Bi balafirên biçek ên bêmirov êrîşê Qamişloyê hat kirin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafira biçek a bêmirov li wesayîtekê xist, welatiyek birîndar bû. Êrîşê gundên Dêrikê û Eyn Îsayê tê kirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafira biçek a bêmirov li wesayîtekê xist, welatiyek birîndar bû. Êrîşê gundên Dêrikê û Eyn Îsayê tê kirin.
Li Duçerxeya Qermotî ya Qamişloyê Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên biçek ên bêmirov li wesayîtekê xist, hat diyarkirin ku welatiyê bi navê Hisên Mecdîn (45) birîndar bûye.
Bi balafirên keşifê petrola li gundê Siwêdiyê ya navçeya Dêrikê ya Qamişloyê û bi hevwextî Xanaserê ya li ser rêya Dêrikê û Girêreş hatin bombekirin.
Gundên Îsa Cehbel û Mişêrfa yên li rojhilatê Eyn Îsa bi obusan tên bombekirin.