firotin.

Çeteyên li herêmên dagirkirî yên Şehbayê, ji xizmên xwe yên li Minbicê re dibêjin, "Destpêkê tên maeş didin me. Piştre jî tên madeyên narkotîkê belav dikin. Pereyê ku em werdigirin jî hemû jî li wan diçe."

QIRKIRINA JINÊ

Wekî din, hejmara jinên ku ji 18'ê Adara 2018'an ve di pêvajoya dagirkeriyê de hatin revandin, nêzî 300 e. Hejmara jinên hatin revandin û qetilkirin jî 150 derbas kir. Li Efrînê 5 zindanên 'fermî' yên dagirkeran hene. Li her yek ji wan jî nêzî 30 jin dîl tên girtin.