Êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê ji 17’ê Nîsanê ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, didome. Di vê êrişê de dewleta Tirk her roj çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne, lê tevî vê yekê jî raya giştî ya cîhanê bêdeng e.
Li Kurdistanê dîroka bikaranîna çekên kîmyewî digihêje salên 1920’î. Li Kurdistanê ne bi tenê artêşa Tirk her wisa hêzên din ên mêtinger jî gazên jehrî û çekên kîmyewî bi kar anîn. Li Başûrê Kurdistanê li hemberî berxwedana Şêx Mehmûdê Berzencî Îngilîzan bi balefiran gazên kîmyeî bi kar anîbûn û 5-10 deh hezar Kurd hatibûn qetilkirin. Di heman demê de qirkirina Dêrsimê jî yek ji êşa herî giran a gelê Kurd e. Di 16’ê Adara 1988’an de jî bi bombeyên kîmyewî bajarê Helepçeyê yê Başûrê Kurdistanê hate bombekirin û herî kêm 5 hezar Kurd hatin qetilkirin.
Dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî çekên kîmyewî bi kar anî. Di encama van êrîşên kîmyewî de li Kobanê zarokê bi navê Mihemed jî bûbû hedefa dewleta Tirk.
Parêzer Mustefa Şêx Mislim êrîşên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku ev çek tên bikaranîn û got “Dewletên ku têk çûne ji bo ku xwe razî bikin çekên kîmyewî bi kar anîne û bi vî awayî xwestine ser têkçûna xwe veşêrin.”
Mustefa Şêx Mislim diyar kir dema li hemberî gerîlayan jî operasyon tê destpêkirin, çekên kîmyewî tên bikaranîn û got “Dewleta Tirk ji bo ku piştî têkçûna xwe encamê bistîne, çekên kîmyewî bi kar tîne. Her wiha dixwazin gelê Tirkiyeyê jî razî bikin ku gelên Tirkiyeyê li hemberî wan ranebin serhildanê. Bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ne û ji bo ku neyên bikaranîn peyman hatine îmzekirin lê dewleta Tirk a dagirker her dem li ser gerîlayan van çekan bi kar tîne. Heke derbarê ev êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk foto, rapor û vîdeo pêşkêşî saziyên navneteweyî were kirin, dibe ku ji Tirkiyeyê hesab were xwestin.”
Mustefa Şêx Mislim bal kişand ser êrîşa kîmyewî ya ku dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê kiribû û laşê zarokê bi navê Mihemed ê ji Kobanê bû şewitîbû. Mustefa Şêx Mislim got “Ev zarok piştre ji bo tedawiyê birin Başûrê Kurdistanê û herî dawîn jî birin Fransayê. Bijîşkan diyar kirin ku ev êrîşeke kîmyewî ye. Di wê demê de gelek dewletên garantor ên wekî Emerîka û Rûsya li Sûriyeyê bûn lê li hemberî van çekan û êrîşa li ser Mihemed bêdeng man. Ji ber bêdengiyê jî rê li ber dewleta Tirk vebû ku çekên kîmyewî bi kar bîne. Civaka navneteweyî jî li hemberî vê êrîşê bêdeng man.”