Berxwedanê di ser Şehbayê re domand

Gelê Efrînê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 58 rojan li ber xwe da, ji bêgavî şûnwarê xwe berda. Gelê Efrînê ku ji 16’ê Adara 2018’an ve li qada Şehbayê ye, berxwedaniya xwe didomîne.

Piştî ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk giha asta qirkirinê Rêveberiya Xweser a Efrînê û Fermandariya YPG’ê 16’ê Adara 2018’an biryar li ser da ku bajêr vala bike. Rêveberiya Efrînê 18’ê Adara 2018’an li Şehbayê bi daxuyaniyeke niviskî got berxwedana wan wê raneweste. Ji wê rojê û vir ve gelê li Şehbayê têkoşîna xwe didomîne, xwe li ser xaka xwe digire û Hêzên Rizgariya Efrînê jî rehetiyê nadin artêşa Tirk û çeteyên wan.

Dewleta Tirk 20’ê Çile ya 2018’an êrîş bi ser Efrînê de bir. Dewleta Tirk ku li rasta berxwedana mezin a YPG, YPJ’ê û gelê Efrînê hat, jîgeh bombe kirin û jin û zarok bi sedan sivîl kuştin. Di meha pêşî ya berxwedanê de 27 jê zarok, 21 jê jin, 176 sivîl şehîd bûn, 448 sivîl jî birîndar bûn. Di meha duyan de dewleta Tirk a dagirker 35 jê zarok, 29 jê jin, 232 sivîl hatin kuştin, 668 sivîl jî birîndar bûn.

BIRYARA VALAKIRINÊ

Dewleta Tirk her ku çû zêdetir sivîlan kuştin û hêzên navnetewî jî bêdeng man. Li ser vê Rêveberiya Xweser a Efrînê û Fermandariya YPG’ê 16’ê Adara 2018’an jib o ku pêşî li komkujiyên sivîl bigirin biryar dan ku Efrînê vala bikin. Rêveberiya Xweser 18’ê Adara 2018’an bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ji bo ku pêşî li komkujiyên sivîl bigirin biryareke wiha dane lê berxwedana wan wê nedome û têkoşîna azadikirina Efrînê hatiye qonaxa duyan.

QONAXA DUYAN A BERXWEDANÊ

Bi sed hezaran kesên ji Efrînê ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk mal û milkê xwe berdan û ji bêgavî koçî qadên Şehba û Şêrawa bûn. Ji ber ku Şehba beriya niha jî qada şer bû, piraniya avaniyan ziyan hatibû ser wan û gelek gund mayinkirî bûn. Gelê Efrînê li gel hemû êrîşên dagirkeriya Tirk û şertên giran ên jiyanê yên li Şehbayê jî berxwedana xwe bernedan. Bi alîkariya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û gel û ya gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê Efrînî yên ku koçî qadên Şehba û Şêrawa kirin bi lez û bez rêxistiniya xwe kirin.

Rêveberiya Xweser a Efrînê û Rêveberiya Kantona Şehbayê peşî jib o ku hewcehiyên sereke yên gel dabîn bikin seferber bûn, Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî hemû derfetên xwe seferber kirin. Di demeke kurt de kamp hatin danîn û piraniya Efrîniyan li kampan hatin bicihkirin.

PÊNC KAMP HATIN DANÎN

Pêşî Kampa Berxwedan û piştre Serdem , Efrîn û Veger hatin çêkirin. Her wiha Kampa Şehba ku 2016’an hatibû çêkirin bû yek ji wan kampan ku penaber lê bi cih bûn. Li van kampan gel komun û meclîsên xwe danîn, her wiha li dibistanên konî zarokan perwerdehiya xwe domandin.

Li Kampa Berxwedanê ku ji Ji 775 konan (di her konî de malbatek heye) pêk tê, 2 hezar û 650 kes dijî. Her wiha meclîseke kampê û 14 komunên meclîsê hene.

Kampa Veger a li gundê Ziyaretê ya Şêrewa ji 140 konî pêk tê. 102 kes lê dijîn û komuneke wan heye.

Komûneke kampên Efrîn û Şehbayê jî hene.

JI 175’AN ZÊDETIR EFRÎNÎ

Gelê Efrînê li devereke wiha berteng a Şehbayê rêxistiniya xwe kirin û di demeke kurt de komun û meclîsê xwe ava kirin, dibistan, nexweşxane û şaredariyên xwe ava kirin û dîsa rêxistiniya xwe nîşan dan.

Li herêma Şehbayê û Şêraw bi giştî 175 hezar Efrînî dijîn. Piranî li navçeYên Til Rifat, Fafin, Ehrez û gundên wê, li gundên Aqibê, Ziyaret û Dircemilê yên Şêrawayê belav bûne.

PERGALA PERWERDEHIYÊ

Gelê Efrînê ku li herêmê li gel hemû zehmetiyan jî ji xwe nehatin xwarê û pergala xwe ya komunal a demokratîk ava kirin, di nav van şertan de jî perwerdehiya xwe kêm nekir. KPC-Demokratîk ku ji destpêka dagirkeriya Tirk ve ji bo ku li qadên li Şehba û Şêrawa zarok ji perwerdehiyê qut nebin pir kêferat kir û ev du sal in li Şehba û Şêrawa di nav şertên zor de perwerdehiyê didomînin. KPC-Demokatîk destpêkê li kampên konî perwerdehî da, piştre li nav penaberên ku li gundan dijîn û li malên kavil û dibistanên ku ziyan hatî ser wan perwerde domand. Hem li kampan û hem li gundan perwerdehiya dibistana seretayî, navîn û lîseyê bi Kurdî, Erebî û Ingilizî ye. Niha li Şehbayê 66 dibistan hene. Li van dibistanan 16 hezar û 474 xwenda perwerde dibin. Her wiha bi ser KPC-Demokratîk ve li van dibistanan 906 mamoste kar dikin. Her wiha xwendayên ku lîse qedandin li Herêma Cizîrê li zanîngehan perwerdehiya xwe didomînin.

ÊRÎŞA LI SER ŞEHBAYÊ

Gelê Efrînê ji aliyekî ve bi şertên dijwar dijî, li aliyê dî jî li dijî êrîşên dewleta Tirk tim çalak e. Li dijî dagirkeriyê bi çalakiyên mîna meş, mîtîng û li nav konan çalakiyên sivîl ên demokratîk dike. Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser gelê Efrînê yên li Şehbayê jî domand. Di serî de li Til Rifatê tim bi hawan, obûs û çekên giran êrîş bire ser Sîxûnekê, Aqibê yên Şêrewa. Hta niha dewleta Tirk li Şehbayê 103 qad bombe kirine. Di van êrîşan de 41 sivîl hatin kuştin, 78 sivîl jî bi giranî birîndar bûn.

XEZEXBA ZEYTÛNÊ Û HRE

Ciwanên Efrînê soz dabûn gelê ku ji bêgavî bajar berdabûn ku Efrînê azad bikin. Ciwanên Efrînê weke soza ku dabûn jib o ku Efrînê azad bikin qet berxwedana sist nekirin. Ciwaanên Efrînê pêşî bi navê Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê rêxistiniya xwe kirine, nexasim li dijî dagirkeryan ku komujiyên sivîl dikin û polîtîkayên sîxûriyê dikin çalakiyên karîger kirin. Piştre 21’ê Kanûna 2018’an Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ava kirin, rêxistiniya xwe kirin û li dijî dagirkeriyê tevgeriyan. Li Efrîn navendê û gundên wê HRE’yê berxwedaniyeke mezin nîşan a û 2019’an 253 çalakî kirin. Di van çalakiyan de 621 leşker, çete û endamên MÎT’ê hatin kuştin. 455 leşker, çete û endamên MÎT’ê birîndar bûn.