Bêtêlên DAÎŞ'ê ji Stenbolê Perpayê ji wan re çûne

Şîrketa Îdeal a dîstrîbutorê Tirkiyê yê Hytra (HYT) ku ragihandin û elwehiya keştiya Erdogan jî daye ser xwe, bi sedan bêtêl firotine DAÎŞ'ê û li gel ku dewlet hay ji vê çêbûye jî çavê xwe jê re girtiye.

Belgeyên ku ANF'ê bi dest xistin nîşan dide ku bêtêlên ku DAÎŞ'ê ji bo şer û ragihandinê bi kar aniye ji Tirkiyê ji wan re çûne, ev li gel ku ji hêla jandarmayê ve hatine dîtin jî midûrê gumrikê bi birînda cezayê bacê çavê xwe jê re girtiye. Gotinên endamê çeteyên  DAÎŞ'ê Ilyas Aydin ku di rêveberiya DAÎŞ'ê de mayî û ev 2 sal in di destê QSD'ê de girtiye jî nîşan dide ku piştî 2014'an DAÎŞ'ê ji Tirkiyê û ji şîrketên îdeal ên Tirkiyê HYT'ê bêtêl standine.

Li ber dest hin belge hene dîroka belgeya pêşî 12-04-2014  ya duyan 28-05-2014 û ya sêyan 26-05-2014 e. Ev fatore ji hêla fîrmaya dîstrîbûroa Tirkiyê ya Îdealê ya bêtêlên HYT'ê ve, ya fîrmaya Okmeydanî Perpayê ve hatine birîn. 

Li ser hin fatoreyan çend bêtêl, li ser navê kê, bi kîjan bihayî û ji bo kûderê çûne tê nivîsin.

TENÊ CEZAYÊ GUMRIKÊ LÊ TÊ BIRÎN

Di belgeya 4 û 5'an de jî tê xuyakirin ku hinek ji van bêtelan dema ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê têne kirin têne zevtkirin lê Midûriyeta Gumrikê tenê cezayekî bacê lê dibire û çav lê tê girtin.

Di belgeya 4'an de mohra Midûriyeta Gumrikê ya Oncupinarê ya Wezareta Gumrik û Bazirgnaiyê heye. Di ser belgeyê tê gotin bê ka ev cîhaz ji hêla kê ve têne birin û çi qas ceza lê hatiye birîn.

Di belgeya 5'an de jî diyar dibe ku li ser navê heman kesî bêtêl hatine girtin û cezayê bacê lê hatiye birîn.

DELÎLA KU BÊTÊL JI DAÎŞ'Ê RE ÇÛNE

Belgeya 6 û 7'an delîl e ku bêtêl ji DAÎŞ'ê re çûne. Têkilî standina bêtêlan a DAÎŞ'ê ya ji Tirkiyê peymaneke bi dadgeha şerîatê heye. Di peymanê de Terefê 1'emîn mîna Ebû El Mughaîre El Jazrawî û Terefê 2'yemîn mîna Ebû Ducane El Turkî hatiye nivîsîn. Her wiha li ser belgeyê bihayê cîhazan, wê kengî were teslîmkirin û şahid û çend heb cîhaz in hatiye nivisîn.

Belgeya 7'an jî ji hêla wileyeta Halebê ya DAÎŞ'ê ve hatiye hazirkirin û li jora belgeyê Dewleta Îslamê heye û hema li bin jî wilayeta Helebê. Li ser belgeyê tê nivîsîn, ''Ji kerema xwe bikin ku memûrê telekomînasyonê ji Tirkiyê, ekîpmana telekomînakasyona  sînor bînin''. Dîroka li ser belgeyê jî 25'ê Nîsana 2015-2016 e.

ENDAMÊ ÇETE ILYAS AYDIN: BÊTÊL JI STENBOLÊ, JI PERPAYÊ DIHATIN STANDIN

Yek ji endamê çeteyên DAÎŞ'ê ku berê di rêveberiya DAÎŞ'ê de cih girtibû Ilyas Aydin ku niha di destê QSD'ê de gritiye, li ser standina bêtêlan ku DAÎŞ'ê ji Stenbolê standine wiha got:

''Bêtêlên ku em bi kar tînin du cure ne. Cîhazên analog û dijîtal. Dewleta Îslamê, şîrketeke bi navê Haytara heye, bêtêl ji wir distandin.

Ev markayeke li cîhanê navdar e. Li Tirkiyê jî têne firotin. Ev ji Tirkiyê dihatin. Gelek bêtêlên dijîtal dihatin standin. Li Stenbolê Mecîdîyekoyê cihek bi navê Perpa heye. Li qata wê ya jorê cihê firotina bêtêlan heye. Ev şîrket şîrketên ewlehiyê ne.  Ewlehiya ragihandinê ya gelek fabrîka û deveran datînin.''

BI KONTROLA ÎSTÎXBARATÊ YE

Dema ku me ji endamê çete re got ragihandin û ewlehiya keştiya bi navê Savarana a Erdogan jî ev şîrket datîne, endamê çete got, ''Ew der jixwe di dest îstîxbaratê de ne. Xwediyê wê şîrketê ya leşkerekî malnişîn e yan jî leşkerek li wir danîne, da ku were zanîn kî tê wir, kî difiroşe were zanîn.''

Endamê çeteyên DAÎŞ'ê Ilyas Aydin her wiha got ne tenê 2014'an, piştî 2014'an jî ji şîrketa bi navê Îdela bêtêl standine.

'JI TIRKIYÊ BIRIN IDLIBÊ Û JI WIR BIRIN REQAYÊ'

Aydin bi berdewamî got herî pir 2014'an bi qartonan bêtêl standine û got, ''Ew bi qartonan birin Idlibê. Di ser OSO re ji Sahrayê, Hamayê, di ser rejîmê re gihandin Dewleta Îslamê. Teslîmî Reqayê hatin kirin.''

Dema ku me gotî bêtêl li ser navê Idlib û Dêrazorê hatine standin û wê demê wê demê li wan deran El Nusra, OSO û DAÎŞ hebûn, Aydin got, ''Bêguman, îstîxbaratan dizane yê ku ev standine xizmetê ji kê re dikin. Ên ku kirîne ximzetê ji Nusra re, ji Ahrar u Şam an ji OSO re dikin ev tê zanîn û jixwe nas dike.''

'TÊCIREKÎ NAV DEWLETA ÎSLAMÊ STANDIYE'

Dema ku derbarê bêtêlê me behsa peymana dadgeha şerîatê kir, Aydin got, ''Dibe ku bi têcirekî DAÎŞ'ê re peyman hatine kirin. Rêxistin dibêje, ''tu malzemeyê bi çi qasî dikirî, bikire, karê xwe bavêje ser û bîne. Ev peyman dibe ku rêxistinê bi têcirekî nav xwe re kiribe.''

BÊTÊLÊN ERDOGAN JÎ JI HEMAN ŞÎRKETÊ NE

Keştiya Savarona ku mîna keştiya Atatirk tê zanîn û niha Serokkomarê Tirk Tayyîb Erdogan bi kar tîne, tora wê ya ewlehiyê û ragihandinê Hytera xwe daye ber.

Xwedî û rayedarê şîrketa Îdeal a dîstrîbutorê Tirkiyê yê HYT'ê Yuksel Pakdemîr e. Hevkarên şîrketê yên berê jî Riza Pakdemîr, Hakan Şîmşek, Yuksel Pakdemîr, Mehmet Akin, Erdal Ozken û Bîlal Kurt in.