Bi hilweşîna rejîma Baas’ê ya berê re, hêviyên gelê Sûriyê bi taybetî jinên Sûriyeyê bilind bûn ku sîstemeke piralî ya demokratîk ava bikin ku mafên hemû gelê Sûriyê ji pêkhate û mezhebên cuda yên etnîkî, biparêze.
Her wiha jinên Sûriyeyê hêvî dikin ku di destûra nû ya Sûriyeyê de bibin xwedî roleke siyasî. Tevî ku jinên Sûriyê roleke sereke di tevgera gelêrî de lîst, lê divê ku di avakirina Sûriyeya nû de cihê wê hebe. Her wiha divê di hemû qadên siyasî û civakî de jî cihê xwe bigirin û di biryardayîn de xwedî hêz bin. Lê piştî ku Heyet Tehrîr el-Şam rêvebirina operasyonên leşkerî li Sûriyê girt ser xwe, gelek tirs di nav jinên Sûriyê de derketin. Ji ber ku Heyet Tehrîr el-Şam xwediyê paşerojeke olî ya tundrew e.
EV KOMXEBAT ENCAMA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA JINAN E
Di 7’ê Çileyê de li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê bi pêşengiya Kongra Star Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan hatibû lidar xistin. Jinên ku beşdarî komxebatê bûne, ji ANF’ê re axivîn.
Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Zenûbiye Şeherazade El-Cassim wiha got: “Ev komxebat ku niha tê lidarxistin, encama têkoşîn û berxwedana demdirêj a jinan e. Îro bi rêya vê komxebatê em li ser mijarên ku jinan eleqedar dikin nîqaş dikin, bi taybet piştî geşedanên li Sûriyeyê rû didin û rûxandina rejîma Baas a ku 60 sal in li ser gelê Sûriyeyê zext û zordarî didan meşandin. Îro em li rola jinan di rojên pêş de di avakirina Sûriyeyeke nû de dibînin. Sûriyeke demokratîk ku hemû pêkhate û mezheban di nav xwe de dihewîne tê xwestin. Rola jinan a di qonaxa bê de di avakirina Sûriyeke nû de û tevlîkirina wan di destûra nû ya Sûriyê de girîng e. Ev têkoşîn û berxwedan bi saya şehîdên me yên ku ji bo bidestxistina azadiya jinê û girîngiya hebûna wê di qada Sûriyeyê de canê xwe feda kirine, tê meşandin.”
JIN DI QONAXA SIYASÎ YA VEGUHÊZ DE XWEDÎ ROLEKE BI BANDOR E
Seroka Yekîtiya Jinên Ermenî Sîlda Sîmon jî têkildarê mijarê ev tişt gotin: “Em di salên şoreşa Sûriyê de ji bo azadî û rûmetê têdikoş in û em dev ji doza xwe bernadin û em dev ji ragihandina dengê xwe ji cîhanê re bernadin. Jin li Sûriyê di qonaxa siyasî ya veguhêz a Sûriyeya nû de xwedî roleke bi bandor in. Em hêvîdar in ku ev modela ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, di makezagona nû ya Sûriyê de cih bigire.”
BI HEVGIRTINÊ RE DESTKETIYÊN XWE MEZIN KIRIN
Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeriyo, jî destnîşan kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevgirtina hêzên xwe re destketiyên mezin bi dest xistine û got, “Di nav de Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermenî û Tirkmen, destketiya sereke jî tevlîbûna wan di rêveberiya xweser de di hemû saziyan de ye. Jin jî li dijî rêxistinên terorê şer kirin û beşdarî civînên navneteweyî bûn.”