Bi dehan sivîlên din ji Reqayê hatin rizgarkirin

Tîmên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li taxa Rewda ya Reqayê 40 sivîl rizgar kirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li navenda bajarê Reqayê her bi pêş ve diçin. Tîmên taybet ên QSD'ê, sivîlên ku çeteyên DAIŞ'ê ji xwe re dikin mertalên zindî, rojane bi operasyonên taybet rizgar dikin.

Şervanan danê vê sibehê li taxa Rewda ya li rojhilatê Reqayê, 40 sivîl rizgar kirin. Piraniya sivîlên hatine rizgarkirin jin û zarok in û hin ji wan jî birîndar in. Şervanan sivîl birin cihên ewle û yê birîndar jî radestî Heyva Sor kirin ji bo werin dermankirin.