BI DÎMEN

Bi deh hezaran kes bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî’ dimeşin

Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo û ji bo azadiya wî ya fîzîkî, ji gelek navendên Ewropayê bi deh hezaran kes hatin Strasbourgê û meşiyan.

BI DEH HEZARAN KES MEŞIYAN

Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo, Kurdistanî û dostên wan li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin ba hev û meşiyan.

Di meşê de pankarta ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate vekirin. Çalakvanên meşa dirêj pêşengiyê ji gel re dikin. Her wiha li pêşiya kortejê posterê mezin ê Rêber Apo tê hilgirtin.

Her wiha pankarta ‘Em bang li Ewropayê dikin: Dawî li êşkence û tecrîda 26 salan a li hemberî Abdullah Ocalan bîne’ hate vekirin.

Gel flamayên Rêber Apo jî hilda û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Bijî Berxwedana Tişrînê" berz kir.

Meşa ku li Bulvara Metz destpê kirî, wê heta Parc De L’Etoile bidome.