Jinên Efrînî yên li Kampa Serdem li ber xwe didin

Piştî berxwedana dîrokî ya 58 rojan û şûnde ya xelkê Efrînê û şûnde li Şehbayê berxwedanek xurt dewam dike.

Jinên Efrînê yên ku 58 rojan berxwedaneke dîrokî raber kirin, di nava her şert û mercî de, di bin êrîş û topbaran de berxwedana xwe didomîne.

Jina bi navê Fatim a ji navçeya Şiyê koçber bûye û niha li Kampa Serdemê dijî bal kişand ser mercên penaberiyê û got: “Ev nêzî du sal in em li vê kampê dijîn. Siberoja zarokên me winda bûn jî em dev ji berxwedana xwe bernadin heta dilopek xwîna me mabe.”

Fatim anî ziman ku çeteyên Erdogan ketine Efrînê û malên Kurdan talan kiriye. Fatim bang kir ku divê çeteyên dewleta Tirk ji malên wan derkevin.

Jina bi navê Xanim Salim Xelo jî destnîşan kir ku çeteyên Erdogan mal û milkên welatiyên sivîl talan kirin. Xelo diyar kir ku çete darên zeytûnan dibirin. Xanim got: “Em Efrîna xwe dixwazin. Heta dawiyê ji bo vegerin Efrînê em ê li ber xwe bidin.”