BI DÎMEN

Berxwedana li ser rêya koçberiyê

Cîhan Mistefa ku ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk neçar ma ji Şehbayê koçî herêmên ewle bike got, "Zilmeke mezin li gelê me hate kirin. Lê belê em ê xaka xwe biparêzin û gelê me wê bi ser bikeve."

CÎHAN MISTEFA

Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ya dewleta Tirk 29'ê Mijdarê êrîş bir ser Şehbayê. Meclîsa Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo ewlehiya gel biryar da ku şêniyên li herêmê ji bo herêmên ewle bêne veguhestin. Cîhan Mistefa ku ji ber çeteyên dewleta Tirk neçar ma cara duyemîn koç bike, qala bûyerên bi serê wan de hatin, kir.

JI EFRÎNÊ BER BI NUBBUL ZEHRA

Cîhan Mistefa ya 60 salî ku ji gundê Karababa yê Efrînê ye, dema ku li gel pênc zarokên xwe bi rengekî aram jiyana xwe dewam dikir, ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ji neçarî dest bi rêwîtiya jiyaneke nû kir. Cîhan Mistefa bal kişand ser êrîşên 2018'an ên li ser Efrînê û got, "Gund hate valakirin, kes nema" û diyar kir ku ji ber wesayita wan tine bû ew li paş man. Cîhan Mistefa got, "Ev bûyer bû sedem ku malbata me belav bibe û em bikevin pêvajoyeke koçberiyê ya ji neçarî. Em destpêkê çûn Raco, piştre jî derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û neçar man ji wir jî derbasî Nubbul û Zehra bibin. Di her gavê de ji ber êrîşan û rewşa nediyar em bi tirs û fikar bûn."

ÇÛ GEL XELKÊ ŞEHBAYÊ

Cîhan Mistefa diyar kir ku li Nubbul û Zehra aramî nedîtin û got, "Em tî û birçî man, me gelek zor û zehmetî dît." Cîhan Mistefa piştî demeke kurt hîn bû ku gel li Şehbayê bi cih bûye û biryar da ku li gel zarokên xwe derbasî Şehbayê bibe. Cîhan Mistefa got, "Rewşa gelê me baş bû, karê xwe dikir. Kêm jî me bi vê yekê re em rehet bûn."

Cîhan Mistefa anî ziman ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê neçar ma biçe Helebê û got, "Ez ji Şehbayê çûm lê belê zarokên min li wir man. Piştî ku min li Helebê maleke biçûk dît, ji ber pirsgirêkên min ên tenduristiyê keça min hat gel min. Zarokên min ên din li Til Rifetê diman." Cîhan Mistefa got, piştî demekê li gel keça xwe li Şehbayê bi cih bû.

RÊWÎSTIYA KU BI DAGIRKIRINA ŞEHBAYÊ DESTPÊ KIR

Cîhan Mistefa ragihand ku li Şehbayê timî di bin bombardûmanê de man û qala êrîşên dawî yên dagirkeriyê kir: "Topên hawanê dihate avêtin, zarok ditirsiyan. Em matmayî man, nizanîbûn bê çi bikin." Di nava rewşa nediyar de meşiyan û hewl dan rêya xwe diyar bikin. Piştî ku hatin nuqteya kontrolê ya Ehdasê dîtin ku gel naçe Ehdasê lê diçe Fafînê. Bi kurê xwe re têkilî danî û jê xwest biçe pêşiya nexweşxaneyê. Cîhan Mistefa got, "Zehmet bû ku di rê de wesayitek bê peydakirin. Dawiya dawî taksiyek vala sekinî û ez li pêşiya nexweşxaneyê danî. Piştî ku gihîştim Fafînê di nava qelebalixiyê de min xwe winda kir. Li wê derê jî ez li gel qelebalixiyê meşiyam. Sê rojan neçar mam li derve, di nava sermayê de bimînim. Bi meşê hatim heta Reqayê. 3 roj in ji malbata xwe qut bûm, min xwe gihand wan. Di dawiya roja çaremîn de min zarokên xwe, malbata xwe dît. Kurê min ez ji ber deriyê stadyûmê wergirt."

Cîhan Mistefa bal kişand ser zor û zehmetiyên ji ber koçberiyê û got, "Gelê me zilmeke mezin dît, êşa gelekî giran kişand. Li gel vê yekê jî gelê me wê bi ser bikeve. Xaka me ji zêr jî hêjatir e. Em ê xaka xwe biparêzin û gelê me wê bi ser bikeve."