Bi çekên giran êrîşê Kobanê û Til Temirê tê kirin
Dewleta Tirk û çeteyên wê, nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li Kobanê didin ber bombeyan.
Dewleta Tirk û çeteyên wê, nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li Kobanê didin ber bombeyan.
Dewleta Tirk, gundên Zormixar, Aşmê, Şêxler, Qesra, Ehmed Munîr û Ziyaret ên li rojavayê Kobanê bi çekên giran dide ber bombeyan.
Li van nuqteyên ku dewleta Tirk dide ber bombeyan, hêzên hikûmeta Şamê jî hene.
Gundên Til El-Leben û Gozeliyê yên navçeya Til Temir a Hesekê jî tên bombekirin.