Bi dehan sivîlên din li Reqayê hatin rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li taxa Nezlet Şehadê ya Reqayê bi dehan sivîlên din rizgar kirin. Di nava kesên hatine rizgarkirin de birîndar jî hene.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li taxa Nezlet Şehadê ya Reqayê bi dehan sivîlên din rizgar kirin. Di nava kesên hatine rizgarkirin de birîndar jî hene.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo sivîlan ji çeteyan rizgar bikin û wan bibin herêmên ewle, operasyonên xwe didomînin.
Tîmên taybet ên QSD'ê, li taxa Nezlet Şehadê ya li başûrê bajêr e, gelek sivîl rizgar kirin.
Di dema rizgarkirina sivîlan de sekvanên DAIŞ'ê gule berdan sivîlan. Ji ber vê êrîşê bav û kurê wî birîndar bûn. Şervanan birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Operasyona Rizgarkirina Reqayê, ku roja 6'ê Hezîranê dest pê kir, di roja 65'an de ye. 60 ji sedî yê bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin.