‘Bi 15’ê Tebaxê re çand û hunera şoreşê hate afirandin’

Cemal Tîrêj da zanîn ku, Pêngava 15'ê Tebaxê ne tenê li eniya şer bandor li hunermend, rewşenbîr û nivîskaran jî kiriye û got, "15'ê Tebaxê çand û hunereke nû, şoreşa civakî afirand."

Li Rojavayê Kurdistanê di salên 1980 û berî wê de; komên çand û hunerî yên wekî Koma Şoreş, Koma Gulistan, Koma Azadî û Koma Gelêrî û Folklorî Kurdî a Cizîrê hebûn. Komên ku bi pêşxistina feraseta yekitiya neteweyî bûn yek jî hebûn. Bi taybetî Koma Berxwedan ku sala 1983 'an ava bû û bi Pêngava 15 'ê Tebaxê re serketineke mezin bi dest xist, bi pêngavê re di afirandina hunera şoreşê de roleke mezin lîst. Hunermend Cemal Tîrêj ku di sala 1986'an de bi pêşniyaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî Koma Berxwedan bû, behsa bandora Pêngava 15'ê Tebaxê ya li ser çand û hunera Kurdî kir.

‘ŞOREŞ Û HUNER BÛN YEK’

Cemal Tîrêj bandora 15’ê Tebaxê li ser çand û hunera gelê Kurd anî ziman û got: “Beriya Pêngava 15’ê Tebaxê çalakiyên me yên çandî û hunerî hebûn. Xebatên me yên hunerî yên xurt jî hebûn. Gelek berhemên çandî û hunerî yên naverokên cuda hebûn. Muzîka dengbejî, govend û hwd. ku dîroka kurdan vedibêje pêş diket. Ew xebatên hunerî yên ku çanda Kurdî digirt dest bûn. Lê belê pêkhatina Pêngava 15'ê Tebaxê piştî avabûna Koma Berxwedan bandoreke mezin li afirandina hunereke nû kir.

‘BI HUNERÊ RE HESTÊN WELATPARÊZIYÊ GEŞ BÛN’

15’ê Tebaxê hunera şoreşê afirand. Afirandina hunereke nû jî bi pêşengiya Koma Berxwedan bû. Yekemîn kaseta Koma Berxwedan ku ji bo serketina 15'ê Tebaxê derket di asta şoreşek de bû. Bi vî rengî hunera şoreşgerî gihişt asta têkoşîna şoreşgerî ya çekdarî. Ew xebatên çandî û hunerî bûn ku stranên bi zimanên cuda di nav xwe de digirtin, bandor li gel dikirin û hestên welatparêziyê geş dikirin.

'ENCAMA TÊKOŞÎNEKE RÊXISTINBÛYÎ BÛ'

Di 15’ê Tebaxê de Koma Berxwedan bi şêwazeke ku pêwîstiyên şoreşê û daxwazên civakê pêk tîne hunera şoreşê ji nû ve afirand. Çand û hunera ji nû ve afirandî ne, ne ku jixwe ve pêk hatibû, encama têkoşîneke rêxistinkirî bû. Bi hunera şoreşa ku hatî afirandin re, çand û hunera şoreşgerî bû wesîleya ku pesna şoreşê bide, wateya serdemê fêmkirin û bal kişand ser şehîdan û gelên ku li dora şoreşê hatine ba hev. Di asta civakî de geşedaneke nû bû, cara yekem bû ku ewqas mirov di nava têkoşîna çand û hunerê de bûn.

Pêngava 15’ê Tebaxê gel ji xewa giran şiyar kir û bû sedem ku hestên yekîtiya neteweyî bilind bibin. Serkeftin bi xwe ji berê de deng veda, lê bi xebatên xwe yên hunerî re nêzîkbûnek mezin bi gel re çêbû."

'BANDOR LI HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ KIR'

Cemal Tîrêj di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yekemîn guleya ku li Bakûrê Kurdistanê hat avêtin bû dengê gelê Kurd û peyama hebûna Kurdan da. Dewleta Tirk digot me Kurd di gorekê de veşart û êdî wê nekaribin ji wê gorê derkevin. Lê guleya yekem ew gor teqand û bi guleya yekem feraseta yekîtiya neteweyî dest pê kir. Pêngava ku şehîd Egîd û hevrêyên wî dabûn destpêkirin ne tenê ji bo gelê Bakurê Kurdistanê girîng bû, bandor li hemû parçeyên Kurdistanê jî kir. Serkeftina 15’ê Tebaxê tenê bi Botanê sînordar nebû, ji sînorên Kurdistanê derket. Rojavayê Kurdistanê jî veguheriya qada Rêbertî û şoreşê.”