Bi deh hezaran kes, şehîdên Gurzê Gelan oxir kirin
Bi deh hezaran şêniyên bajarê Qamişlo 12 şervanên di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bibûn û Fermandara YJA Starê Sozdar Cûdî ya li Mêrdînê şehîd bûbû, oxir kirin.
Bi deh hezaran şêniyên bajarê Qamişlo 12 şervanên di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bibûn û Fermandara YJA Starê Sozdar Cûdî ya li Mêrdînê şehîd bûbû, oxir kirin.
Bi deh hezaran şêniyên bajarê Qamişlo ji bo oxirkirina 12 şervanên di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bibûn û ji Fermandara YJA Starê Sozdar Cûdî ya li Mêrdînê şehîd bûbû, oxir kirin. Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, oldar, rewşenbîr, nivîskar, jin û mêr tevlî meresima oxirkirinê bûn.
‘ŞEHÎD VÎN, BAWERÎ Û HÊZA ME NE‘
Di meresima oxirkirinê de Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Masûm Hesen axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Hesen diyar kir ku serkeftina gel wê hemû planên dagirkeran têk bibe û got: Xwedîderketina gelên herêmê li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, mînaka herî berçav a serkeftina me li ser hemû planên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê ye. Kombûna me li vir delîla têkbirina komployên li dijî herêmê ye. Em vîna xwe ji şehîdên xwe digirin. Bi saya wan em li vir in. Ji ber wê divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şopdarên rêya şehîdan bin heta ku serkeftin pêk were. Em li Kobanê bi ser ketin û me herêmên xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Bi heman berxwedanê em li Hesekê dîsa bi ser ketin. Ev yek bi saya felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e.”
Hesen, bal kişand li girîngiya rêgeza şerê gelê şoreşgerî li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û got:“Dewleta Tirk bi rêya êrîşên li ser girtîgeha Sînaa armanc kir ku fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe. Lê berovajî wê pêk hat. Di pêngava Gurzê Gelan de xwîna şêniyên herêmê dîsa têkil hev bû. Berxwedana ciwanên me li hember planên kirêt ên dewleta Tirk û çeteyên wê bi ser ket.”
`ALA AZADIYÊ`
Piştre Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger jî axivî û wiha got: “Ciwanan bi berxwedana xwe careke din ala azadiyê bilind kir. Şervanên azadiyê rêya azadiyê şopand û têkoşiyan heta gihaştin şehadetê. Armanca wan jî, avakirina pêşerojeke azad û ewle ji nifşan re ye.”
Ceger destnîşan kir ku armanca êrîşa li ser girtîgeha Sînaa têkbirina biratiya gelan û projeya Rêveberiya Xweser e û ev tişt got: “Gelek dijwar e ku em 121 şehîdên xwe oxir bikin. Divê em vê rastiyê fêm bikin ku berxwedana şêniyên herêmê dê azadî û serkeftinê bike para vî gelî. Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastinê esas bigire da ku layîqî şehîdan bin.”
`BI BERXWEDANÊ KOMPLO HATE VALE DERXISTIN‘
Di meresimê de Fermandarên QSD`ê Heqî Kobanê jî axivî û wiha pê de çû: “Bi saya şehîdan û berxwedana gelên herêmê me komployên dijminan têk birin. Heta serkeftin li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were, ew têbikoşin. Em timî li ser şopa şehîdan bimeşin û ala wan bilind bikin.“
Piştî bidawîbûna axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan belgeya şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şehîdan li goristanê spartin axê.
Navên şehîdan wiha ne:
Izedîn Mihemed (Azad Qamişlo), Mihemed El-Hesen, Xebat Ehmed (Gur Çolî), Ciwan Hemê (Zinar Qamişlo), Mihemed Ehmed (Mîtan Qamişlo), Ehmed Xelef, Şivan Hisên (Şivan Qamişlo), Seed Namo (Şiyar Qamişlo), Fehid Yusif (Dilşêr Qamişlo), Edhem Îbrahîm (Xeyrî Qamişlo), Omer Mihemed, Elawî El-Xelîl, Menal Yusif (Sozdar Cûdî) ku li Eyaleta Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê şehîd bûye.